Haya We Jê Heye Gelo? Ziman Ji Dest Diçe!

Article

Bi rastî mirov çawa dest pê bike ez nizanim. Rewşa zimanê me, zimanê bêhna dê û bavê me jê tê; zimanê bav û kalan, zimanê ku hezar bîranînên me dihewîne ji destê me diçe. Her kes bi vêya dizane, lê ji bo wê tevnagere, yên tevdigerin jî fêda wan çênabe. Mîna ku birîndarek li erdê be û kes nikaribe alîkarîya wî bike. Li ber çavê te dimire, lê tu nikarî tiştekî bikî. Heke her kes li gor xwe zemanê berê û aniha bîne ber hev, wê fêm bike çi hatîye sêrê zimanê me.

Lêbelê ji sedî nodên Kurdên Bakur ne xema wan e. Heta haya wan ji meseleyeke wilo tuneye. Yanî tiştekî wilo nayê ser hişê wan. Ji sedî pêncên wan ji vê meselê haydar in, lê ji ber ku pir li ser nafikirin tiştekî jî nakin. Ji sedî pênc jî him ji vê meselê haydar in, him jî tiştekî dikin. Gelek jî dilê wan li ser vê rewşê diêşe. Hinek ji vana jî ji ber ku bi awayekî siruştî hinek tişt nedîtine, ji dêvla fêde zirarê didine zimên. Gelo meseleya me ev tenê ye? Helbet na! Ji bo zimanê me ji destê me nere, em çi dikin? Ji xêndî xêreta şexsî çi li meydanê heye? Zimanekî di fermîyetê de neyê bikaranîn, çi qasî dikare li ber xwe bide?

Bifikirin bi hezaran nexweşxane, dibistan, daîreyên bacê, daîreyên nifûsê, parêzgarî (Walîtî), qerargehên leşkerî, şaredarî hene, lê di cîhekî tenê de jî zimanê Kurdî tuneye. Bifikirin! Bi milyonan nexweş li nexweşxaneyan, bi milyonan xwendekar li dibistan û zanîngehan, bi milyonan memûr li ser karên xwe qet bi Kurdî napeyivin. Di dibistanan de dersa bijarî heye, lê nahêlin kes hilbijêre. Bifikirin bi sedhezaran fîlm, rêzefîlm, belgefîlm, bernameyên pêşbirkê, tv, rojname, kovar hene, lê ji xêndî çend heban hemû bi zimanekî din in.

Dê û bav ji bo zarokên wan baş hînî zimanê Tirkî bibin, bi zarokên xwe re bi Tirkî dipeyivin. Dibêjin bila zimanê zarokên me li ser zimanekî rûne ji bo zimanê wan xera nebe. Ev ziman jî ji xwe Tirkî ye. Kurdek ji herêmekê dihere herêmeke din, ji ber ku devoka wan ne yek e, dibêjin em ji hevdu fêm nakin û vedigerin bi Tirkî dewam dikin. Di hemû partî, komel, sazî, medreseyan de zimanê serdest bi Tirkî ye mixabin.

Êdî bela ku bi Kurdî axaftin kêmbûye, gelek kes dixwazin axaftvan bi Tirkî bipeyive. Ji bo hilbijartinan bi sedema ku her kes bi Kurdî nizane, axaftvan xwe neçar dibîne bi Tirkî diaxive. Ji ber heman sedemê waiz li mizgeftê sohbeta xwe bi Tirkî dide. Di bajarokekî biçûk de, di taxeke derveyê bajêr de, di qehwexaneke biçûk de jî bi Tirkî tê axaftin. Ka bi vî awayî, wê zimanê me çawa ji mirinê xelas bibe?

20 sal berê heta em dihatin lîseyê jî em di sinifê de bi Kurdî dipeyivîn. Heta wexta ku me bi Tirkî tiştek fêm nekira, mamosteyên me bi Kurdî bi me didan fêmkirin. Ji ber ku mamosteyên me bi piranî ji herêmê bûn. Êdî em hatin halekî wilo ku gelek însanên me ji zimanê xwe fedî dikin. Dev ji zarokên bajaran berdin, êdî yên li gundan jî hatine asta/sewîyeya “Anlıyorum ama konuşamıyorum”

Êdî salmezinên me ji dêvla bibêjin “ezê roja pêncşemê werim” dibêjin “ezê perşembe günü werim” Dibêjin “arkadaş wilo bike wilo bike” Dibêjin “atasözüyeke me wilo dibêje” Dibêjin “Anne te akşam yemeği çêkiriye?” û hin gelek tiştan dibêjin. Ji xwe ez behsa “gelmîşke, gitmîşke” nakim birayê minî ezîz.

De ka bêjin ev ziman nemire, ji holê ranebe, wê kîjan ziman bimire?

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Ê Berê ÊŞA ZİNDÎ: ROBOSKÎ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.