Klasîka Medreseyê û Elcewahîrur Reşadîye

Article

 

Bi Eyyûbiyan gelê Kurd, medrese û xwendina medreseyê nas kir. Di van medreseyan de ku ji teref Eyyûbiyan, Merwaniyan, Selçûkiyan û Osmaniyan ve hatine damezrandin û berdewamkirin, digel ‘ilmên Îslamî ‘ilmên wek edebiyat, tib, matematîk, felsefe, astronomî, teknolojî, coğrafya, tarîx jî hatine xwendin û dayîn. ‘Erebî û bi wê re zimanê Farisî jî hatine hînkirin. Ji lew belağet û mentiq, ‘erûz û hunerên nezmê, têgehên tesewwuf û felsefeyê di nav ‘alimên medreseyan de rewac dîtine.

Edebiyata Kurdî ya klasîk, bingeha xwe ji medreseyan û ji nezmên ku di quncikên wan de hatine hûnandin distîne. Bi peyveke kurt, eger ne ji berhemên medreseyên Îslamî bana, wê îro deng û dîroka edebiyata me ya klasîk tuneba. Edebiyata me çiqas deyndarê Melayê Bateyî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Şêx Ehmedê Xanî be jî, ya ku evan hozanên qedirbilind û şareza û bi sedan ên wek wan gihandine û navdar kirine, bê şek medreseyên Îslamî ne.

Di helbestên klasîk ên Kurdî de cûreyên nezm û şi’rê bi piranî, qesîde, mesnewî, ğezel navdar û belav bûne. Di berhemên bi van cûreyan de, nexasim di mesnewiyan de jî hûnandina ‘eşqa îlahî, evîna pêxember û mî’rac û şemaîlên pêxember mijarên li pêş û serdest in. Lê belê di nav klasîkan de nezmandina jiyana pêxember, digel şarezayîya helbestkariyê, ‘ilmê siyer û tarîxê jî dixwaze. Bi mewlûda Melayê Bateyî, alimên medreseyan dest bi nivîsandina heyata pêxember kir. Feqet nezm û berhemên wan kurt bûn û pirê wan heta wîladeta Hz. Muhemmed (s.‘e.w) behsa siyerê kiribûn. Hinek jî li ser hinek cûrbecûr mijarên siyera pêxember rawestiyabûn mîna mî’rac û mu’cîzat û şemaîlên pêxember sallalahû ‘eleyhî wesellem.

Mela Nûrûllahê Godişkî, terza li jor hat behskirin guherand û siyereke kronolojîk nezimand. Mela Nûrûllah, şa’ir û ‘alimekî herêma Bedlîsê ye, bi wasîteya terîqet û medreseyê gihaye, bi nezm û helbestên xwe dikeve kategorîya helbestvanên klasîk. Di nezmê de bi piranî di bin bandora Şêx Ehmedê Xanî û Şêx ‘Evdirehmanê Axtepî de maye.

Di wezn û nezmê de, di bikaranîna peyv û îfadeyên ‘Erebî û Farisî de, di siyer û fiqh û ‘eqîdeya Îslamî de zana û şareza ye. Di hûnandina mî’racname û şemaîla pêxember de jêhatîye û di vî warî de bi şairên berî xwe re dibeze. Wek fîlologekî di helbestên xwe de li ser peyvên xwe sekinîye. Di dewreke ku xwendin û nivîsandina Kurdî qedexe bûye de bi Kurdî eser nivîsandine. Di nezma xwe de ji rêz û rêzikên medreseyan, murşîdên xwe û şairên berî xwe yên vê kategoriyê dûr neketiye.

Destxeta wî ya bi navê “El-cewahîru’r-Reşadiye Fî Sîretî’n-Nebewiyye” bi nezma xwe, bi naveroka xwe, xwedî taybetiyeke xas e, ciyekî girîng digre di nav klasîkan de. Ji bo xwendekarên medreseyan, ji bo hezkirîyên helbest û siyerê, kitêbeke balkêş e. Mijara vê berhema destxet, yekser siyer û şemaîla pêxember e. Piranî li ser bûyerên jiyana pêxember radiweste. Wekî her şa‘irê ku li ser pêxember nezmandiye Mela Nûrûllah jî ji bo razîbûna Xweda û gihaştina hezkirina pêxember ev xebata edebî daye ber çavê xwe. Li gorî çavkaniyên sîreta pêxember, bi qasî 5024 beytan berfireh, qisim bi qisim heyata pêxember, exlaq û şemaîlê pêxember kronolojîk nezmandiye. Di sala 1967an de hatiye temamkirin.

Du heb nusxeyên destxet ên vê berhemê hebûne. Mela Nûrûllah bi xwe a ewil bi destê xwe yekser nivîsandiye. Li gorî beyana Sefa Özdemîrê kurê Mela Nûrûllah, ji Yakoya (Ünaldı) gundê Bedlîsê feqiyekî Mela Nûrûllah, dibe ku navê wî ‘Ebdulezîz be lê ne emîn e, bi armanca bide çapkirin vê nusxeyê bi xwe re dibe Lubnanê. Lê ji ber şerê navxweyî yê Lubnanê yê navbera salên 1975-1980î, ji vî feqîyê han û ji nusxeyê careke din tu salox nayê hilanîn. Beriya ku here Lubnanê, bi navê Mela Fadilê Koxaka feqiyekî din ê Mela Nûrûllah, ji ber vê nusxeyê bi xeta xwe berhemê dinivîsîne. Temamkirina vê nusxeyê di bîstê Nîsana sala 1978an de qedîyaye. Li hinek deveran Mela Nûrûllah jî bi destê xwe nivîsandiye. Bi vî awayî berhem bi vê nusxeya tekane tê parastin.

Destxet bi herfên ‘Erebî û herekeyê hatiye nivîsandin û ji 220 rûpelî pêk tê. Piştî rûpela serqapaxê, çel û yek gotinên Mela Nûrûllah hatine dayîn. Rûpelên naverokê bûne du beş û di herdûu beşan de bi kurtasî sernavên mijaran hatine nivîsandin. Bi gelemperî her rûpel 23 beytan dihewîne. Sernavên mijaran bi ‘Erebî hatine dayîn. Di her sernavî de li kêleka rastê hejmara beytên sernavê berê, bi reqem hatiye nivîsîn. Li kêleka çepê jî heta wî sernavî, yekûn hejmara beytan, bi reqemên ‘Erebî hatiye diyarkirin. Li çend deveran ev hejmar tevlîhev bûne, lê paşî hatiye rastkirin. Di her rûpelê de li ser gelek peyvan bi armanca bêtir bê fêmkirin, haşiye hatine nivîsandin. Li hinek rûpelan beytên ku hatine jibîrkirin an jî yên awayê rast li kêlekê hatiye diyarkirin. Di numrokirina rûpelan de jî carna şaşîtî çêbûye. Di rûpela sed û yazdehan de diwazdeh beyt hene. Di rûpela pey wê de pênc beyt di şûna ewê li jor bê nivîsandin, li jêr bi awayê berê nivîsê li jêr be hatine nivîsandin û ser hemiyan hatiye xêzkirin, her weha rûpel jî nehatiye numrokirin. Dawiya nivîsê ya temambûnê, pexşaneke bi ‘Erebî ye. Diyarkirina hejmara hemî beytan û dîroka qedandina destxetê jî dihewîne.

“El-cewahîrur-Reşadîye Fî Sîretî’n-Nebewiyye” xebateke mesnewî ye. Tê de siyer û şemaîl û evîna pêxember, mu’cîzat û xezweyên pêxember, seriyyeyên eshaban hatine nezmandin. Mêranî û pehlewaniya hevalên pêxember hatiye hûnandin. Di dawiyê de jî pendnameyeke dirêj heye. Ji ber van taybetiyan mesnewiyeke dînî, dîdaktîkî, lîrîkî û epîk ye. Ji beytan pêk hatiye. Metoda cotserwayî aa, bb, cc … ye. Bi besmele, hemdele û selweleyê dest pê kiriye. Bi qaliba arûzê, bi hejmara 11 heceyan hatiye nivîsandin. Ji Behra Hezecê li ser qaliba nesalim a “Mefa‘îlun mefa‘îlun fe‘ûlun” hatiye hûnandin.

Di rûpela berîya fîhrîsta kitêbê de nukteyên seyda Mela Nûrûllah hene, bi Kurdî nin, bi qafiye nin û heqîqetan nîşan didin, dişebihin gotinên pêşiyan. Fîhrîst û sernavê her mijareke berhemê, bi ‘Erebî hatine îfadekirin. Xezwe li dû hev hatine behskirin. Her weha serîyye, qebûlkirina heyetan û heyetên hatine şandin jî li dû hev hatine nezmandin. Di qismên dawîyê de şemaîlê pêxember, zar û zewceyên Wî, mam û metikên Wî, kole û xizmetkarên Wî, eşya û heywanên Wî jî hatine behskirin. Di dawîya kitêbê de li xelkê hinek şîret û tewsîye jî hatine kirin.

174 sernavên (qismên) berhemê hene. Di serî de fîhrîst heye, lê heta sernavê 155an, navên mijaran hatine nivîsandin. Yên din di fîhrîstê de nehatine nivîsandin. Piştî fîhrîst û besmeleyê sebebê nezma kitêbê hatiye nezmandin. Mijarên pey wê bi rêzê weha ne: Nesebê şerîf, weqta hemla wî û wîladeta wî, ‘elametên piştî wîladeta wî, dayikên ku şîr danê û wefata dê û bavê wî, sefera wî ya bal Bûsrayê ve, sefera wî ya bi karwanê Xedîcê re, zewaca wî, wezîfedarkirina wî ya bi pêxembertî, mî’raca wî, muslumanbûna Ensar, hîcreta wî û meşru’bûna azanê.

25 qism li ser xezwanin. Qismek behsa ‘umretul qeda dike, lê di nava xezweyan de nezmandiye. 57 qism behsa seriyyeyên pêxember û eshabên wî dikin. 4 qism behsa şandiniyên wî yên bal derûdora ve dikin. Pey re Hecca xatirxwestinê hatiye nezmandin. 30 qism behsa heyetên ku hatine cem wî dikin. 13 qism jî behsa şandina mektûbên wî yên ji melîk û serokan re dikin. Pey behsa mektûban bi rêzê, behsa mu’cîzatên wî, wesfên zatê şerîf, wefata wî, xanimên wî, ewladên wî, mam û metikên wî, koleyên wî yên azadkirî, xizmetkar û muhafizên wî, katib û emîrên wî, şûrkêş û muezzîn û şa‘irên wî, sîleh û kinc û eşyayên mala wî dikin. Di dawiyê de jî paşgotina kitêbê û nesîheta li xelkê dihewîne. Li ser temambûna kitêbê bi ‘Erebî pexşanek heye.

Mijarên ku di berhemê de zêde beytan dihewînin ev in: Mela Nûrûllah bi qasî 304 beytan behsa mî’raca pêxember dike. Hejmara beytên hîcretname 106 in. Bi qasî 324 beytan behsa herba Bedrê dike. Bi 213 beytan herba Uhûdê rêstiye. Herba Xendeqê 149 beyt in. Sulha Hûdeybiyeyê bi 173 beytan hûnandiye. Hejmara beytên Xezweya Xeyberê 133 nin. Bi 304 beytan behsa Fetha Mekkeyê dike û bi 153 beytan jî mû’cîzeyên pêxember dihûne. 107 beyt li ser şemaîla pêxember û 119 beyt jî li ser wefata wî hatine hûnandin. 121 beyt behsa sîleh û kinc û eşyayên mala wî dike. Nesîhetên li xelkê jî bi qasî 164 beyt in.

El-cewahîru’r Reşadîye Fî Sîretî’n-Nebewîyye” hem bi dirêjiya xwe hem bi naverok û saxlembûna xwe, terza nivîsandin û mijara mewlûdan guherandiye. Di warê bi Kurdî nezmandina sîret û siyera pêxember de valahiyeke mezin dagirtiye. Mela Nûrûllah îfade kiriye ku di vê sehayê de nivîsandina berhemeke weha, ji ber bêkesiyê mecbûriyet peyde kiriye. Bi armanca ku xelk heyata pêxember bi rihetî fêm bike û hîn bibe, bi durr û cewherên bi zimanê xwe hûnandiye.

Zimanê berhemê, digel zêdebûna peyvên ‘Erebî, peyvên Farisî jî dihewîne. Di xebatê de peyvên Kurdî yên zêde nayên bikaranîn, di nezmê de hatine reşandin û bi vî awayî hatine parastin. Ji ber bi devoka herêma Bedlîs û Serhedê ye, tê de peyvên Tirkî jî hene. Her wiha peyvên herêmî jî di nav beytan de hatine reşandin. Bi zimanê xwe lîrîk e, li gorî mijara siyerekê munasîb û lihev ‘edilandîye. Wezn û kafîye li gorî qaliba ‘erûzê serkeftî û dewlemend in. Gelek hunerên edebî hatine bikaranîn. Lê huner û bikaranîna huneran, ne bûye armanca ewil. Meqseda ewil, hûnandina siyer û fêmkirina wê ye.

Di berhemê de ayet û hedîsên pêxember, gotinên pêşîyan û biwêj yên Kurdî jî cî digrin. Di nezmê de bikaranîna van mefhûm û gotinan, hostetiyeke bikêr û jêhatî dixwaze. Mela Nûrûllah di vî warî de şareza ye. Nexasim biwêjên Kurdî bi serkeftî hatine reşandin. Hest û heyecana xwe bi van peyv û peyvikan xweşik îfade kiriye. Peyvên ‘Erebî, Farisî û Tirkî jî li gorî qaîdeyên rêzimana Kurdî bi awayekî jêhatî lihev ‘edilandine. Lê carna bi armanca hevahengiya weznê û şêwaza herêmî, guh nedaye cinsiyeta hinek peyvan.

Parastina destxetan û berhemên kevin ên bi Kurdî nivîsandî, wezîfeke girîng e. Ji ber ku li serê zêde nehatiye sekinandin, heta dewra me gelek berhem wenda bûne. Xebata li ser wan û derxistina wan a nav ronahiya warê edebiyata Kurdî, zehmetiyeke dîtir e. Cehd û xeyretên di vî warî de jî girîng in. Ji vî alî ve Mela Fadilê feqiyê Mela Nûrûllah, xizmeteke mezin kiriye. Eger Mela Fadil, ev berhem îstînsax nekiriba, ji vê eserê bi destxeta xwe nenivîsandiba û li cem xwe nehiştiba, ewê ev berhem jî wenda bûba.

Di gelek siyerên mensûr de ya piştî mijarê yan jî di dawîya kitêbê de ders û îbret hatine dayîn. Mela Nûrûllah, li gorî vê terzê neçûye. Lê nesîhetnameyeke li xelkê xistiye dawiya berhemê. Nesîhetname herikbar e û gelek mijar û xisûsiyetên bi ferd û civakê re eleqear di xwe de dihewîne. Nexasim li gorî edeb û şîretên şerî’etê, bi zimanekî rihet û fesîh, mîna gotinên pêşîyan bi heqîqetên ceribandî û giştî xîtabî xelk û ehlê xwende dike.

Ji aliyê mijarê ve jî, di eserê de li ser dewra Mekkeyê zêde nehatiye sekinandin. Îşkence û zordestiyên muşrîkan ên li ser eshabên pêxember, hîcreta Hebeşîstanê, çûyîn û teblîxa li ehlê Taîfê, heyama teblîxa bi dizî û eşkere, beriya pêxemberîyê Peymana Hilful Fudûlê, herbên Fîcarê nehatine behskirin, an jî bi çend beytan hinek hatine bilêvkirin. Di nav ehlê ‘ilmê de û li gorî usûla hûnandina siyera pêxember, dewra Mekkeyê jî gelek muhîm e. Lewra ji bo di qelban de bicîkirina îmaneke saxlem û li ser vî esasê saxlem avakirina ummeteke xêrtirîn, dewra Mekkeyê wek destpêk tê hesibandin.

Di dewra Medîneyê de jî mesele û tevgerên civakî, malbatî, aborî, îbadî nehatine behskirin. Têkiliyên bi civaka Cihûdan re, Wesîqeya Medîneyê, xwendin û gihandina eshabên pêxember û zarokên eshaba nehatine nezmandin. Medîne avakirina dewleta Îslamê ye, lê ev yek nehatiye nezmandin. Di berhemê de yek bi yek li ser seriyyeyan hatiye sekinandin. Ji aliyê mijarên siyerê ve evan babetên li jor hatin behskirin jî bi qasî seriyyeyan bihatana hûnandin, ewê berhem kamiltir bûba.

Xweda ji seyda Mela Nûrûllah û ji Mela Fadilê telebê wî razî be, wan bi rehma xwe şad bike, vê berhemê jî li gorî dilê wan ji bo ciwan û milletê me bike wesîleya hezkirina pêxember û çûna li pey rêya Wî (s.‘e.w) û xwendin û fêmkirina wê jî muyesser bike. Amîn.

Di debarê nivîskar de

Têhev

27

Gotar

Ê Berê DERMANÊ KURMANCÎ 3
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.