Kurd û Tirk birayên hev in!

Article

Vê gotina ku ji mêj ve di rojevê de ye û dema ku qala mafên Kurdan tên kirin wek hingiva Bidlîsê şêrîn tê nîşandan û ji ser zimanan nayê xwarê, qîmet jê re nemaye...

Ji ser vê gotinê tiştê ku ji wan re helal e ji me Kurdan re haram tê hesibandin. Ev ji ne bes e bi qanûnên xwe yên beşerî him hebûna me him ji zimanê me tê inkarkirin...

Biratî bi vî şeklî nabe.

Ez ê qet behsa pêvajoya damezrandina Komareya Tirkiyê ya ku tê de qetlîamên mîna Geliyê Zîlan û Dêrsimê hatin kirin nekim. Ez ê we qet nebim wan salên 90î yên ku lê xeberdana bi zimanê Kurdî qedexe bû. Ez ê qala çend tiştên ku di sala 2021ê de qewimîne bikim da ku derd û kûlê me bê famkirin.

Dema ku dîrok Sibata sala 2021ê nîşan dida li Enqerê di Kulliyeya Serokomartîya Tirkîyeyê de merasîmeke bi navê "Yunusê Me" hat tertîpkirin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di vê merasîmê de axavtinek kir.

Parçeyek ji axavtina Erdogan a ji wê rojê ev e:

"Hêmanê ku welat diparêze pêşî ziman dû re artêş e. Ji ber vê yekê divê em gelek zêde li zimanê xwe Tirkî xwedî derkevin. Ji ber ku 700 sal ji ser wefata Yunus Emre derbas bû em seferberîyeke bi navê Tirkî Zimanê Cihanê' didin destpêkirin. Ger zimanê me lawaz bibe wê demê dê sînorên me yên siyasî, medenîyet û çanda me ya hevpar di nexşeyan de dê bes ji xêzekê ibaret bimîne. Mixabin zimanê me  ber bi lawazbûnê ve diçe. Mixabin qedr û qiymeta ku ji zimanê biyani re tê dayîn, ji Tirkî re nayê dayîn... Xeta parastinê ya herî bi qewet a ku em ê li dijî emperyalîzma çandî deynin parastina zimanê me ye..."

Meseleya duyemîn jî ya Wezîrê Perwerdehîyê yê Tirkîyê Ziya Selçuk e.

Li gorî nûçeyên ku berî vê çendakî hatin weşandin Wezîrê Perwerdehîyê yê Tirkîyê Zîya Selçuk ji ber pêşnîyaznameya ku ji meclîsê re hatiye dayîn wisa gotiye:

"Ji bili zimanê Tirkî li mekteban bi zimaneke din perwerdehî nikare bê dayin..."

Herî dawî jî Muharrem Înceyê Serokê Partîya Memleket di bernameyeke televîzyonê de derheqê perwerdehîya zimanê zikmakî ya bi Kurdî de got ku “Kurdî ne li gorî pedegojîyê ye…”

De werin Kurdno û Tirkno! Em bes li ser van her du gotinan çend tiştan ji hev re bibêjin.... Pêşî em berê xwe bidin xwe, ango Kurdan û lazim e pêşî em şûrê li xwe tûj bikin.

Gelê Kurdên ku li bakurê Kurdistanê dijîn! Ka li Serokomarê Tirkîyê mêze bikin. Çawa ji bo zimanê Tirkî durr û gewheran dirjîne û banga xwedîderketina zimanê Tirkî dike. Çawa pê dizane ku "Hemanê ku welat diparêze pêşî ziman dû re artêş e..." Çawa fahm kiriye ku "Ger zimanê me lawaz bibe wê demê dê sînorên me yên siyasî, medeniyet û çanda me ya hevpar di nexşeyan de dê bes ji xêzekê ibaret bimîne..." Çawa haya wî jê heye ku "Qedr û qiymeta ku ji zimanê biyanî re tê dayîn, ji Tirkî re nayê dayîn..." û çawa biryar daye "Xeta parastinê ya herî bi qewet a ku em ê li dijî emperyalizma çandî deynin parastina zimanê me ye..."

Bes li van gotinan mêze bikin û jê ders û ibret bigirin. Ders û ibret girtin ne bes e. Biryareke jêneveger bidin û di mala xwe, li çarşî û sûkan, di mekteban de bi kurtasî li her derî li zimanê xwe yê şêrîn xwedî derkevin. Li her derî pê xeber bidin û pê binivisin. Lewra hebûna me bi zimanê me ve girêdayî ye. Her çi qas îro em di navbera tunebûn û hebûnê de herin werin jî ger em li zimanê xwe xwedî dernekevin sibe zerre misqal ji hebûna me nemîne...

Vêcar em berê xwe bidin Tirkên ku her tim ji me Kurdan re dibêjin em birayê hev in.

Gotina rast û xweş li her derî rast û xweş e û heqîqet ji teref kî/kê ve bê gotin divê bê gotin û jê re destek bê dayîn. Em ji ber vê yekê destekê didin gotinên Erdoganî yên derheqê parastina zimên de.

Em destekê didine gotinên wî; lê belê çend tiştên ku lazim e bên gotin û li ser wan bê sekinînin hene.

Xwedayê ku erd û asîmanan û temamê tiştên ku di navbera her duyan de ne xuliqandiye di Qur'ana Kerîm de di sûreya Rûm ayeta 22yan de dibêje: "... Cûdabûna reng û zimanên we ji ayetên Xweda ne."

Digel ku ev tişt tên zanîn, di qanûnên Tirkiyê de Kurd tune tên hesibandin û li ber tê girtin da ku di mekteban de bi zimanê xwe perwerdehîyê bibînin. Erdoganê ku berî niha hebûna meselê qebûl dikir û hewl dida Kurd bibin xwediyê mafên xwe, van pêlan di her wexta ku mesele vedibe de dibêje "Meseleya Kurd tune ye." Ji bilî vê yekê herî dawî Wezîrê Perwerdehîyê yê Tirkîyê Ziya Selçuk destnîşan kir: "Ji bilî zimanê Tirkî li mekteban bi zimaneke din perwerdehî nikare bê dayin" û Înce jî rabû got ku: Kurdî ne li gorî pedegojîyê ye…”

Hebûna me Kurdan û zimanê me ; bi înkarkirin û tunehesibandina we ve negirêdayî ye. Em ji mêj ve hene, zimanê me heye....

Ger weke ku hûn dibêjin em di dîn de birayê hev bin, wê demê divê hûn hebûna me û zimanê me qebûl bikin, tiştê ku hûn ji bo zimanê xwe teleb dikin û divê ji bo zimanê me jî bê dayîn û Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê.

Li gorî maddeya 42yemîn a makaqanûnê welatîyên ku ne Tirk in û li mekteban perwerdehî dibînin Tirk tên hesibandin û zimanê Tirkî jî wek zimanê wan a zikmakî tê qebûlkirin.

Hewce nake ku em dûvidirêj bikin. Ger hûn ehlê îmanê bin goh bidin ayeta Xweda "...cûdabûna reng û zimanên we ji ayetên Xweda ne." û vê gotina Malcom X: "Ger heqek ji bo hinek kesan helal û ji bo we haram be zanibin ku ew din ne a Xwedê ye, dinê dagirkeran e."

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.