BİRÎNA BÊDERMAN FİLÎSTÎN

Article

 

Gelê Misluman  bi dirêjîya tarîxê leqayî zulmê bûye, ji bil Xweda tû kes û kesekî me tune ye. Gewdê me perçe parî bibe jî em dîsa serê xwe ji zilmê re natewînin.

Dilê me li Miyanmar, li Turkîstan, li Misrê, li Filîstîn, li İraqê, li Sûrî, li Efxanîstan davêje. Dert û kula mislumanên li van erda, yê me temama ye. Çungî Misluman yekwûcûdin, derdê hemûya, doza wan, êşû elemê wan tev yek e. Li çar alîyê Dinê Misluman têne kûştin; li rojhilat, li rojava, li başûr, li bakûr, di hûndir malê xwe de li seranserî Dûnyayê… Bi sedem êrîş û îxaneta em bûne mînak kerîyê bêxwedî; ne ji rojhilat  ne ji roj ava me xêr û xweşî qet nedît.

Bi sedem serhildanek bi rûmet li dar xistine em Mislumanê Filîstîn nexasim alaya İZZETÎN EL QESSAM silav dikin.

Mesela Filîstîn ya Qûdsê li cem ummetê dozek mûştereke. Bes Şebekeya Yahûdîyê Siyonist nêzî 70 salî ye Fîlîstîn îşxal kiriye. Îsrail ne ji bo Qûdstê, ji bo tevê dewletê mislumanan heta ji bo hemî Dinyê tehdide. Îro pirsgirêka Îsrail û Dinyê bi hevre heye. Ji ber vê yekê her bombek îsraîl daveje Gazze, li navenda şarîstanîya Dinê dikeve.

Şebeka terorîst bi piştgiriya dewletê xerbê û bi ya Emerîqa û natoyê ev 8 roje bi wehşetek pir mazin û bi xwînxarîyeke mazin êrîşî Filîstîn dike. Ji hewayê, ji behrê û ji reşaya erde, bi çek û sîlehên herî modern û girîng bomba dibarîne, bajara xira dike. Bi seda, bi hezara însanê sîwîl dûkûje, bîrîn dike. Yahûdîyê xwînxar bajarek di berhev de xira dikin.  Mixabin li pêşberî van êrîşê dûjwar deng ji kesekî dernakeve. Yekitiya Teşkilata Îslamê, Cemî’yeta Milleta, Emerîqa, Ewrûpa,  nexasim serokê dewletê misluman ewanê kû bi dev dibêjin em demoqratin li hember van êrîşî siyonîstan  kerr û lal mane.

Bêguman gazine me ya herî mazin ji mislumana ye. Çima em li pêşberî vê zulmê bêdengin? Ev serê 70-80 salî ye Qûdus esir’e, Mescîdî Eqsa dibin zulmê de ye, birayê me yê Filîstînî tên kûştin; û em bêdeng in. Ji bo azadiya Qûdsê ya Filîstîn çima em bêdeng in? Serok û mazine dewletên Mislumanan yê xayin û firotî cilika bênamûsîyê kişandine ser serê xwe,  gûhê xwe ji qêrîna zaroka, ji hewara dayikan re girtine. Dû milyar Misulman li vê zulmê, li vê wehşetê difericin. Bi dia û bi nifira xwe aş dikin. 

Şebeka terörist îsraîl, bi van érîşa, dawîya xwe hazir dike.  Çûngî di desté wan de xwîna mezlûmê sivîl heye. Di tarîxê de gelek împaratorê zornebir di xwîna mezlûma de fetisîne,  mûheqeq ewé jî bifetisin. Îsraîl mehkûmé tûnebûné ye, ev ne kehanet e. Ev nîşana sirra “Xeyril mexdûbî eleyhim” e; ev elametê cezak mazine… Û ev mizgîna fermana xwedayé Zûntîqam e: “Emé ebdnî xwe ye xûrt mûseletî ser seré wan bikin.”

Îsraîl çiqas érîşé xwe bijdîne bera bijdîne mûheqeq dê tune bibe.  Hovîtîya wan her roj ummeta bela wela dicivîne serhev. Yê zulma wan pir be tirsa wan jî pir e; Yê tirsa wan pir be zêde diqilqile. Yê agiré zulmé péxe zû dereng ew é jî té de bişewite.

Şehîdê Xezze yê Qûdsê bi xwîna xwe ji mirinan bi yan herî dûjwar re soz dan e.  Ew nemirine, yén mirî emin. Yén nezan û belangaz emin.  Wek alimekî Îslamé jî tîne ziman: “Heta Musluman tev nebin yek Qûdus azad nabe, heta Qûdus azad nebe Musluman nabin yek.”

İsrail qereqolek dewletê Ewrûpa û ya Emerîqa ye, di sênga coğrafya me de hatiye saz kirin. İsraîl qazana fitne û fesadîyê, rûreşîya serokê ereb’a, dema hewce bike, cihê xwepesinandina serokê mislumanan yê xayin û firotî ye.  

Li Filîstîn tarîx dûbare dike, lewra ev rojê zorzehmet Xweda di nava însana de digerîne. Bes di dû her tengîyê de miheqeq frehî heye. 

Gazze; Fûrqan e, heq û batil dost û dûjmin ji hev diqetîne.

Gazze; Sazûmana Dinyê kû çawa tê îdare kirin bi tevê rûreşîya wê li ber çawa radixe. Herba li Gazze ne ya Gazze û Îsraîl’e. Ev herb herba îslam û kufrê ye. Hemas bi hemû kufra Dinê re şer dike. Lêbelê mixabin misluman li pêşberê vê herbê bêdengin.

Gazze; Kerbala ya esra me ye, bi îxaneta herî girîng re seranser maye, mehkûmî  her şiklê tenêbûn, tûnebûn, tîbûn, birçîbûn, embargo û qetlîama bûye…

Gazze; Bedir e, Ûhûd’e, Xendeq’e… Heger Gazze bikeve Qûdûs dikeve, Gazze bikeve Qahire dikeve, Gazze bikeve Tehran, Şam, Qabîl, Beyrût, Stenbol, Amed, Mêrdîn dikeve. Lewra Gazze Fûrqan e…

Gazze; ji bo cengawerê azadîyê model e. Gazze rûmeta ummeta îslamê û rûreşîya Dinya bê deng’e. Bi tekoşîn û şehîdê xwe, ava jînê li ser dûbendî û bêdengîya ummetê reşandiye…

Hemas bi cesaret û ezma xwe, bi tekoşîn û berxedana xwe îsbat kir kû Îsraîl mexlûp dibe, ev heqîqet ewil li ber çavê serokê Ereba yê firotî û di pê re bi tevê Dinê raxist…

Heger îro dora bajarê Gazze bi tenqa, bi topa, bi teyara, bi geştê herbê hatibe pêçan, herroj bi tona bombe bi serde dibare jî, Gazze bi şîara “Hesbûnnallah we nî’mel wekîl” serfîraz e…

Filîstîn Şefeqa azadîya Ummetê ye, îro meş’alak vêxistiye, xwe li hewara qêrîna Selahaddîn girtiye. Dîroka Selahaddîn  carekedin bi me da nasandin, riya Selahaddînî qiyam û berxedanê bican kiriye.

Xweda erda Fîlîstîn bi bereket gerandiye, ev erda bi bereket herroj bi xwîna şehîdê Îslamê tê avdan. Her dilopek xwîna dikeve ser erda wê, dê şîn bibe û bi hezaran fêkî bigre. Yek şehît dibe bi hezaran mirov bi can dibe.

Berdevkê alaya ÎZZETÎN EL QASAM dibêje: “Em peyman didin emê dûjminê sîyonîst li ber ça’vê hemû mislumanan poşman bikin û ji qam bixin.” Mûcahidê gazze mînak Hz Mûsa û hevalê wî xwe spartine behrasor; em jî dibêjin “Fentesir ya Rebbî!’’

Gûlé ez dizanim, xweşik şîn tén û diqebilin di şûva te de. Û gûlé ez dizanim dersa berxwedané dide ummeta bé hemû xem.

Di bajaré te de xwînén tén rijandin, bican dike Ummeta di xew de… Û bi xwîna her şehîdekî bi hezaran însan ji xewa xefleté yî kûr hişyar dike Aqsa min…

Sehîfé Zebûré yi ez dizanim di mûsheféde dexim bûne; û me kémi Dawûd ji kevkanî nehejandin li ber derîyé te ey Eqsa min!...

Lé belé meleké doh Calût kûştin iro me bé alîkarî hiştine li Filîstîn. Û banokekî bankir, gote me evéna ji ber dûrketina we yî ji Qûran û sûnneté ye.

Ey Filîstîn! Ey QÛDUS! Çiqas ‘egit û mérxas é we yî ‘esîlzade hene. Çiqas dayiké we yî dilhenûn û sebirkar hene. Çiqas ‘ezîzé we yé canfîda û mérxas hene… Wé biqede ev herba té behs kirin. Wé bihile ev çiya yé bûzé… Wé roni bike Dunya meyî tarî xûna li FİLLİSTİN té rijandin… Wé bîne cemhev berxwedana Filîstîn  ummeta bela wela…

Û cihad û qiyama te, berxwedan û ‘ezma te, sebr û sebata te; weke şirité filîmekî carekdin wé were serî û béhna ‘esra saadeté li Dinya me bireşîne…

Di bextreşiya tarîxé de rûyé ummeté we sipî kir, tarîxa ‘esra se’adeté we bican kir… Şehîd, şehadet, ambargo, nefî, zindan, esaret, hîcret, di mejîya de we bi can kir… Û nûha ‘alem ji zafera we re dibin şahid. Ji niha de sed pîroz û mibarek be zafera we…

Di debarê nivîskar de

Têhev

16

Gotar

Ê Berê Di Meteorolojîya Me De Rojek Muhîm: ‘Eynter
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.