JIYAN BI LIMÊJÊ XWEŞ E

Article

 

Ez îro çûm çalakîya Platforma Nesla Qur’anê û min li wan zarokên ku limêjê elîmîbûn nihêrt. Ez pir pê kêfxweş bûm. Ez şahid im ku “Jîyan bi Limêje Xweş e”. Min vê yekê di wê emrê xwe yê bihurî de dît. Û min pir hêvî û nîyaz ji Rebbê xwe kir ku ev zarokan bi limêje şah bibin dev ji limêjê bernedin.

Li wê derê dema ku ez di nav van xewn û xeyalan de bûm zaroktîya min û xatireya min a zaroktîyê ya derheqê nimêjê de hat bîra min. Xatireya min a nimêjê ya zaroktîyê wisa bû:

Ez wê çaxê 6 -7 salî bûm apê min Abdurrezzak wê demê nezewicî bû, Li Antalyayê dima, hatibû mêvandarîya me. Demsal zivistan bû. Rabû limêja êşayê kir. Min pir jê hez dikir.

                Li kêleka wî runiştim û min jê re got :

-Apo limêjê hînî min bike.

Wî jî got:

-Limej pir dirêj e, pir bi zehmet e û nikarî bibî serî.

Ez û birayê xwe Nîmetullah em li pey ketin hetta ku ji me ra qala limêjê kir.

Rebeno dû rek’et  limêj bi devkî jimera got û me jî lê guhdarî kir. Rehmetîya dîya min ji ber apê min mêvan bû û sêwî bû nedixwest em wî aciz bikin. Diya min ji me re got:

-Werin ezê limêjê ji we re bêjim.

Şev dirêj bûn û me jî li wan guhdarî dikir.

Êşqa limêje wê şevê ketibû dilê me. Lê em nizanibûn limêj bikin. Salê talî em û birayê xwe Nîmetullah çûn cem apê min Melle Bişar. Elîfbetkê em li cem wî êlîmî bûn. Di wan salan de em hînî limêjê bûn.

Lê belê ji ber ku em bi serê xwe bûn min carna heftekî limêj dikir piştî wî deh pazdeh rojan me limêj ne dikir. Em hê zarok bûn, me bîra pir tiştan nedibû.

Dema min limêj nedikir ez diketim tengasîyekî ecêb, dilê min teng dibû serê min diêşîya, ez pir aciz dibûm. Lê belê dema ku min limêj dikir ez aram dibûm, dilê min geş dibû û wechê min xweş dibû.

Rojekî ji wan rojan ez ketim dil tengasîyekî pir dijwar û ez gelek aciz bûm. Min got, gelo ma çi bi serê min hatîye ku ez weha aciz dibim. Û min hêvî ji Rebbê xwe kir û got:

- Ya Rebbê min! min ji ve tengasîyê xelas bike û limêjekî bê dawî nasîbê min bikî

Piştî wê demê pir derbas nebû û ez li rasta wan birayên xwe yên ku li mizgêftê dersa Qur’anê didan, hatim. Hemd ji Rebbê min re, ji wê roje şûn ve min terka limêja xwe nekir û hetta îro ez dikim.

Di debarê nivîskar de

Têhev

7

Gotar

Ê Berê GELO DİLŞADÎ Dİ DEWLEMENDİYÊ DE YE?
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.