Di Dewra Ebû Mansûr Se’îd De Meyyafarqîn

Article

 

Piştî kuştina Ebû ‘Elî Hesen, Şerveyê kurê Mem tevî mevşena ku laşê Ebû ‘Elî Hesen tê da bû hate Erzenê ba birayê Wî Ebû Mansûr Se’îd. Ebû Mansûr Se’îd kete rê hate Meyyafarqînê… Wexta Ebû Mansûr Se’îd hate Meyyafarqînê, wezîrê Ebû ‘Elî Hesen ku navê Wî Mem (Tufantoz dibêje ku “Mem” kurtbûna Muhammed e û dîsa dibê navê wezîr Hacib Muhammed e. Tufantoz, r. 70) bû, wî hikumdar îlan dike. Û sernavê “Mumehhîduddewle” lê datîne. Di nav zaryê Merwanîya da hikumdarê ku sernav digre yê ewil, Ebû Mansûr Se’îd e. (Îbnul Ezreq, r. 91)

Mumehhîduddewle Ebû Mansûr Se’îd, Şerveyê kurê Mem ji xwe ra kir alîkar û wezîr. Îdarevantîya welêt û hemî wezîfe û peywîr xist destê Şerveyê kurê Mem. Yanî piştî Mumehhîduddewle Ebû Mansûr Se’îd, kesê destwerdar Şerveyê kurê Mem bû. (Îbnul Ezraq, r. 91)

Li gorî Îbnul Esîr, serdestî û hikumdarîya Mumehhîduddewle ji xutbê û ji çapkirina sikkeyê pera tenê bû. Mumehhîduddewle Ebû Mansûr Se’îd di sala 998an a mîladî de Sittunnasa dergistîya birayê xweyê Ebû ‘Elî Hesen, anî Meyyafarqînê û pê ra zewîcî. Ku keça Emîrê Hemdanîya ê Helebê Sa’duddewle bû (Îbnu’l Ezraq, r. 92)

Mumehhîduddewle Ebû Mansûr Se’îd, ji xeyrî Amîdê temamê herêma Dîyarêbekrê xist bin îdarevantîya xwe. Di vê heyamê da îdarevanê Amîdê ‘Ebdulberr bû. ‘Ebdulberr ji ber hemwelatîbûna xwe bide ragihandin, qasidek şande ba wezîr Şerve. Ji bo devjenî û bey’et kirina xwe ya bi Mumehhîduddewle Ebû Mansûr Se’îd ra îlan kir. Divê hengê de îdarevanê Amîdê ‘Ebdulberr, keça xwe da Ebû Tahirê kurê Dimne û îdarevantîya bajêr kire destê zavayê xwe Ebû Tahirê kurê Dimne. ‘Ebdulberr tenê li wezîfeya qazîtîyê mêze dikir (Îbnu’l Ezraq, r. 93)

Di wextekî hindik da hirsa îdarevantîyê bi Ebû Tahîrê kurê Dimne girt û ji ber vê hirsê xezûrê xwe ‘Ebdulberr kuşt û bi serê xwe bû hakimê Amedê. Û wî jî nameyekî ji Wezîr Şerve ra şand û devjenî û bey’eta xwe bi Mumehhîduddewle Ebû Mansûr Se’îd ra îlan kir (Îbnu’l Ezraq, r. 95)

Di sala 1000î ya mîladî da Împeratorê Bîzansîyan Basîlê dûyemin hate herêma Amed û Meyyafarqînê. Li gor hinek dîrokvana wezîr Şerve, li gor hinekî din Mumehhîduddewle Ebû Mansûr Se’îd çûn pêşwazîya Împerator Basîlê duyemîn kirin. Gelek xelat danê û dilsozîya xwe pê dan nîşandan (Ş. Beysanoğlu, Anıtları ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi Başlangıçtan Akkoyunlular’a Kadar, C. I, Ankara, 1998, 187)

Di dewra Mumehhîduddewle Ebû Mansûr Se’îd da welat bi zengînî û maldariya xwe pêş da çûbû. Meyyafarqîn bûbû cîhê bazirganîyê. Karwanekî bazirganîyê mal dibir yekî din dihat bajêr. Mumehhîduddewle Ebû Mansûr Se’îd sûrê bajêr temîr kir. Birca Deryê bajêr û Deryê Navîn ku xerabûbûn, ji nû va çêkir. Di sala 1006an a mîladî de di nav herdû birca de Deryê Qulfayê vekir. Wiha gellê Meyyafarqînê di Deryê Qulfayê, Deryê Baqûzê û di Deryê Rebadê da diçûnû dihatin. Dema çêkirina xebata li ser Derya bi dawî bû, Mumehhîduddewle van hersê Derîya dîsa girt, ji nûve gell di Deryê Bajêr da çûnûhatina xwe domand (Îbnu’l Ezraq, r. 99. Îbnu’l Ezraq dibê di 22 cîhên sûra da û li çend kitabeê din jî navê Mumehhîduddewle nivîsî min dîtibûn)

Wezîr Şerve kurê xwe yê bi navê Îbn-i Felyûs, gava ku ew kir berpirsiyarê ewlehiya bajarokê Meyyafarqînê, wî Mumehhîduddewle Ebû Mansûr Se’îd hêrs kir. Îbn-i Felyûs navbera bavê xwe Şerve û Mumehhîduddewle xera kir. Gotina di nav wan da bir û anî. Hetta bavê xweyê Şerve îqna kir ku ewê Mumehhîduddewle wî bikuje. Heta wê rojê di meha biharê da âdetekî wan hebû, wezîr li Kelha Ataqê ziyafetek dida Siltan. Di sala 1010an a mîladî di dema mêvanperweriyeke wusa da Îbn-i Felyûs û bavê xwe wezîr Şerve, li Kelha Ataqê Emîr Mumehhîduddewle Ebû Mansûr Se’îd kuştin (Îbnu’l Ezraq, r. 100)

DEWRA ŞERVEYÊ KURÊ MEM

Piştî kuştina Mumehhîduddewle Ebû Mansûr Se’îd, Şerveyê kurê Mem hate Meyyafarqînê. Li Qesra zaryê Hamdanîya li textê seltanatê rûnişt. Dest da ser îdara bajêr, xezîneyê û artêşa leşkerîyê. Ew xistin bin qontrola xwe. Gellê bajêr, ji ber tirsa xwe ev rewş qebûl kir. (Îbnu’l Ezraq, r. 103-104)

Çiqas jî Şerveyê kurê Mem (Hacib Muhammed) îdare û leşkerîya bajêr kiribe bin qontrola xwe jî tirsek wî hebû. Tirsa wî ev bû ku wexta Mumehhîduddewle Ebû Mansûr Se’îd li jiyanê bû, birayê xweyê Ebû Nasr, surgûnê Sêrtê kiribû. Tirsa Şerve hebûya, Ebû Nasr bû. Şerveyê kurê Mem ji bo Ebû Nasr bertaraf bike yekîneyek leşkerî şande Sêrtê (Îbnu’l Ezraq, r. 104)

Şerve ji xeyrî Erzenê der û dora Meyyafarqînê û kelhên wê tev zeft kirin. Li Erzenê ji dewra Ebû ‘Elî Hesen de, walîyê wê Xoce Ebu’l Qasimê Îsfehanî bû. Xoce Ebu’l Qasim gava bi kuştina Mumehhîduddewle hessîya, xeberek şande cem birayê wî Ebû Nasr û got ‘ecele were Erzenê. Di vê wextê da Şerve jî ji bo Erzenê bidest bixe, di bin serdarîya Dunbulî ‘Ebdurrahmanê kurê Ebu’l Werdî da artêşek şandibû ser Erzenê. Ev artêşa han piştî seh kir ku Ebû Nasr hatîye Erzenê û fehm kir ku ceng û şerr bibe bê feydeye, zivirî Meyyafarqînê (Îbnu’l Ezraq, r. 107-108)

Piştra Ebû Nasr ji Erzenê kete rê hate Meyyafarqînê û dora wê dorpêç kir. Qerargaha xwe qasî fersahekî dûrî Meyyafarqînê danî. Û bi leşkerê xwe hicûmek da ser kelha Rabadê. Wê derê zeft kir. Çiqa diçû wezîyata bajêr nexweş dibû. Şerve li ser tewsîya kurê xwe Îbn-i Felyûs ji bo xelasîya can û welatê xwe nameyek şande ji împeratorê Bîzansîyan ra. Û jê re got “Were ezê bajêr teslîmî te bikim” Divê wextê da Şerve, alîkarî ji îdarevanê Amedê Îbn-i Dimne jî xwest. Îbn-i Dimne zavê xweyê serdar bi navê Murtec, ji Şerve re şand. Şerve xezîna bajêr bi Murtec revande Amedê (Îbnu’l Ezraq, r. 109-110; Îbn-i Şeddad, 1, 157-166)

Gellê Meyyafarqînê bi nameya Şerve ku ji Roma ra şandibû û bi revandina xezîneya bajêr ku Şerve birîye Amedê jî hessîya bû, gelek bêhizûr bûn. Ev bê hizûrîya gellê bajêr roj bi roj zêde dibû. Rojeke ji roja înê gellê Meyyafarqînê hate xaleyanê û hicûm dan ser Îbn-i Felyûs. Îbn-i Felyûs revîya kete qesra Şerve. Şerve wî muhafeze kir û tîr barandin bi ser gellê Meyyafarqînê da. Gellê Meyyafarqînê ji ber temamê xerabîyê bajêr ji Îbn-i Felyûs dizanibûn, ew ji Şerve xwestin. Ji ber Şerve wî neda wan, dîsa şer di nav gel û leşker da çê bû û di wî şerrî da Îbn-i Felyûs hate kuştin. (Îbnu’l Erzaq, r. 111)

Gellê bajêr ji ber ku ketin qesra Şerve, Şerve ji wir revîya xwe sipard Birca Hikumdarîyê. Û ji giregirê gell eman xwest. Ji bo ku di navbera wî û Ebû Nasr da navbeynçîtîyê bikin. Ji rûsipîyê gellê bajêr Ebû Tayyîb Muhammedê kurê Ubeydê kurê El-Mîhver, emana Şerve qebûl kir û wî ji Birca Hikumdarîyê derxist bir mala xwe. Gellê bajêr nesekinîn û agir berdan Qesrê. Û di pey da ji bo Ebû Nasr bê bajêr nameyek jê ra şandin. Ebû Nasr tevî artêşa xwe hate kete hindurê Bajêr û Şerve ji wan xwest. Ji ber rûsipîyê bajêr eman dabûn Şerve, nexwestin wî teslîmî Ebû Nasr bikin. Di nav gel da du serîtî çêbû. Hinekan go em wî teslîm bikin, hinekan jî gotin “na” Di dawîyê da Ebû Nasr eman da temamê alîkarê Şerve û teslimbûna Şerve xwest. Rûsipîyê Meyyafarqînê jî Şerve teslîmî Ebû Nasr kirin û wî jî di ber xwina birayê xwe Ebû ‘Elî Hesen da Şerve qisas kir û ew kuşt.

Di debarê nivîskar de

Têhev

13

Gotar

Ê Berê XWENDINA BI NAVÊ XWEDA
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.