Rojnivîska Rojên Coronayê

Article

 

Destpêk: Noqî Xwe Dibim 

Reşbîn û pesîmîst nebe. Heger bihar di hundurê xwe de bihuşteke bêpayan, biadan veşartibe, wê ax û av û hewa û agir bi hev re govenda diyarî radestkirinê bigerînin. Bila haya te ji demên sayî û bilbilên matmayî hebe. Nekeve bin barê karnehelal û xemkulîyan, lewra eger di hundurê te de ‘enqayek dilive, wê roja ji dayîkbûna keremê pir ne dûr be. Tu bi xwe re mijûl be û noqî deryaya hundurê xwe bibe. Wê pepûk strana te nexwînin, ayende...

De ka dev ji mijûlîyên betal û beradayî berde. Bila her çirûskeke rojê, her peyameke Coronayî li te nebe bar, bila bibin gulnîşaneyên Xwediyê hebûnê. Ma ba bi xwe re tîne baranê, bê wî? Ma pelg hildiweşe, aheste aheste ji darê? Nexêr. Nexwe ev teb’a te, ev ‘esebîyeta te, cirnenexweşî û qurrebûne te bo çi ye?

            Kûr bibe ber bi kûrahîya hundurê xwe ve… Dûr bibe ji afatên hundurê xwe… Hûr bibe ber bi warîdatên dilê xwe ve… Tê bibînî ku mizgînî xwe li hundurê te dipêçe. Tê bibînî ku tobedarîya te ronahîyek anîye serdanpê. Tê bibînî ku çavên xwe mezeloqîya xwe xeritandîye. Tê bibînî…

            Delal! Xwe bixemilîne ji kulîlkên ku wê di serê gulana dilan de vedin re. Devê behra biharê bişopîne. Bila guhê te daîm li nexematên bilbilên hikmetawaz be. Eger tu nebînî jî wê şadî li welatê te vegere. Eger tu nebînî jî kedkar be, xem nake bila Binefş û nifşbinefş bibînin. 

Çi erdhej, çi coronahêj, çi jî karesatên guhbelot… Erê evana meriv gêj dikin û dihejînin lê nekeve wê tatêlê û çavzêlkî nebe, lewra meriv bi van bobelatan nû dibe, saz dibe, xwerû dibe, xawên dibe, rewantir dibe. Eger na jîyan yekaheng û nekes berdewam dibe ku ev jî xisletên te bi sînor û serobino dike. 

De ka were dilê xwe veke, da ez bikaribim devê xwe û guhê xwe bidim ber. Bidim ber ka bê çi ji bo min dinehwirîne. Min îqame dike yan min sernigûn dike, yan ez dicebirim an ew min dide ser hev, bibînim. De ka were tevî dilê te noqî kewara xwe bibim. Min go kewar tu bizanibe ew depoya raz û sirrên min in. Di sudûra min de niştecih e, bi xwe siltan e li ser textê bedenê, lê di hundur de ye.  Ew ez im, eger mixabin eger serefrazî… Ew dilê min e. Ew qelbê min e ku qelb e qelb e, duqulube û her gaveke wê weke ya din nîne. Ewê ez gêj kirime, ji fedlên dilxwaz, ez guh li rê kirime. Ewî ji nehsîya min qefes li min teng û tarî kirîye. Ewî geh ez zuwa geh mîna Feratê bi coş û tijî kirime. Ewî geh min birîye ezmanê heftan, berê min daye mekanên bê cih û bê warîyê, geh di neqebeke teng de ez pelixandime. Geh seydayê min e û geh min diavêje ber şerrê nefs û şeytanan. Geh li bin deryayan noq e, geh li serê Çiyayê Araratê li zumrudê ‘enqa li benda liqayê ye. Gehl li ser tirba Mem û Zînê fatîheyan ji Beko re dixwîne û geh li ezmanan li ser ewran seyran û guldexwîn e. De ka veke ez binihêrim li dilê te, veke û tu jî ji dilê min sûdê werbigire.

De were guh ji dilê min re veke ey Corona. Ezê behsa serboriya te bikim, behsa rojên ku te dunya li mirovahiyê teng kiriye bikim û ezê li rex te pênaseya me û li rex me te pênase bikim. Bila ev jî derîzankek be bo nivîsîna me. De were…

 

1.

Dema te li derîyê dunyayê da, mirov ji te veciniqîn. Xof kete dilê wan. Bi mehan lerze di qelbê wan da cih girt. Ev xof hê jî berdewam e. Helbet tirsa wan ji mirinê bû. Dizanibûn teqez wê rojekê bimirin lê qet nedixwestin di demek e nêz de bimirin. Lewra hê gelek plan û xeyalên wan hebû bo vê dara fanî. Ruh çiqas şîrîn e, te careke din zindîyane li ber çavê me raxist. Xwedê ji te razî be Corona.

Îro li ser textê fermanrewanîya dunyayê de fermandar tu yî. Te berê xwe dayê qirika însanan û te bêhn li wan teng kirîye. Bi xuyanîbûna te herwekî ku dunya tevî hemû şol û şuxlên xwe rawestîya.          2.

Me berê jî destê xwe û pozê xwe dişuşt. Lê ne bi vê ‘ecêbê. Niha hema maye ku em çermê destê xwe bavêjin, ji şuştin, ji bikaranîna kolonyayê û maddeyên dezenfektanan… Çi dema em destê xwe dişon bi sabûnê, mîna em bi te re dikevin cengê, û li serşokê bi şirrîna avê ku xwe bera ser destê me dide, herwekî em di vê cengê de serkeftî dibin. Dema ku em destê xwe difirkînin bi kefa sabûnê herwekî em bombeyan bera ser pişta te didin û em te/dijminê mirovahîya dubare û çarbare… dikujin. Belê, me berê jî destê xwe dişuşt, lê ne bi vê xezebê.

            3.

Jiyana malê, eşyayên malê, zar û zêç… Her tişt çiqas nêzî hev, her tişt çiqas dûrî hev. Di nav malê de digel xizman û zarokan bi rojan, bi mehan…. Çi ezmûneke dijwar e. Baş e ku di demên asayî de dibistan hene, yan na jiyana di malê de zindan e. Me dît ku malên me bûne zîndanên me. Herçend ev zîndanîbûn dikare bibe wesîleya gelek karên qenc û serkeftî jî, lê kesên ku ji vê rewşê hez nakin re, haletê zîndanîbûna di malê de, halekî geleki xirab e. Min fam kir ku malnişînî ne tu kar e. Heta mirinê berdewam xebat… Piştî mirinê bila îkramîyeya malnişînîyê ji zar û zêçan re be. Ev alîyekî malê bû. Alîyekî din jî heye. Jiyana li malê herwekî jîyana di şikeftê de… Meriv bêtir û pirtir dikare guhdarî xwe bike. Exyar û mijûlîyên dunyayê kêm in, ji ber ku dengê derve kêm e, dengê hundur bêtir olan dide. Wê demê em fam dikin ku me çiqas hundurê xwe îhmal kirîye, bêderman kirîye, nearam kirîye… Jiyana ber bi dervayî, jîyana takekesî ya hundurîn jehrî kirîye. Ev jî bûye sedem ku gelek alîyên mirovahîyê naçar û heyirî maye. Ji bo lixweveger û lixwearqilînê ey Corona te derfetên nuwaze radestî mirovahîyê kir. Spas.

            Coronayê! Te careke din t’ema azadîyê bi me da hisandin. Eger em bikaribin empatîyekê bikin, ajalên di qefesan de, mirovên ji ber nexweşiyên xwe asteng û di malan de mehpûs, kesên zindanî… niha meriv rewşa wan baştir têdigihê. Lewra jêstendina azadîya kesekî ji kuştina wî xerabtir e.

Me fam kir ku azadî yek ji mezintirin ni’metên Xweda ne.

Me fam kir ku em ‘aciz in.

Me fam kir ku em feqîr in

Me fam kir ku em ku em kêmtaqet in.

Hat dîtin ku gewretirîn serwet pere nîne belkî serweta me’newî ye.

Careke din hat dîtin ku bêyî vîna Xwedayê Mezin, tiştek nikare bilive, bileqe û karekî biencam bike.

4.

Mûsîbet ji nesîhêtê bêtir mu'ellim e. Lewra ey Corona! Tu mûsîbetek e û weke hemû mûsîbetan dema te karê xwe qedand tê biçî. Ji niha de em dibihîz in ku pispor dibêjin bi saya serê te gelek xêr jî welidîne. Bo numûne;

Qirêjtîya hewayê li cîhanê bi gelemperî kêm bûye.

Xazên jehrî ji ber ku santralên wan û gelek karxane kilîtkîrîne emisyona xazên jehrî gelekî daketîye. Ev jî dibe sebeb ku dunya nefeseke xweştir hilde. Helbet ev jî ji dahatûya mirovatîyê nîşaneyen sihhetê ne.

          Ka hela em binêrin bê heta dawîyê wê çi xêrên din werin serê mirovahîyê. Demek tu ji alîyekî va dikujî, bênefes, bêruh li erdê dihêlî; ji alîyekî jî çak dikî, pak dikî, çalak dikî. Yê ku te afirandîye helbet bi hesab û bi plan te şandîye. Dema karê te qedîya, tu dê rahêjî tûrîkê xwe û bar bikî.

5.

Bi rastî te pê li firênê vê ‘alemê kiriye. Te pê li firênê hirs û çavnebarîya me kir. Te pê li firênê tenêlixwefikirînê, xodgamîyê, bedhalîya me kir. Te pê li me kir ku eger çengek eql û şi’ûra me hebe ewê ev peyam ta mirana me besî me be. Erê cism û hecma te welew bi çav jî nayê dîtin, lewra pir biçûk î. Lê karê ku tu dikî ji taqeta însanê herî qurre û ji ummana herî ferawan û ji çiyayê herî bilind mestir e. Xwedê ew taqet xistîye deste te, helbet ji bo ‘ibret wergirtinê. Çawa ku mêşeke biçûk Nemrûdî tevî selteneta wî hilweşand, wisa jî xwediyê wê mêşê bi te dixwaze peyamekê bide hemû însanan;

Ji dewlemendan re dibêje: Heta kengî hûn dê korekor bimînin li halê feqîr û xizanan. Eger dewlemend musluman be, jê re dibêje ka zekata te, ka sedeqeyên te, ka fitirên te, ka… ka… Ma tê heta kengî, bo çi û bo kê topî serhev kî.

Ji bawermendan re dibêje: Jiyan çawa dimeşe? Kes kêfa we xera dike? Hezkirina dunyayê we noqê nava xwe kirîye. Bi ser de jî hûn ji halê temsîlîyeta dînê Xwedê re bi dûr ketine. Ez ê di pozê we re jî bînim. Gelo halê cîranên we çawa ne? We hay ji wan heye? Gelo we hay ji feqîr û rebenên gundên we, bajarên, bajarokên we heye? Hûnê heta kengî strana “ rebbena hep bana” binehwirînin?

Ji melayan re dibêje: Gelo we heta niha ji bilî axaftinê çi karekî pîroz kiriyê ji bo dînê îslamê? We çi rehetî û firehîyeke xwe cangorî kirîye? Ma we jî nedigot rebbena hep bana?

Ji jinan re dibêje: We dît çawa min hûn di hundur de asê kir. Çima? Milkê jinê di mala jinê de ye. Mala jinê jîna jinê ye, koşka jinê ye. Te çi çav bera derva daye. Vegere li mindal û iyalên xwe. Li mala xwe rûnê û amojgarîya zarokên xwe bike. Berê jî, xwe perwerde bike.

Ji zarokan re dibêje: De navberekê bidin wê perwerdehîya ku hundurê wê vikîvala, ji hikmet û îdrak û zanîstên rasteqîn. Ma hûnê heta kengî fêrî qalikên zanistan bibin. Hûnê kengî têkevin nava kitêban û ji şikl û dervahîya wan rizgar bibin. Aha ji were derfet. Li malê vî karî bikin. Xwe fêrî zimanê hikmetê yê dersan û ‘ilman bikin. Xwe fêrî zimanên dunyayê bikin, xwe bispêrin zanistên heqîqî yên ku senemên dunyewî bêwate û binpê dikin.

Ev peyam dikare xwe biginê hezaran. Hetta zêdetir jî… Herwiha eger şexs bifikire, bo her kesekî peyameke taybet heye di berbelavbûna vê vîrusê de, lê divê mirov baş bifikire, eql bike û têbigihêje. Gêjegêj û korekor, wê her wekî xwe bimînin. Bê peyam, bê me’rîfet û bê nedamet…

Wê bidome…

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê Çîroka Zimanekî Serjêkirî
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.