BİRÊMİNO

Article

 

Bira rengê te buhar bu

Çima îro lime sar bu

Êşu elem lime par bu

Birêmino canêmino

 

Huznek tuj avêt canêmin

Girt hinav u cigerêmin

Perçek qutbu ji kalbêmin

Birêmino canêmino

 

Te em hiştin di hüznêda

Di nav êş u ğem u derda

Firqet dîsal qêlbême da

Birêmino canêmino

 

Li pevçun u li meydanê

Li hicret u li zindanê

Talibê ilmu irfanê

Birêmino canêmino

 

Da’va îslam derdê te bu

Bingehek xweş ömrê te bu

Ji tere eşq u evîn bu

Birêmino canêmino

 

Bira Fesîh te çil me kir

Riya hüznê lime vekir

Kêf u şahî te ji dil bir

Birêmino çavêmino

 

Çi tevger u leza teye

Çi revîn u beza teye

Hê civan u hê tazeye

Birêmino rihêmino

 

Çinar Amed bi yek carî

Zozan Botan li her derî

Bajar bajar hêstir barî

Birêmino canêmino  

 

Bira Fesîh tu gulek buy

Ji demsala buharek buy

Da’ve jiter evînek buy

Birêmino canêmino

 

Roniya qelbu çavême

Hêvîya rengê davame

Tu cîgêra rêbêrême

Birêmino canêmino

 

Ti bi rengê xve yusuf buy

Xvedî kelecan u eşq buy

Xvedî de’v u xvedî doz buy

Birêmino rihêmino

 

Bi çunateb hüznu şînim

Ezê helbesta b‘veşînim

Heta sağbim ezê bêjim

Birêmino canêmino

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Ê Berê DEMA NÛR
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.