FERA ŞEKALÊ

Article

Rojek ji rojan, carek ji caran. Xwezîya min bi jîyana gundan. Gelo wê rojek were, dîsa di şevên zivistanê de, li dora soba agir, em li hevdû bicivin, pîra me ji me re çîrokek bigota? Pêşîyan gotiye: ”Tiştê çû, ne de dû.’ Bi rastî ev daxwaza min jî xwestineke vala ye.

Ka guhên xwe bidin min, ez ji were çîrokekê bêjim. Çîroka ‘Fera Şekalê’…

Di zamenekî berê de, li bajarekî merivekî xebatkar hebû. Navê wî ‘Hemedê Xecîcê’ bû. Ji ber ku bavê wî tunebû, bi navê dîya xwe dihate naskirin.

Hemedê Xecîcê, her sibe diçe karê xwe, ku dibe êvar vedigere malê. Di dema çûn û hatinê de, rêyeke dirêj dimeşe. Lewra kargeha wî, ji mala wî dûr e.

Şekaleke Hemedê Xecîcê heye, pir ji şekala xwe hez dike. Timî wê şekala dixe pîyê xwe û diçe karê xwe. Ferek ji şekalê, ji vî halê xwe ne razî ye. Ji xwe re wiha dibêje:

-Ez ku ew qas xweşik im û kêfa xwedyê min ji min re tê, lê tim û daîm min dixe pîyê xwe. Nizane ku çi te’de li min dike. Rojekê nahêle ez bîna xwe bidim. Bi temamê giranîya xwe, pêlî min dike, piştê li min şikand. Ji xwe bîna goreya wî hişê min dibe. Ezê ji fera hevala xwe re jî bêjim, êdî bes e ji pîyê wî, emê ji xwe re bi qetin, bila me jî daxe nav şekalên kevin. Em jî teqawid bibin.

Fera şekalê, di serê xwe de van xeyalan derbas dike. Rojek, du roj, sê roj… Roj wiha derbas dibin. Rojeke ji mehên zivistanê, dîsa Hemedê Xecîcê, kurkê xwe li xwe dike, şekala xwe dixe pîyê xwe û dertê ku here karê xwe. Baran e, şilî ye, her der bûye herrî… Hemedê Xecîcê, sîwana xwe dide ser serê xwe, ji bona cilê wî şil nebin û dikeve rê. Heta diçe û êvarê vedigere, halê şekala wî namîne. Heta qirikê di herrîyê de dimîne. Dema diçe hundur, fera şekalê dest bi gazinan dike:

-Wey li miiiiiin, wey li min. Ev çi jîyan e, qedab li vê jîyanê keve. Hevala min, qey êdî ne bes e ji destê vîya. Ka lê binhêre, şekal û qonderên xwe di şekalrêzê de xistiye rêzê, çi rojên şilî û bi herrî hebin, me dixe pîyê xwe. Ez ji sermayê qefilîm, êdî nema ez tehemmul dikim. Ji bo cil û bergê wî şil nebin, sîwanê dide ser wan, gelo qey em ne guneh in.

Li ser van gazin û gotinan, fera hevala wê, dixwaze teselîyê bidê:

-Hevala min, bîna xwe fireh bike. Navê me şekal e. Karê me, parastina pîyan e. Ev çi gazinin tu dikî. Li halê xwe şukur bike. Her roj tu dertê derva, di nava însanan de digerî. Ji xwe re li der û dora dinyê temaşe dikî. Di nêzîk de wê bihar were. Her der dê bi gul û kulîlkan şên bibe. Li kêfa xwe binhêre. Ma tu dixwaze em jî di şekalrêzê de birizin? ‘Eyb e, şerm e; nebî nebî dengê te here xwedyê me. Ewê ji bo me ne bixêr be.

Ev gotina nakevin serê fera şekalê. Hê ku gotûbêja wan didome, kurê malê ji derve tê. Dema tê ber derî, dinhêre şekala bavê wî li rastê ye. Bi xeyalan, jê tirê li stadyuma fitbolê ye. Pîyê xwe yê rastê dikşîne paş û pihînekî li fera şekalê dixe. Zingînî ji serê fera şekalê tê. Fera şekalê ku tim û daîm gazinan dikir, li hevdû gindir dibe, dikeve çalê. Di çalê de, di nava pelê darê de hinda dibe.

Di ser re meh derbas dibin. Fera şekalê ku gazinan ji jîyana xwe dikir, di çala tarî de hêdî hêdî dirize. Fera hevala wê jî, ji ber ku bi tenê dimîne, xwedyê wê, wê jî davêje kêlekê. Fera gazinker, di nava pel û xwelîyê de, di çala tarî de li halê xwe difikire û dibêje:

-Gelo wê rojekê kes halê min seh bike û min ji vê çala tarî derxe? Min çi anî serê xwe? Xwezî min guh bidana hevala xwe. Li min ehd û soz be ez êdî ji halê xwe gazinan nakim.

Dema van gotinan di ber xwe de dibêje, dinhêre pelê ser wê hêdî hêdî radibin. Desteki dirêjî wê dibe, wê derdixe. Siltan Xanim ku pîreka Hemedê Xecîcê ye, der û dora malê paqij dike. Fera şekalê jî, ew dibîne û derdixe. Lê fera şekalê, ketîye halekî ne hal. Dinhêre xwedyê wê, ji malê dertê. Şekalekî nû ji xwe re kirîye. Ew qas ji şekala xwe hez dike, radike potê paqijkirinê, bi nermahî şekala xwe paqij dike û dertê diçe. Tew ji xwe li rûyê fera şekalê jî nanihêre.

Pêşîyan gotiye:” Çê kiro bi xwe kiro, xera kiro b ixwe kiro. “

Çîroka me çû dîyaran, rehmet li dê û bavên hazir û gahdaran…

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

16

Gotar

Ê Berê TOXIMÊ BIN AXÊ
Ê Li Pey Dengê Xezze

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.