QUDSA PÎROZ!

Article

 “Qudûs” bi dilzîzîyên dil û hişê ku dinya di wan de hilnayên me dorpêç dike.

“Qudûs” wek alayeke li ezmana diheje, xwedî me’ne û berfireh e.

“Qudûs” meşaleke kevnare e, tarîtîya ummetê rûnî dike.

“Qudûs” dergaha eşqê ye, qasidên heskirinê bi ber qelban ve bi rê dike.

“Qudûs” mîna Zîna Mem, Leylaya Mecnûn, Asliya Kerem e ku çav ji wê diheside.

“Qudûs” mekan û meskena Mescîda Eqsa ye ku bi her hawê xwe pîroz e.

Cîyê Mî’racê, destpêka nimêjê, sicdegaha hemî pêxemberan û derenca rêya Sîdretul Muntehaya xizna şerefan e.

Sergeh û qerargeha generalên zarokên biçûk ku bi kevir û qewsikên destê xwe dertên hemberî sîleh û çekên pêşketî û deftera mêranîyê dinivisînin.

“Qudûs” gulîstana serhildana Huseynî ye ku xwîna paqij pompe dike qelbên bajarên dorpêçkirî û baqên gulên ji rûhê întifadayê bidest xistine, pêşî ummetê dike.

Besta şehadetê ye, bi her rêz û nîşana xwe destana ‘egîdên Îzzeddîn El Qassam, Fethî Şeqaqî, Yehya Eyyaş, Şêx Ehmed Yasîn û Ebdulazîz Rantîsî ye.

Welatê zerafetê, muhebbetê, xweşkahiyê ye ku li meydana cenga peyvê, gotin li ber wê teslîm dibin.

Ji lew ey Qudûs!

Ji paşila dîrokê bi bal cîh û warên bêdawî em difirin ber bi hêvî, xwestek, xevn û xeyalên xwe va bi te ra.

Bi te ra em rîsaleta pêxemberên ku li ser ‘erda te bêhn dane û stendine dijîn; Meryema pak û paqije ku di paşila te de tevna ‘îffet salîhebûnê hûnandîye.

Berxwedana qewî ya Pêxember Zekerîya yî ku em bi te li hember kesên ji rê derketî û xerab dijîn. Dîsa em bi tekoşîna Pêxember Yehya ye ku di xwîna xwe de zulm û kufur tefandiye dijîn.

Belê ey bajarê helbestan ku qelbê min rêz rêz ev hûnandîye! Ey dîyarê helbestan ku helbestvan axa herîya xwe ji bawerîyê, ava wê ji hêstiran stendîye.

Silav li te û ‘egîdên te be.

Silav li eşq û evîna te be.

Silav li doz û berxwedana te be.

Silav li serhildan û întîfada te be.

Silav li wan sibehan be ku wê ummet baskên xwe bi te re bal ezmanên azadîyê ve hêl bike.

Ê me ruhên me hêsîrîn, ê te bedena te. Em bi bedena xwe azadin, tu bi rûhê xwe.

Bi hevîya ku rojên tu tîbûna rûhên me, bi azadîyê têrav bikî, wesselam.

Di debarê nivîskar de

Têhev

19

Gotar

Ê Berê ÇI LI PIŞTA TE YE, EW LI PÊŞYA TE YE
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.