Di Bin Siya Qudsê De Kurdên Filistîn

Article

Çavkaniyên dîrokî diyar dikin ku beşek ji Kurdan ji destpêka serdema Eyyûbiyan ve li Filistînê bicîh bûne. Bi hezaran mucahid û mîrên Kurdan, bi pirranî ji bajarên Herêma Kurdistanê xwe li banga heq, banga cîhadê ya Selaheddîn girtin ku ji bo azadkirina Fîlîstîn û Axa Pîroz destpê kir. Siyaseta Selaheddîn, li ser esasê bicihkirina leşkerên Kurdan li bajarên Fîlîstînê û dayîna parçeyên erdên Filistînê ji wan re bû. 

Bi derbasbûna roj û meh û salan di gel ‘ulema û erkanên eskerî qefle bi qefle Kurd çûn Filistîn. Kurdan li bajarê Qudus, El-Xelîl, ‘Eka, Nablûs û Ğezze taxên taybetê bi xwe avakirin. Van taxan îdî bi navê “Taxên Kurdan” meşhûr bûn.

Vê hebûna Kurdan di têkilbûna çandî û bihevguhertina şaristanî de bi xelkê Filistîn re tesîrek mezin çêkir.

Hatina zana û ‘ulemaên dîn yên Kurd bi bal bajarên Filistînê ve di serdema Memlûkiyan de jî berdewam kir. Şêx Îbrahîm b. Hudmet’ul-Kurdî hat gundê Se’îr ku di navbêna bajarê Quds û El-Xelîl de ye. ‘Alimê meşhûr Bedreddînê Hekarî yê Seltî û zaruwên xwe ji rojhelatê Urdun bajarê Seltê hatin li Qudsê bicih bûn û li Qudsê taxa “Seltiye” avakirin. Neviyên Wî bi sedsalan îmamtiya Mesciduleqsa kirin û bi navê malbata “el îmam” dihatin naskirin. Heta îro jî li Qudsê îqame dikin. Hejmara Kurdan li Qudsê gelekî zêdebû. Li wir taxa xwe avakirin û bi navê “Taxa Kurdan” tê naskirin ku li rojavayê taxa Meğarîbe dikeve. Îro bi navê “Taxa Şeref (Şanazî)” tê naskirin.

Bajarê Qudsê pêşwaziya hejmarek mezin yên ‘ulemayên Kurd kiriye ku li pey xwe di dîroka bajêr de şopên tiliyên bi rûmet hiştine. Wek Şêx Ehmed Mûhemmed el Kurdî el Bestamî li medresa Es-Salahiyetussufiye bi salan ders daye, sala 1400 mîladî wefat kiriye. Şêx Necmeddîn Dawud el-Kurdî li medresa Selahiye, Şêx Derbas el-Kurdî el-Hekarî li medresa Cawliye ders dane.

Îro di seha Qudsa Şerîf de “Quba Qîmriye” heye. Navê xwe ji mucahidên Kurdên ku ji qel’a Qîmr hatine girtiye. Ev qel’e di navbêna çiyayê Mûsil û Xelatê de ye. Ji xudyê qel’ê re tê gotin “Ebulfewaris (bavê siwaran)” û komek mîrê Kurdan tên nisbetdan bi bal vê qel’ê ve. Di vê “Quba Qimriye” de Mîr Husameddin Ebul-Hesen, Mîr Diyaeddîn Mûsa, Mîr Husameddîn Xidir, Mîr Nasiruddîn Ebulhesen definkirîne. Neviyên van mîran îro jî li “Qudsê” û “Dûra” ya navçeya Elxelîlê dijîn û bi “Malbata Qîmrî” tên naskirin. Hineka ji wan piştî herba sala 1967 koçî bajarê ‘Emman û Zerqa ya Urdunê kirin.

Hatina Kurdan bi bal Qudsê ve di serdema ‘Usmaniyan de jî dewam kir. Kurdê ku ji Heccê dizivirîn dihatin Qudsê û derdora wê, li quncikek bajêr bi navê “Taxa Ezbekiyan” diman ku taybetê bi wan bû. Hinik ji wan di artêş û hêzên ewlehiyê de hatin bikar anîn. Mesela Hesen Ağayê Kurdî li Yafayê yek ji endamê artêşa ‘Usmanî bû. Hecî Bekir Ağayê Kurdî çawîşê leşkerê ‘Usmanî bû li Qezayê. 

Leşkerên Kurd di serdema ‘Usmaniyan de, di sedsala 16 yan de, li Bajarê Ğezze bi navê "Meqerra Sanceqa ‘Usmanî ya Ğezze" taxek ava kirin. 

Sala 1671ê de Ewliya Çelebî dema serdana bajarê Sefedê dike behs dike ku pirrê niştecihên bajêr Kurd in, bi navê “Taxa Kurdan” taxek heye û tê de 200 malên wan hene.

Wisa tê zanîn, Kurdên ku di serdema ‘Usmaniyan de çûne gund û bajarên Filistîn ji Kurdên Dimeşq, Cizîr û Diyarbekir çûne. Her yek ji wan jî meqsedên wan cuda bûne. Hinke ji wan ji bo ked û bazirganiyê, hinik ji bo karmendî û rêveberiyê, hinik jî ji bo bikevin artêşa leşkerî hatine.

Eşîr û malbatên Kurd ên herî meşhûr li Filistînê ev in:

Xanedaniya Mezin ya Eyyûbî: Piştî azadkirina Filistîn ji xaçperestan, wê derê ji xwe re gerandin welat. Ji 27 ‘eşîr û malbatan pêk tê. Îro pirrê wan li El-Xelîl rûdinên. Hinik jî li Qudus, Nablûs, Yafa, Misir û Urdunê rûdinên.

Malbata Îmam: Îro li dora medresa Emîniye li hêla bakûrê ‘Herema Qudsa Şerîf rûdinên. Koka wan dighêje ‘alimê meşhûr Diyaeddîn Mûhemmed Ebû Îsa el-Hekarî. Neviyên wî bi sed salan îmamtiya Mescidul Eqsayê kirin. Leqeba wan a “el îmam” ji wir tê û hê jî bi vî navî tên naskirin.

Malbata Ze’rûr: Yek ji malbatên Kurdên ku hejmara wan herî zêde ye. Bi eslê xwe Eyyûbi ne. Li Quds û El-Xelîlê rûdinên.

Mala Mela: Ji nesla Mela ‘Eli yê hakimê Nasire ne.

Malbata Seyf: Kurdên ku li Tirablûs û Lubnanê hakimtî dikirin.

Malbata Mûsaw Îsa: Ji malbata Seyf in, li derdorê Nablûsê rûdinên.

Malbata Qîmrî: Ji alî Mûsil û Xelatê hatine, neviyên mîrên Qîmrê ne.

Navê Taxa Şêx Cerrah li Qudsa dagirbûyî, di van rojên dawî de di serî de ye. Çimkî rejima dagirker a siyonîst dixwaze li wê taxê Filistîniyan ji malên wan derxîne da ku li şûna wan malbatên dagirker bicîbike. Bes ki ye ev Şêx Cerrah? Çima navê Wî li taxeke Qudsa Şerîf hatiye danîn?

Şêx Cerrah berê gundekî Filistînê, girêdayî bi wîlayeta Qudsê ve bû, li rojhilatê wê dikeve. Di herba 1967an de ket bin dagirkeriya siyonîzmê. Anha bûye taxek ji bajarê Qudsê. Vê taxê navê xwe ji mîrekî Selaheddînê Eyûbî, Emîr Husameddîn b. Şerefeddîn ‘Îsa el-Cerrahî distîne ku bijîşkê Selaheddîn bû ye. Şêx Cerrah di sala 598ê hicrî de wefat dike û li wê taxê di “Ezzawiyet’ul-Cerrahiye” de tê definkirin.

Tê destnîşankirin ku Kurdên filistînî bi pirranî di nav civaka ‘Erebên filistînî de ‘heliyane û mezc bûne, bûne perçeyek ji pêkhateya Qudsê, Filistîn û nasnameya neteweyî. 

Ev, siyaseta Selaheddîn e. Çimkî Selaheddîn xwest di bin siya Qudsê de Kurdan bigerîne muhafizê Wê û hemî erda Filistîn. 

_____________________

Çavkanî: 

1- https://info.wafa.ps/ar_page.aspx?id=9502

2- Vikipedi ya ‘Erebî

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

5

Gotar

Ê Berê ÎHTÎFALA BI MEWLÛDÊ ...
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.