MÊVANÊ ME YÊ FEDÎYOK!

Article

 

Bi navê Xweda...

Mêvanperwerî di Ola Îslamê de hatîye teşwîqkirin ji temamên qewm û kesên bawermend re. Qewm û kesên mêvanperwer jî hatine pesinandin. Lê nexasim mêvanperwerî bûye taybetîyeke gelê Kurd. Di navbêra Kurdan de kesên mêvanperwer ji bo mêvanên xwe memnûn bikin di malên xwe de odeyên xisûsî ji bo mêvanan ava kirine. Her tim  xwarinên herî hêja ji bo mêvanên xwe amade kirine.

 Lewra di baweriya gelê Kurd de mêvan; mêvanê Xweda hatîye qebûlkirin û kesên ku qedrê mêvanan girtibe jî weke ku qedrê Xweda girtibe tê hesibandin. Ji vir pê de ez dixwazim derheqê mêvan û mazûvan de du heb hîkayeyên balkêş binivîsim. 

Hîkayeyên me her du jî li Bakurê Kurdistanê û di herêma Farqînê de qewimîne. Di dema ku hêja qedr û qîmetê dostanî û destbirakîtîyê hebû ye de derbas dibin. 

Mewsîm zivistan e, der û dora herêma Farqînê di bin tesîra berf û qeşayê de ye. Qehremanê me yê hikayeya yekemîn; ji bo here gundê ku mala destbirakê wî li wir e, êwil xatir ji malbata xwe dixwaze, paşî li hespê xwe yê rewan siwar dibe û berê xwe dide gundê destbirakê xwe. Berf û qeşaya ku ketiye êrdê jî, ji xwe re nake pirsgirêk.

Li aliyê din hay û gumana destbirakê wî ji vê nîyet û rêwîtîya dostê wî bal bi mala wî tune ye. Wext êdî bûye derengê şevê, xwedîyê malê di nava zarokên xwe de ye. Ji bo xwe û malbata xwe bi selametî bigihîne biharê kûr kûr difikire. Hê werê gurme gurm ji derîye mala wî tê. Hilpetike û radibe ser xwe diçe ber derî dibêje:

-          Ew kî ye?

Ji pişt derî deng tê dibêje:

-          Ezim ez destbirakê te! Zû zû derî veke! Hew maye ku ez qeşa bigrim.

 Xwedîyê malê derî vedike û mêvan dawetê hundir dike. Paşî xwedîyê malê ji mêvan re dibêje:

-Destbirakê min tu bixêr û serçavan re hatî! Gelo tu têr î ya birçî yî?

Berî ku mêvanê wî bersiv bide mal hazirî tiştên xwarinê tîne îkram dike. Û ji mêvanê xwe dipirse dibêje:

-De ka bêje dostê min vê sermayê û nîvê şevê gelo tiştê ku te anîye vê derê çî ye? Înşallah pirsgirêkeke girîng tine be.

Mêvan bi rûşûştî dikene û dibêje:

-Wellahî ti sebebek tine. Hema diltengî girte ser min û ez jî rabûm ketim rê û hatim.

Dibe wextê razanê, xwedîyê malê radibe zarokên xwe û pîreka xwe dişîne odeya sar. Û ji bo mêvan çi xizmet lazim be tîne cîh. Xwedîyê malê û mêvanê xwe roja din qala bîranînê xwe dikin. Wextê razanê xwedîyê malê diçe nav zarokên xwe pîreka wî nerazîbûn û kesera xwe bizarê xwe dide nîşandan. 

Şev û roj didin peyhev lê belê ti ‘elametê çûnê di mêvan de xwîyanî nakin. Xwedîyê malê ji pîreka xwe re dibêje:

-Hurmet werê xwîyanî dike ku nîyeta vî mal nemîratê mêvanê me tine ku here mala xwe. Û em nikarin rasterast berê wî jî bidin. Ya baş ewe ku em fendeke bînin serê wî da ku here mala xwe. Sibê şeveqê ezê bi dengê êlî bi te re şer bikim.  Gava ku mêvan were ji bo me ji hev biqetîne ezê gotinek bavêjim ber guhê wî. 

Dibe roja din, serê şeveqê zû ku hêja mêvan di xew da ye dibe qîreqîr û qerebalix. Mêvan bi dengê şerê jin û mêr ji binî lihêfê çengê ser xwe dibe. Bi lez diçe oda dinê dikeve navbera wan û dibêje:

-Destbirakê min eyb û şerm e ji we re, biveqetîn ji hev! Qey we ji bîrva kir ku ez mêvanê we me. Hema ji bo xatirê ku ez mêvanê we me jî pêwîst e hûn şer û pêvçûnê nekin. Piştî ku ez çûm wê gavê hûn bi kêfa xwe ne.

Xwedî yê malê dibêje:

Hema bi wê oxira ku tê sibê pêde herî ezê tiştekî ne tişt bînim serê vê ya. Gava mêvan vê gotinê dibihîze nîyeta mêr û jin fam dike.  Û ji destbirakê xwe re dibêje:

-Destbirakê minî hêja! Min fam kir ku hûn dixwazin ez herim malê. Lê wellahî hûn vêya baş zanibin ewî arê kewarê, em tevde bixwin heta biharê. 

Hîkayeya duyemîn jî li herêma Farqînê qewimîye. Qehremanê vê hîkayê jî, ji bo wan rojên ku wî û dostê xwe bihevre li ‘eskerîyê derbas kiribûn bibîr bînin xwe amade dike. Xatir ji malbata xwe dixwaze. Li hespê xwe siwar dibe û dikeve rê. Piştî gelek zorî û zehmetan digihîje mala dostê xwe yê ‘eskerî yê.

Dostê wî yê ‘eskerîyê jî, rebenê Xwedê dinav zar û zêçên xwe de ye û hay û gumana wî jî, ji dostê wî yê ‘eskerîyê tine ku ketîye rê ji bo bibe mêvanê wî. Ji nişka ve dengê lêxistina derîyê wan tê. Xwedî yê malê diçe nêzî derî û dibêje:

-Ew kîye?

Dostê wî dibêje:

-Ezim hevalê te yê ‘eskerîyê. Gava xwedîyê malê fam dike ku hevalê wî hatîye bi lez derî vedike û hevûdu hemêz dikin.

Mêvan ji xwedîyê malê re dibêje:

-Birayê ‘ezîz ma qey hevaltî werê dimeşe? Ez neyêm bi ser te de, ti qet bi ser min de nay.

Xwedîyê malê dibêje:

-Birayê min! Ez û çûna mêvandarîyê dûrî hev in. Ti jî zanî ku êdî em bûne xwedîyê zar û zêçan û xwedîkirina wan jî gelek zor û zehmet bûye. Werhasil îja hatina te ji bo xêrê be înşellah.

 Mêvan dibêje:

-Wellahî hema ji zû de min te nedîtibû ji ber vê yekê min got ka ez herim hevalê xwe bibînim. Qey min nebaş kir?

Xwedîyê malê dibêje:

Îja ev çi gotine? Mala min axurê te ye. Carekî din van xeberdanê te nebihîzim.

Piştî van xeberdanan xwedîyê malê radibe ji mêvanê xwe re xizmetê dike.

Roj û şev didin du hev lê ti ‘elametê çûnê di mêvan de xwiyanî nakin. Lê belê xwedîyê malê û pîreka wî bi hal û hereketê xwe diltengîya xwe aşkere dikin. Mêvan jî fam dike ku  êdî jê diltengî dikin. Bi devkî vala dibêje:

-Hevalo! Ez dibêm êdî ez herim malê. Lewra min pir zêde we xiste diltengîyê.

Xwedî yê malê dibêje:

-Birayê ‘ezîz ti rewşa xwe çêtir zanî. Înşellah di derheqê çûna malê de vî qerarê ku te stendî ye ne ji ber kêmasî û qisûreme ne?

Mêvan dibêje:

-Dostê min ê hêja nebî nebî carek din gotinek wusa nebêjî. We derheqê mazûvantîya xwe de di ser de qelabt. Xwedîyê malê ji mêvanê xwe re dibêje:

-De haydê Xwedê rehetîyê bide te.

Xwedîyê malê bi kêfxweşî diçe odeya xwe û ji pîreka xwe re dibêje:

-Hurme mizgînîya min li te! Mêvanê me wê sibê here mala xwe.

 Jin û mêr ji kêfa ew şev xew nakeve çavên wan. Piştî limêja sibê diçin hespê mêvan tîmar dikin. Zînê hespê girêdidin. Piştî ku taştê dixwin mêvan xatir ji wan dixwaze. Li hespê xwe siwar dibe. Xwedîyê malê hefsar dide mêvan. Berî ku mêvan bi rê bikeve xwedîyê malê bi dilekî safî ji mêvanê xwe re dibêje:

-Dostê min ê hêja ti ji bo herî malê çima ev qas dilezînî? Ti bi xebera min bikî tê çend rojên din jî bibî mêvanê me.

Wexta xwedîyê malê vê teklîfê li mêvan dike mêvan jî camêrî nake û di berxwe jî nade.

Hema ji hespê xwe peya dibe. Paşî hefsarê hespê xwe nîşanî xwedîyê malê dide û dibêje:

-Ez hefsarê hespê xwe bi ku derê ve girêdim?

 Xwedîyê malê di bin çavan de li pîreka xwe dinêre, zimanê xwe ji devê xwe dikişîne û ji kezeba şewitî dibêje:

-Ha bîne bi zimanê min ve girêde ha!

Belê xwendevanên hêja henek li aliyekî, çi kar û ‘emel dibe bila bibe wexta ku jê re sînor tunebe wê xisar û poşmanî jê çêbibe.Îja ji ber vê yekê Rebbê Alemê di tevî kar û ‘emelan de me bigerîne ji wan kesên ku heddê xwe zanin û mutedîlin. 

Emanetê Xweda bin...

Di debarê nivîskar de

Têhev

10

Gotar

Ê Berê MA QEY FEQÎR QELÎYABÛN
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.