'Eqîda Şêxê Xanî 'Eqîde name

Article

 

 

Telîfeka bi Kurdî ye, mesnewî ye. Şêxê Xanî mesnewî ya xwe li gor behra muteqarib a meqsûr nezm kirîye. Wezna wê wuha ye:

 

 

Fe'ûlun fe'ûlun fe'ûlun fe'ûl / fe'ûlun fe'ûlun fe'ûlun fe'ûl

Şêxê Xanî ji mebhesa re sername ne danî ye. Sebebê wê Xuda çêtir dizane wê ev be; lewra her beytek wê mebhesik e. Ji her beytekî re jî danîna sernamekî tiştekî 'ebes e.

Sebebê ku Xanî vê eserê telîf kirîye di serî de bi du beyta beyan kirîye, gotîye:

Liba te muheqqeq bitin ev cewab / diho gote min hatifê bê hîcab

Sa Ehmed sena ke bi qewlê sehîh / li tewhîdê Barî bi lefzê fesîh

Yanî ya muxatebê min bira liba te bê şek û şubhe be ku ev nezma min cewaba hatifekî bê hîcab e, -celalî dibêje bê hîcab yanî bê şubhe-, vî hatifî do jimin re got: Sa Ehmed -Qoğî dibêje yanî ya mislê ehmed- wesf û pesnê xuda bike… Kitêbê luğet dibêjin hatif kesê ku dengê wî tê bihîstin u şexsê wî naête dîtin. Herdû şariha jî bi ğeyr ji me'na luğet me'na nedane lefzê hatif. Ligorî qene'eta min dengekî ğeybane bi Xanî re xîtab kirîye; lewra Xanî zatik mezin bû, dibe ku ew hatif milyaket kî weya welî kî be ji teref xuda ve emrê wî kiribe bi amadekirina 'eqîdekî. Di heyata Ustad Bedî'uzzaman de derbas dibe ku Ustad di xortanîya xwe de diçû ser qebra Xanî û jê feyz digirt.

Di vê nusxa ku şarihê Qoğî şerh kirîye 'Eqîda Xanî 'îbaretê ji heftê beytê tamm e bê kusûr, çewa ku nusxa bi xetê Mustefa Helîm jî 'eynî jimarê nîşan dide. Lê di hinek nusxa de wek nusxa ku Mela Huseynê Şemrexî jê neql kirîye heftê û du beyt in, yek jê di serî de ye, dibe beyta hefta, beyta wê eve:

Mekanan mebîne jibo wî rewa / Nîhayet 'elel 'erşî qed îstewa

Yek jê jî nêzîkî dawî ye, dibe beyta çil û heşta, ew jî eve:

Yezîdê mirî le'netê lê meke / Pelîd e xebîs e xwe têkil meke

Di nusxa ku Seydayê Mele Zeynul 'abidîn Dîwana Şêxê Xanî nivsandî ye vê beyta di heqê Yezîd de xistîye paşya wê û beytik din jî di vê weznê de berya wê anîye, ew beyt jî ev e:

Wekî-j bo 'asîyan nîne tewbe rucu' / Ji weqta ku roj dê ji meğrib tulu'

Eger em vê beytê bi vî hawî qebûl bikin sedra wê yanî misra'a ewul ji weznê re naselih e, illa ku kelîma ewul ku «wekî» ye em jê bavêjin; lê kitêbê 'eruzê dibêjin car heye şa'ir kelîmeka zêde dixe serê misra'ê, yanî ev heq jê re heye. Eger em wusa qebûl bikin beyta me mewzûn e. Ez dibêjim em mecbûr wusa qebul bikin; lewra hunermendekî weke Xanî ne mumkun e ku vê kêmasîyê yanî beyta ne mewzûn bal wî ve were nisbetkirin.

Eger em vê beytê jî ji 'Eqîda Xanî qebûl bikin tevî herdû beytên ku me gotin 'Eqîda wî dibe heftê û sê beyt. Jixwe Can Dost di serê şerha Mem û Zînê de dibêje 'Eqîda Xanî zêdeyî heftê beyta ne. Ansîklopedîya Dîyanetê jî dibêje 'Eqîda Xanî heştê beyt in. Xuda çêtir dizane.

Li ser vê 'Eqîdê ewul rehmetîyê bavê min Seydayê Mele Ehmed Hilmî el Qoxî xebat kirîye; wê bi kurmancî şerh kirîye û nav lê danî  ye “Rehberê sanî şerha 'Eqîda Şêxê Xanî”. Paşê Seydayê Mele Musayê Celalî bi 'Erebî wê şerh kir û nav lê danî “Feydul Qedîrîl Mennan Şerhû 'Eqîdetîl Îman”. Zeynel 'Abidîn Çinar jî wê qelibandîye herfê latînî.

Şêxê Xanî quddîse sîrruhul 'alî di vê 'Eqîdê de bi kurtayî behsê dike ji:

1-      Sifatê Xuda ê selbî

2-      Xususîyatê Pêğemberê me Selat ê Selamê Xuda li ser bin ku melaiketa xistîye xizmeta wî, Boraqê jêre şandîye u Wî ji Sîdretul Munteha yê borandîye. Şêxê Xanî di fikrê dîtina Pêğemberê me Xudê Te'ala bi çavê xwe de di wê fikrê deye.

3-      Sifatê seb'e yanî heft sifetan. Jiwan re dibêjin sıfatê zatî û subûtî. Tiştekî balkêş e ku Xanî ji van heft sifetan şeş heba bi Kurdî jimartîye gotîye:

Xweşî jîn û zanîn û vîn û kelam / Bihîstin digel dîtinê bûn temam

4-      Hinek meselên muxtelif: Weke mumintîya heqîqî û ku mumin di agir de ebedî namînin û bi kirina gunehên kebair kes nabe kafir.

5-      Sifetê Peyxemberan û behsa keramatê welîya.

6-      Îbtala tenasux û hulûl û heyûlayê.

Luqman û Îskender û Yezîd -di hinek nusxan de- û melaîket û cinn û şeytan û rizq.

7-      Qenctirîya navbêna sehaba.

8-      Şefa'et û tesîra du'a yan.

9-      Behsa ehwalê axretê û behsa qebrê.

Şêxê Xanî di van mesela temama de li gor mezhebê xwe yî eş'erî meşîya ye; lê di mesela naskirina Xaliq de ku Xudê Te'ala ye wek Maturîdîya çûye û gotîye cehalet nabe me'zeret ji bo yekî ku Xudayê xwe nasneke; belkî hebûna 'eql kafî ye. Hem di mesela pêxemberîyê de jî ku jin nabin pêxember ligor Maturîdîya meşîya ye gerçi hinek ji eş'erîyan jî wusa gotine.

Min di behsa Nehculenamê de gotibû ku Seydayê Mele Xelîl ji Şêxê Xanî muteessir bû ye di nezmkirina hinek beytê Nehculenamê de. Mele Huseyn Şemrexî di vî warî de deh beyt anîye. Ezê ji van dehan hersiyên ewul bînim, ê mayî bihêlim ji teftêşa xwendevan re:

Xanî: Di heft asîmana ewî îwerand / Bi qasî du qewsan vibal xwe gihand

Sêrtî: Ji wê ew bire sîdretul munteha / Bi qasî du qewsan vibal xwe giha

Xanî: Muheqqeq bizan wî Xuda dîtîye / Welêkîn nizanit heqîqet çîye

Sêrtî: Liwê ew dibînin Rebbê 'alîye / Welakîn nizanin heqîqet çîye

Xanî: Meke lec di Luqman û Îskenderî / Jibo wan ne me'lûm e pêğemberî

Sêrtî: Di Luqman û Îskenderê lec meke / Ne pêxember in wê 'înadê meke

Welhasil ev 'Eqîde jibo zaroka pir bi fêde ye, lê mixabin weke Nehculenam û Nûbiharê neketîye rewacê. Eger ku vê esera delal û qîmetbûha jî di cîhekî ji cîhê kitêbê rêzê de bihata bicîhkirin wê gelek meqbûl bûna. Me hêvîye ji Xudayê xwe ku wê ev tişt were cîh.

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Ê Berê Eserek Nemir "Nehcul Enam"a Seydayê Mela Xelîlê Sêrtî
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.