YA MUHEMMED

Article

 

 

 

 

 

Silâv û hurmetê me ya Muhemmed,

Li te bin ta qîyamet ji dil û can!

Hemd û şikir ji boy Xudayê Semed

Ku me nas kir, bi te me anî îman

 

Xirab-bext in, ê li pey te nemeşîn

Fetisîn ew di nêv behra ğem û şîn

Xeyâlên wayî şadîyê helweşîn

Sibeh nedîn, di nêv tarîtîyê man

 

Dilê me, wek bejîyê tîyê te ye

Wekî gerdûn, dor te lew perwane ye

‘Eşqekî mislê çîya nêv da heye 

Ew bi peşkê barana te digre can

 

Ji her alî ve, ji bo me xweş misal

Xweş sohbet û ziman şêrîn di her hal

Pesnê exlaqê te daye Zulcelal

Hebîbê Heq, tûyî di nêv ‘aleman 

 

Te şanî me da, rizaya Xwedayî

Jîyanek paqij û b-‘izzet jiyayî

Ji me ra felata herdû dinyayî

Wesîla rehma Xwedayî bê guman

 

Çi maldar û çi miskîn û belengaz

Çi eşraf û çi ‘ebd û çi serfîraz

Di nav wan da, wekhevî te kirî saz

Tev bi rûmet bûn, li cem te her zeman

 

Tu rehmet bûyî, li ser her ‘alemî

Himêza xwe vekir, j-bo her ademî

Qencîkarî kire distûr her demî

Medenîyyet bi te hatî ser cîhan

 

Bi roj cîhad û teblîğ û de’wet kir

Bi şev dirêj du’a û ‘îbadet kir

J-bo me rêberîya rêya cennet kir

Xweda, me jî l-pey te bike rê-rewan    

Di debarê nivîskar de

Têhev

23

Gotar

Ê Berê XWENDIN
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.