EM TELEBÊ QUR'AN IN

Article

 

Em bawerin bi Xuda

Em telebê Qur'an in

Her dem şikir ji Wî ra

Em telebê Qur'an in

 

Me daye pey Mûhemmed

Rêzanê me ta ebed

Rîya wî bernadin qet

Em telebê Qur'an in

 

Em kulîlkê camîya

Vebûne-l deşt û çîya

Selam li we hemîya

Em telebê Qur'an in

 

Hêvîyê dê yû bava

Bi me dîsa bûn ava

Me wek rojê, veda va!

Em telebê Qur'an in

 

Em gulê gulîstan in

Tirh û şitlê îman in

Xweşkahîya cîhan in

Em telebê Qur'an in

 

Rengê me Îslamî ye

Me jê exlaq girtîye

Me pê hizûr dîtîye

Em telebê Qur'an in

 

'Ilm û dersê Îlahî

Da qelbê me ronahî

Sitend me jê pir şahî

Em telebê Qur'an in

 

Em bi Îslama henîf

Bûn 'ezîz û pir şerîf

Rast kirin em wek elîf

Em telebê Qur'an in

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

24

Gotar

Ê Berê YA MUHEMMED
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.