DEWLETA BI LEZ Û PEZ

Article

 

Ê berê gotine: "Rez û pez, dewleta bi lez û bez" Ji ber ku xwedîkirina pez pir bi fêde ye, zehmetîya wê jî pirr e. Te’tîl jêra tuneye. Dibêjin "Ku bavê merev jî bimire, divê ku merev pezê xwe berde." Di malê de her yek divê ku karekî bike. Çi zarok û çi kal; çi pîrek û çi zilam be, di mala xwedîpez de kesî betal tuneye.

Wekî ku me di nivîsa xweyî pêşî de gotibû; merivên ku bixwazin pez xwedî bikin, herî pêşî divê ku şivanê wan hebe. Ji ber vê yekê me jî pêşî behsa şivanan kiribû.

Di malê de zilam axleb karê derve dikin. Mîsal zilamek ji malê bajarvan e. Her ji du-sê rojan carekê mast û penêr dibe sûkê. Difiroşe û çi lazimî hebe pê dikire.

Pîrek jî karên di hindur de dikin. Belê herkes alîkarê hev in. Ez dibêjim gotina "heyat mûştereke" encax ewqasî vucût dibîne.

Zarok derrin ber kar û berxikan. Wextê wan berdidin, kar û berxik bi bazdanek xweş li ser zêrçinan baz didin. Karvênî jî eynen wek wanin. Pezê biçûk û şivanê biçûk.

Keçikên malê axura rêş dikin û êmê pez î êvarî hazir dikin. Pêşî alifa rêş dikin, ew ka û toza ku ji ber heywana maye davêjin erda axur, ji bo kû hebekî erd ziwa bibe. Duvra kayê dixin alifa û ceh bi ser werdikin. Divê ku tev bidin ya na wê heyvan ceh ji ser bixwe û kayê bihêle.

Ku pez hate malê, divê ê virnî bên dahn kirin û ê hilî bên dotin. Ji dengê pez hewşa malê dibe wek meydana govendê. Ê ku bizinan vediqetîne ê ku mîha didoşe ê ku bi serî digire û ê ku berxê mîjo dimêjîne. Herkes dadine karekî.

Dustûra ku Ustad Bedî’uzzeman jêra dibêje "şîrketî a'malî ûxrewîye" di wê hewşê de bi cîh tê. Weke ku hûn zanin li gora gotina Bedî’uzzeman ku çend însan pişta xwe bidine hev û di xêrekê de her yekî perçeyek ji şuxul bike; dûvra her yekî dibe xwediyê xêreke temam. Bi şertê îxlas û uxuwwetê helbet. Û bi şertê ku gundî jê re dibêjin "kel û cehda ji dil û can"

Bi şev berî razanê jî êmekî didine pez. Hetta wextê ku çêre kêm be, pez birçî be; nivê şevê jî radibin dîsa pezê xwe êm dikin. Weke çawa ku dê dev ji xewa xwe berdidin û zarokên xwe yên biçûk şîr didin, ew jî ewqasî li heywanên xwe miqatene.

Wexta ku pez berra ser êm didin, dinêrin bê kîjan dixwe kîjan naxwe. Dibe ku hinek nexweş bin. Ku heywanê nexweş hebin, heba didine wan yan jî derzî dikin. Carinan heta sibehê li ber serê mîhekê şiyar dimînin.

Dêmek ji xwedîkirina pez re mal û malbatek bi hev re tenê ne bese. Şefqet û fedakarî jî lazim e. Wek çawa ku gelek pêxemberan şivantî kirine û jixwe hemû jî ji însanê dora xwe re şivanê bi şefqet in. Û weke çawa kû Muhemmed sellellahû 'eleyhî we sellem jî şivanê hemû cin û însanaye. Ewê ku ji bo 'alema rahmet hatiye û Xwedayê bi rahmet li ser wî gotiye "pêxemberek ji nav we hatiye ku li ser we bi şefqet û merhemet e."

Îcar di zehmetiyê de rehmet heye. Xwedîkirina pez erê bi zehmet e, belê bi her tiştê xwe jî fêde ye. Bi şîrê xwe, bi goştê xwe, bi hiriya xwe bereket e. Hetta bişkulê wan dibe gubre û bereket pê dikeve zada. Belkî a herî xweş jî wensa wîye ku ancax xwedî pez ji wêna fêhm dikin. Weke çawa ku hinek zengîn hene, pezê xwe didin bi şirîkatiyê. Ne ji bo pere û qezencê, bes jî bo ku her ji çend roja carekê ji xwe re here nav û lê binêre.

Xwedê Teala me ji bereketa dunyayê û rehma axiretê mehrûm neke.

Di debarê nivîskar de

Têhev

11

Gotar

Ê Berê ŞIVANÊ PEZ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.