Ji Xwedê Netirsiyama

Article

 

Tariyê xwe bera erdê dida hino hino. Li bênderan kar rawestiyabû, nîr hatibû danîn ji stûyê dewaran. Bi sirra êvarê ya xwêdanê zuha dikir, palevan hişke hişka berew malê ve diçûn. Stêrek, du û yên din her yek li dû hev derdiketin. Gur û kûçik ji hev nedihatin nasîn û tariyê xwe bera erdê da. Şevê destpê kiribû li gundê berojê girê Xirbê Hînderî bi şevreşeke havînê. Şivanan zû de pezê xwe dabûn mexel û çaya wan li ber pilingan dikewidî.

Yek ji şivanên guherê jî Apê Biro bû. Apê Biro, mirovekî li ser xwe, di quweta xwe de û li gor şivanan, mirovekî sere bû. Lê pir zû bawer dikir ango piçekî hênik bû û xerabî li ser dilê wî, tunebû. Dîtin û gotina wî yek bû. Û piçekî lalik bû, zimanê wî nedigeriya. Bi dostan dost, bi dijminan re xedartirîn dijmin bû.

Apê Biro, kulavê xwe danî bû û di nava kulêv de serê wî ji derve diponijî; şîv, şevîn û taştêya pezê xwe. Diponijî li berx û beran, li kar û gîskan. Lê ji hev dernediket û bazara wî serrast nedibû li mazata bajêr. Carina li kayîna mîha çal a girêdanê dinêriya, carina jî berê xwe diguherand û li çiprîzkên êgir dialiqî.

Şivan tev de raketibûn û îşev dora wî ya girêdana benpezkê bû. Apê Biro, mîha çal bi benpezkê ve girê da. Û wî jî xwe bera nava kulêv da. Lê ji ber pêşiyan xew heram bû. Kir nekir, xwe di wê gevzikê hilda, lê xewa wî nehat.

Tirsa şivanan yan nehatina kerê cûn yan çûna kûçikan li ser dêlê bû. Ev her du tişt her tim dilê wan diêşand û di mitala vê de bûn. Heger kera cûn bireviya, bêyî kulav û xwarinê diman û heger kuçik biçûyana ser dêlê jî pezê wan bêxwedî dima û dibû firsend ji bo diz û guran. Wê şevê jî kuçikên pez, nehatibûn mexelî û çûbûn ser dêlê. Lê haya şivanan ji vaya tune bû.

Şevreş, pezê bêkûçik û bêbenpezk ji bo dizan firsendeke mezin bû. Şev jî şeveke wusa, ji ber pêşiyan ne pez mexel dihat û ne jî xewa Apê Biro dihat. Di vê teşqela xewê û bêxewiyê de, pez ji hêla bestê ve herikî. Ji Apê Biro hebû ku ji ber kûçikan pez tirsiya be. Bi hewtîna cewrikê Apê Biro bawer kir ku ji kûçikan e. Apê Biro piçeke din jî xwe ker kir. Bêdengiyeke li holê ye û hîna jî hewtîna cewrikê ye. Apê Biro, xwast ku rabe û here li dora pez bigere. Lê mixabin Apê Biro hîn werê diramiya, bû gurîna pez û pez teriqî. Ben, pez û kulav tevlîhev bû. Şivan û tifik û alav di bin nigên wan de man.

 Apê Biro, demildest rabû ser xwe û bi lingên xwas kire qerepere.  Şiva xwe ya ji dara kenêran ragirt û li dora pez beziya. Lê çi bibîne, binçengekî şewitî kavireke wî li pişta xwe kiriye û berew dara mazî ve direve.

Şivan yek du li dû hev rabûn û beziyan wî. Diz li pêş direve, şivanan dane dû û ber bi dara mazî ve ser berjêr in. Dizê binçengşewitî, lê nihêrî ku xilasî ji destê şivanan tune, hima kavirê ji stûyê xwe davêje û baz dide. Şivan tew li kavirê ho venadin û bera diz didin. Li wî kaş û li wî kendalî, li wî sînor û stirî, Apê Biro pêxwas xwe digihîne diz û şivanên din jî li dû wan in.

Apê Biro, bi wê hêrsê çengorê diz digire û li axê digindirîne. Diz lê dinihêre, ev şivan ne karê henekan e. Li ber Apê Biro datîne û dibêje ''Apo ez ketim bextê te! Ez nema diziya te dikim''

Apê Biro bi zimanê xwe yê lalik dibêje: ''Hi! Erê! Te kir niza çi apo! Wille ez ji Xwedê netirsiyama, minê bigita hi-hii û minê li te bida!” Bîntengiyê Apê Biro her ku werê digot û yek li diz dida. “Wille ji Xwedê netirsiyama minê bigota hii û minê lê da” û lê dida…!

Mirovê diz lê nihêrî ku xelasî ji destê Apo tuneye. Kire haho gazî û got “Haho, wê vaya min bikuje!” Heya şivanên din xwe digihînin Apê Biro, Apo Biro şiv tê de şikandiye, wî diz kiriye wek hevîrê hilatî. Apê Biro ji ber êşa stiriyên lingê xwe û bîntengiyê, qurp û berequrp li diz daye. Û her ku li diz dida, digote; “Ez ji Xwedê netirsiyama, minê bigota qurp.” Werhasil şivanên din heya dizê binçeng şewitî xelas dikin ji destê Apê Biro, tiştekî avayî di diz de namîne. Hema çawa be, bi elveketî ji destê wan xelas dibe, nigno heyran direve..

Apê Biro, li xar û stiriyên lingê xwe yên pêxwas dinêre û bi hêrsbûn, hîna dibêje: “Wille ji Xwedê netirsiyama! Wille ji Xwedê netirsiyama..!” 

Di debarê nivîskar de

Têhev

10

Gotar

Ê Berê DOTMÎR
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.