DI DÎWANA EHMEDÊ XANÎ DE EŞQ Û EVÎN

Article

 

Ehmedê Xanî di sala 1650/51 m. de li Bazid’ê ku îro bi Agiriyê ve girêdayî ye, tê dinyê. Bavê wî Molla Îlyas alimekî hêja bû. Navê diya wî jî Gulnîgar bû.

Piştî wefata bavê wî li cem birayê xwe Molla Qasim tehsîla xwe ya ilmî didomîne. Li gor qeydên dîroknasan Xanî, li gelek mintiqeyên Kirdistanê geriyaye û ‘ilim tehsîl kiriye. Weke Bêgir, Exlat, Ruha, Bedlîs û Cizîrê... di dawiya tehsîla xwe ya ‘ilmî de li Hoşabê ku di nav sîbirê Wanê de ye, li Medresa Ataiyye li cem Molla Camî îcazetê digire.

Her wekî ku tê zanîn Xanî, di heyata xwe de li Bexdat, Misir û li Hîcazê jî geriya ye. Li gor rîwayetekê heta Stenbolê jî çû ye.

Wexta ku meriv li kitêb û şi’rê wî dinhêre tê fehm kirin ku ew jî weke gelek Alimên Kurd di mezhebê xwe yî emelî Şafiî, îtîkadê de Eşarî û di tesewûfê de jî Neqşîbendî ye.

Çar heb kitêbên wî yên tesbît kirî hene. Evana; Nûbihara Biçûkan, Eqîdeya Îmanê, Dîwan û Mem û Zîn in. Kitêba Nûbihara Biçûkan û Eqîdeya Îmanê hê jî li medreseyên Kurdistanê têne xwendin û zarokên Kurdan bi van kitêban hînî Eqîda Îslamê û Zimanê Erebî dibin.

Ehmedê Xanî di dîwana xwe de fikr û ramanên xwe di derbarê gelek mijaran de tîne ziman. Weke; Tewhîd, fena û beqa, îrfan, sirr, nasût û lahût, ‘erez, cewher, lewh, qelem, erş, melekût, eşq û her wekî din.

Ez dixwazim şi’rên wî yên ku di “Dîwan” a wî de derbas dibin û di derheqê eşq û evînê de ne bînim ziman.

Li gor tesewwûfê eşq du merhele ne. Merhele ya ewil “eşqa mecazî” ye. Merhele ya duyan jî “eşqa heqîqî” ye. Esil meqsed “eşqa heqîqî” ye ango Eşqa Xweda ye. Lê ji xencnan pêxember û ewliyaan tu kes nikare bi carekî de bighêje vê mertebê. Ji ber vê ewil mertebeya “eşqa mecazî” lazim e.

Di kaînatê de her çi he ye Xweda xuluqandiye. Ji “kurre” yê heta “zerre” yê her çi xuluqî be bi Nûra Xweda xuluqiye. Di her zerreyekî de parçeyek ji Nûra Xweda tecellî dibe. Ev nûr hin caran di rûyê zarokekî de, hin caran di şiklê heywanekî de û hin caran jî di bejn û bala pîrekekî de xwe nîşan dide. Ê ku ‘eşqa pîrekê dikeve dilê wan, xwe di hundirê îmtîhanek mezin da dibînin. Ê ku şehweta xwe mexlub dikin, digihîjin mertebeya heqîqî. Ê ku şehweta wan xalib dikevin, di “eşqa mecazî” de dilepitin.

Xanî eşqê dişibhîne şewatê. Li gor wî du rê yên eşqê hene. Ha “heqîqî” ha “mecazî”, herdû jî şewat in. Yek bi agir dişewitîne yek jî bi nûrê.

Işiqbazî du terîq, çi heqîqet çi mecaz

Şem'ê can dê bisojîtin çi bi nar û çi bi nûr

Eşqa mecazî agirek fanî ye. Lê ya heqîqî her tim baqî ye. Li gor wî eşqa Zuleyxa, eşqa nûra Xweda bû. Ew nûr di Yûsuf da dîtî bû. Eşqa Mecnûn û Ferhad jî wisa bû.

Ew bû ku Zuleyxayê dîtî Yûsuf da

Mecnûni di Leylayê, Ferhadi di Şîrîn da

Di şi’ran de, di bedêla “aşiq” de gelek navên din jî têne bikaranîn. Weke; bulbul, qumrî, perwane, bende, dîwane û serxweş. Di bedêla maşûq de jî gelek navên din têne bikaranîn. Weke; hûrî, melek, xezal, sultan, tebîb û dîlber.

Me dil da dîlberek sade, letîf û şox û begzade

Ji qeydan kirme azade, nihanî birme dîwanê

Xanî di nezmên xwe de, wexta ku behsa maşûqê dike bi her hawî û bi peyvên herî xweş teswîra wê dike. Di behsa kakul û zulfên evînê dike wiha dibêje.

“Kakul” ji ber tacê bi zer, ta ta wekî per tête der

Sereskerê tîpa teter, serdar e yane serwer e?

“Zulf”in gelo pir pêç û xem, ya sunbula Baxê Îrem

Zincîr e ya ser ta qedem, reşmar e yan ejder e

Çavan jî bi vî rengî teswîr dike

“Çav”in gelo ya serxwe şin, ya kafir in ya dilreş in

Bîmar in ew ya nexweş in, ya nêrgis û yan enber e

Wexta ku behsa brûyan dika wan dişibihîne hîvê.

“Ebrû” ne ya cotek hîlal, hîndû ne ya “nîşan” û “xal”

“Gêsû” ne ya Hezret Bîlal, meşxûlê Ellah Ekber e

Xanî di rûyê maşûqê de Nûra Xweda dibîne. Bi vî şiklî teswîr dike.

“Ruxsar” e Ya Reb ya qemer, guftar e Ya Reb ya guher

Ew qend e Ya Reb ya xeber, ew şehd e yane şeker e

Ew “rû” ne yan gulbergê al, “alale” yan “dêm”a bi “xal”

Qendîlê nûra Zulcelal, mîr'at e yane mezher e

“Dêm” şûşe nûra Heq di nav, “dev” “xunxce” ya şîrîn gulav

“Rux” sorgula rengîn xwunav, “xal” misk e “nîşan” enber e

Wexta ku bejn û balê teswîr dike, ji ber ku eserê Xweda yê herî bi rûmet e wê dişibhîne Ke’ba Şerîf û Mescîdu’l-Eqsayê.

Ya Reb! “qed”a zîba ye ev, Yan Ke'beya Ulya ye ev

Yan Mescîdu'l-Eqsa ye ev, yan sîdr e yane erer e

Şi’rên Xanî di derheqê eşqê de gelekin. Belê me xwast em çend heb dîmenan pêşberî we bikin.

Bimînin di xêr xweşiyê de...

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Ê Berê Dİ SEDSALA 18’AN DE SENCAXA DIYARBEKIR: AMED
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.