Rovî û gundî

Article

 

 

 Vê çîrokê min ji kalê xwe bihîst. Xwedê rehma xwe li ser wî û li ser mirîyên we bike.

 

 

Rojêkî rovî pir birçî bûye. Li der û dora xwe mêze dike. Lê ji bo xwarinê tiştekî nabîne.Mêze dike ku gundîyekî helaw li kerê bar kirîye û diçe bajêr. Gundî dixwaze ku helawa xwe bifroşe û hewceyên malbata xwe bikire.

Rovî dibêje "ez vê helawê ji xwedîyê wî bixwazim ewê qebûl neke. Guneh ji min çû. Ezê hîleyekê lê bikim."

Radibe û li ser rê wekî mirîyan xwe dirêj dike. Gundî çav li rovî dixe lê rêya xwe didomîne.

Rovî radibe di nav daran de direve û cardin li ser rê xwe dirêj dike. Gundî cara duyemîn dîsa dengê xwe nake. Cara sêyemîn jî çavê gundî li rovî dikeve, lê belê dîsa rêya xwe didomîne.

Çend gava davêje lê disekine. Ji xwe re dibêje:

-Ger ez postê vê roviyê li bajêr bifiroşim, ez ê zengîn bibim.

Gundî kera xwe bi darê ve girê dide û vedigere. Piştî ku gundî kera xwe bê xwedî hişt rovî helawê dixwe.

Gundî mêze dike rovî tune ye. Derê ciyê din. Lê rovî li wir jî tune ye ku gundî ji ber vê yekê rêya xwe didomîne û li cîyê ewilî jî rovî nabîne.

Fêhm dike ku rovî ew xapandîye. Bi lez û bez direve, kerê dibîne encax helaw tune ye.

Gundî hewar dike lê ji ber çavbirçîbûna xwe bi destê vala tê mala xwe.

Çîrok qedîya.Rehmet li mirîyan…

 

 


Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Weysî Buran

  • Rovî û gundî
  • Ê Berê
    Ê Li Pey

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.