Avakera Yekemîn Zanîngeha Cîhanê...

Article

Avakera Yekemîn Zanîngeha Cîhanê; Fatima Keça Muhammedê Fihrî yê Qureyşî

Navê wê stêrka jinan Fatima Bint-i Muhammed El- Fihrî El-Qureyşî (فاطمة بنت محمد الفهرية القرشية) bû. Ew li bajarê Qeyrewan hate dinê ku ew der îro di nav sînorê dewleta Tunusê de ye.

Ew ne melîke bû, ne prenses bû, ne jî keça mîrekî hêzdar bû; wek herkesî ew di nav xelkê xwe de bi tenê jinek bû. Digel vê jî wê jinê, xêr û qenciyek wisa mezin kiriye ku heta dinya hebe babetê pesn û aferînê ye. Ew sitêrka jinan mezintirîn mizgefta Bakûrê Afrîka ku Mizgefta Qarawiyyîn e û yekemîn zanîngeha cîhanê ku Zanîngeha Qarawiyyîn (جامعة القرويين) e ava kiriye.

Ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve Medreseya Qarawiyyîn a li Fasê wek yekemîn zanîngeha cîhanê hatiye pejirandin. Ev xêrhatxane di sala 859ê mîladê de, ji aliyê jin-alimek misilman ve hatiye avakirin ku ew Fatima el-Fihrî ye.

Malbata el-Fihrî di sedsala 9. de ji Tunusê koçberê bajarê Fes a Fasê bûne. Fatima di nav malbatek dewlemend û şareza de mezin bû. Wê pêmayiyên mîrate hemî, di xêr û xizmeta mirovan de bi kar anî û mizgeft û medreseyek pir bi bereket ava kir. Ku ta îro 1000 sal zêdetir li kar e.

Hemî mîrate ya ji bavê wê mayî di oxira Dîn û zanînê de xerc kir. Di vê zanîngehê de kursiyê ilmî yê ewil hatin danîn li ser ilmê Quran’a Pîroz û Fiqhê bûn. Pişt re li ser ilmên tenduristî, astronomî, dîrok û erdnîgariyê jî perwerdehî destpêkirin.

Fatima û xwişka wê Meryem di serdemên zaroktî û ciwantî ya xwe de perwerdehiyek baş dîtin. Digel berhemên Ehkamê Dînê Îslamê, Fiqh, Hedîs û Jiyanname ya Hz Muhammed Pêxember berhemên din jî xwendin.

Ji bilî qeyd û nivîsên ji dîrokzanê sedsala 14an İbn Ebu Zaraa gihaştine roja me, agahiyên derbarê jiyana wê ya taybet pir hindik in. Lewra Pirtûkxaneya Qarawiyyîn di sala 1323 yê mîladê de ji ber şewatê rasta ziyanek mezin hatiye. 

Piştî ku malbata Fihrî li bajarê Fesê niştecih bûn gelek wext neborî ku Fatima zewicî. Bavê wê, birayê wê û zilamê wê li pey hev wefat kirin. Serwetek baş bi wê û xwişka wê Meryem ve ma.

Wan dikarîbûn bi vê serweta mezin li dûv kêf û zewqa dinyayê herin. Lê belê wan rihê rehmetiyan bi xêr û xêrhatxaneyan şad kirin. Gelek sedeqeyên cariye li dûv xwe hiştin ku wisa xwuyaye heta qiyametê deftera wan a xêran dê vekirî bimîne.

Gelek penaberên ji Îspanya hatî li bajarê Fesê niştecih bûbûn. Nifûsa Misilmanên Fesê gelek zêde bûbû û mizgeftên heyî têra wan ne dikir. Ji ber vê yekê Meryem di sala 859an de Mizgefta Endulûs da çêkirin. Fatima jî mizgeftek da çêkirin lê belê proseya mizgeftê gelek mekanên perwerdehiyê jî dihewand.

Ew bi şexsê xwe li ser projeya mizgeftê sekinî. Serê Remazana sala 859an avahî hat lêkirin, ji wê rojê heta avahiya mizgeftê temam bû 18 salan rojî girt. Pişt re ket nav mizgeftê û dua kir. Diyar e ku vê jina mubarek bi îxlas û dilsoziyek gelek mezin xwe xistibû oxira vî şuxlî. Û ji ber vê jî berhema ku derket holê pir bi bereket bû.

Li Awrûpa Zanîngeha Bolonya zanîngeha herî kevn tê qebûlkirin ku ew di sala 1088an de hatiye avakirin; Zanîngeha Qarawiyyîn 229 sal beriya vê derê dest bi xizmeta perwerdehiyê kiriye. Zanîngeha El-Qarawiyyîn bi sedan sal beriya Zanîngehên Oxford û Cambridge hat avakirin.

Di serê salên 1900an de zarokên bijarte yên Fasê êdî berê xwe dan Enstîtûyên perwerdehiya bi şêweyên Rojava. Piştî wê demê bandora zanîngehê bi awayekî berbiçav daket. Bi sedan sala Zanîngeha Qarawiyyîn bo alema Îslamê bûbû navendek manewî û di warê perwerdehiyê de rolek girîng hilgirtibû. 

Ev medrese di serê ewil de li ser doktrînên dînî û jiberkirina Qur’anê rawesta. Pişt re berê xwe da rêzimana Erebî, mûsîqî, tesewwûf, tib û hwd. Digel vê jî heta sala 1947an tevlî sîstema perwerdehî ya dewletê nebû. Di sala 1957an de beşên fizîk, kîmya û zimanên biyanî vebûn, di sala 1963an de tevlî sîstema zanîngehên nûjên yên dewletê bû.

Zanîngeh hê jî ji gelek cîhetan ve kevneşopiya xwe didomîne. Emrê xwendevanan di navbera  13 û 30 salî de diguhere, li dor şêxekî bi renge xeta heyvê dirûnin û metnê xwe dixwînin. Medrese di asta lîse û zanîngehan de îcazet dide.

Pirtûkxaneya El-Qarawiyyîn

Pirtûkxana El- Qarawiyyîn yek ji pirtûkxaneyên herî kevn tê qebûlkirin. Li vê pirtûkxanê 4000 destxetên dîrokî hene, Quranek ji sedsala 9em û gelek pirtûkên herî kevn yê hedîsan û hwd...

Zanîngeha El-Qarawiyyîn digel bondaro xwe ya giran li ser sedsalên piştî avakirinê xwe, di kûrahiya dîrokê de jî gelek zêde kesayetên navdar derxist. Digel alimên Misilman gelek kesayetên Cihû û Xirîstiyan jî di vê zanîngehê de mezin bûne. Weke Hesen El-Wazzan ê (حسن ابن محمد الوزان الفاسي, Leo Africanus) dîplomat û erdnas, Mûsa bin Meymûn ê (موسى بن ميمون, Maimonides) feylesofê Cihû, Îbn-î Ruşdê feylosofê Îslam, Îbn-î Xaldun ê (أبو زيد عبد الرحمن بن محمد بن خلدون الحضرمي) dîroknas û civaknas, Îbn-î Hazm ê (ابن حزم) helbestvan sûfî û feylesof û gelek kesayetên din ên navdar li vê zanîngehê perwerde bûn.

Her wisa Îbn-î Beja yê zanayê Tibbê, Ben Ajrûm ê rêzimanzan, Jacob van Gool ê matematîkzanê oryantalîstê Hollendî, Muhammed el-Cezerî yê mutefikirê tesewûfê, Papa Sylvester ê II’em jî bawerî ew e ku li vê zanîngehê perwerde bûbin.

Fatima el-Fihrî di sala 880an de emrê xwe timam kir û çû ber rehma Xwedê. Dema wefat kir, çend sal zanîngeh û pirtûkxane ya ku wê saz kirî li kar bû.

Hêvî dikim misilman jin û mêr pêkve ji dîroka xwe baş agahdar bin û berê xwe dîsa bidin ilm û zanînê. Her wisa dixwazim ku misilman bala bidin ser îbadet û îxlasê ku kiryar û rojîgirtina Fatîma El- Fihrî xweş mîsal e. Di nezera min de ev xêr û bereketa wek deryayê bi îxlas û teqwa ya Fatîma ve girêdayiye.

Li aliyê din hêvî dikim ku kesên sedemê paşvemayîn û cehaletê bi dîn ve girêdidin xeletiya têgiha xwe bibînin.

 

Pêxemberê Îslam Hz. Muhammed gotiye:

“(1)An bibe ji kesên perwerdehî didin,

(2)an bibe ji kesên perwerde dibin,

(3)an bibe ji guhdarê ilm

(4)an jî bibe heskiriyê ilm.

Zinhar nebe ji yê 5’an. Yan na tê helak bibî.”

 

Ferheng/Luğat/Sözlük

Avaker: Çêker, Sazker, Kurucu

Mizgeft: Mescîd, Camî, Perestgeha Misilmanan

Pejirandin: Qebûl kirin, qaîl bûn, qanih bûn, kabul etmek, onaylamak

Rêxistin: Organîzasyon, kom, örgüt

Perwerde: Eğitim, terbiye

Zanist: İlm, zanyarî, bilim

Çand: Kültür

Netew: Milet, ulus

Xeratxane: Feqîrxane, muesseseya xêran, hayır kurumu

Şareza: Medenî, xwenda û kubar

Mîrate: Miras

Berhem: Encama karekî tişta derdikeve holê, eser, ürün

Şewat: Yangın

Nûjen: Nû, yenilik, modern

Kevneşop: Gelenek

Pirtûkxane: Kitêbxane, Kütüphane

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Ê Berê Çand û Taybetiyên Çandê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.