Bizmarê Teşîyê

Article

                Rojek ji rojan, carek ji caran, rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Di zemanekî berê da, ewlîyayekî Xwedê hebûye. Kar û îşê vî ewlîyayî, çareserkirina meseleyan bûye. Li kêderê şer û pevçûnek hebe tespît dike û xwe kar dike, diçe vê meselê çareser dike.

                Ev ewlîya rojekî seh dike ku li herema rojhelat, di navbera Mala Kazo û Mala Bozo da neyartîyek derketiye, hatine ber şer kû her dû alîyan xwe ji bona vî şerî hazir kirine. 

                Ewlîya, milê xwe hil dide, du loq nan û çend pivazê hişk dixe tûrikê xwe û dikeve rê. Bi rojan di rê de dimîne, heta xwe dighîne menzîla xwe. Belê dema di rê de diçe, li çend qonax û gundan disekine. Bîna xwe dide, limêj û ta’etê xwe dike û ji milletê hinek sewalan dike. Ka mesela herdû alîyan çiye, çima bi hevdû ketine, derdê wan çiye?Li gora xwe ji bona meselê fêm bike hinek pirsyaran dike. Li ser pirsên Ewlîya, wiha bersiv (cewab) hatine:

Yekî gotiye:

-          Kalo! Min heta niha di dîrokê de meseleyek wiha seh nekiriye. Serê deh rojan e ku her dû alî di ber hevdûdane. Bi hezaran însan hatine kuştin, ev şer dê nema bisekine, tu jî hişê xwe bide serê xwe û vegere mala xwe. Bila serê te jî nekeve belayê.

Yekî din dibêje:

-          Xalê min! Mala Kazo girtine ser gundê Mala Bozo, malê wan tev şewitandine, mêrê wan tev kuştine û wan qelandine.

Yekî din jî wiha xeber daye:

-          Mamo! Te tûrikekî daye milê xwe û ber bi agir ve diçî. Te hişê xwe hinda kiriye. Dibêjin Mala Bozo gotine ji îro pêda kî silavê bide Mala Kazo emê wan qir bikin, nebî nebî tu kes were nava me.

Û her wiha. Bi rastî, ji ber ku Ewlîya nedûrî van meseleyan e, li gora xwe van xeberdanan li bêjingê dixe û meselê hinekî fêm dike. Dema Ewlîya digihîje meselê dinhêre ku, erê Mala Kazo û Mala Bozo xwe ji bona şerekî giran hazir kirine. Lê wek ku di rê de hinek kesan giran digot, kesekî mirî yan jî şewitandina gundan tune ye. Ev yek kêfa Ewlîya tîne. Zane mesele nemezine.

Ewlîya gazî mezinê Mala Kazo û Mala Bozo dike. ‘Ka werin, ezê li we guhdarî bikim, bê ka derdê we çiye, mesela we çiye?’ Serê ewil herdû alî jî xwe giran dikin, ‘inyad dikin, nayên. Lewra ji bona şer xwe sor kirine. Şûrê xwe tûj kirine, rextê xwe li xwe kirine. Deng diçe kî! Hinek kesên ku agir geş dikin jî, ji herdû alîyan xeberan dibin û tînin, fitnê geş dikin. Lê dawî qebûl dikin û têne ber çoka Ewlîya rûdinên.

Ewlîya, ji mezinê Mala Kazo meselê dipirse. Ew jî wiha dibêje:

-          Nebî nebî ji me re behsa lihevhatina Mala Bozo bikî. Ew mêr in ku gotine emê qela Mala Kazo bînin, ‘erd û malê wan talan bikin, wan ji vê heremê bipeşkînin. Berê wan bidin çolan.

Dor tê ser mezinê Mala Bozo, dibêje:

-          Xwedao tu mezinî! Bila roj li me bibe sibe emê nişanî we bidin ku Mala Bozo kî ne. Mala Kazo sond xwarine ku wê sed mêrî ji Mala Bozo daleqînin, wan bi kûçikan bidin xwarin. Heta yek ji me mêrê Mala Bozo bimîne, kes nikare neyartîya me û Mala Kazo biqedîne.

Bi van sond û gefan heta sibê xeber didin. Ewlîya jî, zanayê van meseleyan e. Heta berdestê sibê wan dide xeberdan. Heta dixwestin xeber didin. Dawî êdî taqet namîne di wan da, Ewlîya jî êdî meselê fêm kiriye, dibêje:

-          Ka ji min re bizmarekî bînin.

Xelqê civatê li ser vê xwestinê heyîrî dimînin. Her dû alî li ber şer in. Di destê wan de şûrê wanî tûj dikin hevdû biqelînin. Ewlîya bizmar dixwaze. Merivekî ji civatê radibe, bizmarekî tîne, dirêjî Ewlîya dike. Piştî bizmar tê destê wî, vêcarê dibêje

-Ji Mala Kazo pîrekeke extîyar heye, navê wê Pîra Sosin e, gazî Pîra Sosin bikin bila ew jî were civatê.

Ellah Ellah, piştî bizmar, vêcar jî Pîra Sosin. Xêr be Înşaellah, Ewlîya hişê xwe hinda nekiribe baş e.

Merivek diçe dikeve milê Pîra Sosin û wê tîne civatê. Ewlîya lê difetile, dibêje:

-          Pîra Sosin! Te teşîya xwe jî anî.

Pîra Sosin, ji tûrikê xwe teşîya xwe derdixe dirêjî Ewlîya dike. Teşî bûye du perçe, gilovera serî û govtê teşîyê ji hevdû qetîyaye. Ewlîya, herdû perçê teşîyê bi hevdû ve datîne, bizmar lê dixe, teşîyê saz dike û dirêjî Pîra Sosinê dike.

Ewlîya:

-          A ji were, mesele qedîya. Şerê we tev, li ser bizmarê teşîya Pîra Sosin bû. Piştî teşîya wê saz bû, pirsgirêk jî nema.

Herdû alî li hevdû dinhêrin, ji ‘eyban serê xwe pêl dikin. Nexwe ne ji Ewlîya bûna, wê bi sedem bizmarekî bi sedan mêr bihatina kuştin.

Çiroka me çû dîyaran, rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

16

Gotar

Ê Berê Dengê Xezze
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.