MA QEY FEQÎR QELÎYABÛN

Article

Bi navê Xweda...

Xwendevanên ‘ezîz! Di dînê Îslamê de li ser temamê misilmanên maldar an jî nemaldar pêwîst e ku sedeqe di rêya Xwedê de bidin. Lewra derheqê vê meselê de him di Qur'ana Pîroz de gelek ayet hene, him jî gelek hedîsên Resûllûllah ‘eleyhîsselam gihaştine me.

Tiştê balkêş ev e, dibe ku meriv ji kîjan tiştan sedeqe û xêr bide ewê li bal Xweda qedr u qîmeta meriv wê pirtir be. Li ser vê meselê ezê hîkayeke pir bi îbret bi were parve bikim. 

Di dem û wextên berê de li gundekî zilamekî nêçîrvan hebûye. Rojek ji rojan ev zilam ji kulfetê xwe re dibêje:

Hurmê! Xweda bike nesîb ezê sibê herim seydê. Û dibe ku ez du sê rojan li seydê bimînim. Ji ber vê yekê ji kerema xwe re mal hazirî hinek tiştên xwarinê têxe tûrikê hespê min. 

Piştî hazirîye rê diqede, zilam li hespê xwe siwar dibe û tevê tajîyê xwe diçe seydê.

Mewsîm havîn e, zilamê ku çûye seydê piştî du sê rojan ji seydê vedigere malê. Hespê xwe û tajîyê xwe datîne malê û diçe nava gund. Pîreka wî a reben jî tûrikê ku xwarinê têde şandîye vala dike. Dinêre ku qewanoza ku mehîrê têde şandîye tijeye. Gava pîrek devê qewanozê vedike diveciniqe, lewra mehîr hingî tirş bûye meriv ji bêhna wê gêj dibe. Pîreka reben jî bi dilekî safî mehîrê dide tajîyê. 

Demeke şûnda zilam tê malê û di navbera wan de xeberdaneke wisa derbas dibe:

Zilam: Hurmê! Gelo te tûrikê min ê seydê vala kir?

Pîrek: Erê welleh min vala kir.Te çima pirsî ?

Zilam: Te ji bo ku ez bixwim mehîrê şandibû, lê min nexwar. Te çi kir jê?

Pîrek: Welleh ew mehîr hingî tirşokî bûbû gêja meriv dibir. 

Zilam: -Êêê te mehîrê çewa kir?

Pîrek: Welleh hema min jî danî ber tajîyê te. 

Zilam qîrîn dike û dibêje:

Hey qîza bê bavan! Te bi çi aqilî mehîra tirşoqî daye tajîyê min ê seydê. Lê ku tajî pê bimirana? 

Pîrek bi vê gotina zilamê xwe heyîrî dimîne û dibêje:

Xweda ji te razîyo! Îja minê çi bikirana ji mehîra tirşoqî? 

Zilam ji dil dibêje:

Ma qey malbatên feqîr qelîyabûn. Te yê wê mehîrê xêra dê û bavê me bidana malbateke feqîr.

Xwendevanên bi rûmet! ez bawerim ku we temaman meselê fam kir. Ola Îslamê tewsîya me dike ku em tiştên li ber dilê me herî qenc tesedduq bikin. Gava em were bikin emê li bal Xweda bibin ji kesên hatine pesinandin. Tiştê ku em nexwin û li xwe nekin pêwîst e em nedin kesekî.Hêvîya me ji Rebbê me eve ku me bigerîne ji kesên camêr û qenc. 

Emanetê Xweda bin...

Di debarê nivîskar de

Têhev

9

Gotar

Ê Berê Keyf û Şahîya Îdan
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.