SEROKTÎYA ÇEQEL

Article

 

Guhdarên hêja! Ezê ji we re çîroka Çeqelê Tirsonek bibêjim.  

Hebû tunebû, li daristanekî hinek heywan hebûn. Şêr, kivroşk, xezal, zirafa, kûsî, jîjo, kevok û mar. Ev heywan, rojên xwe bi hevdû re derbas dikin. Kar û îşê xwe bi hevdû re diajon. Van hevalan ji xwe re şêr serok neqandine, lewra di daristanê de ê herî bi nav û deng şêr e. Li hember talûkekî bi hevdû re hereket dikin, mezinê wan şêr jî ji ber ku bi wan re ye, tu kes nikare xesarê bide wan. 

Rojekê şêr,  hevalên xwe li hevdû kom dike û ji wan re dibêje:

- Gelî hevalan!Li filan derê hinek merivên min hene, min ji zûde li halê wan ne pirsîye. Dilê min heye ez herim mêvandarîya wan. Wekî çend rojî ezê herim û vegerim. 

Dema şêr van xeberdanan dike, çeqel jî, di pişta tehtê de xwe veşartiye û li wan guhdarî dike. Ku çûna şêr seh dike, di binê simbêlan de dikene û dibêje:

- Di tunebûna şêr de ezê ji vanan re seroktîyê bikim. Ewê ji min re bi xebitin, ezê jî ji xwe re rûnim û li kêfa xwe binhêrim. 

Roja çûna şêr tê, hevalên wî li hevdû kom dibin, wî birê dikin. Piştî şêr dûr dikeve, çeqel jî dest bi fena xwe dike. Çeqel, postekî şêr ji xwe re ray kiriye, vî postî li xwe dike û dertê tê nav heywanan. 

Dibêje:

- Silav gelî havalan, ez pismamê serokê we me. 

Heywanên din gotin:

- ‘Keremke hevalê şêr, tu kî yî, ji kêder tê û bi kêder ve diçî. 

Çeqel dibin postê şêr de got:

- Ez jî li daristana li hêla bakûr dijîm. Serokê we pismamê min e. Pismamê min merivekî pir hêja ye. Em jê re dibêjin Şêro. Dema çû lêpirsîna merivê xwe, serî li min jî xist û ji min re got: ‘Pismam, ger ku te firsetê dît, here li hevalên min xweytî bike, da ku kesek xesarekî nede wan.’ Min jî got, ser seran ser çavan. Piştî havalên pismamê min in, hevalên min in jî, ezê niha herim û li wan xwedîtî bikim.

Evê xeberê kêfa hinek haywanan anî, belê hinek ji wan jî li vê xeberê heyîrî man. Lewra serokê wan, heta niha behsa pismamê xwe ji wan re nekiribû. 

Roj di pey rojê de derbas dibûn. Çeqelê ku xwe pismamê şêr dabû naskirin, ji xwe re di banê de rûdinê, emir dide wan, li kêfa xwe dinhêre. Ne karekî dike, ne ji cîye xwe radibe. 

Rojekî di saetê şevê de, koma hevalan ji xwe re rûniştîne, şevbihêrka xwe derbas dikin. Dinhêrin dengekî ji derve tê. Zirafa dema serê xwe dirêj dike û di pacê de dinhêre, qîrîn jê diçe. Dinhêre du hirç li dora malê diçin û tên. Seh kirine ku şêr ne li mal e, hatine bi ser wan de. Temamê heywanan, berê xwe didin pismamê serokê xwe ku wî şêr dizanin. Belê dinhêrin zirav lê qetîyaye. Ji tirsan binê xwe şil kiriye. 

Di wê xirecirê de kîso jê re dibêje:

- Hevalê şêr, de rabe derê ber derî, bi dengê xwe yê tirsnak bike qîrîn da ku ev hirç bitirsin, dev ji me berdin.

Çeqel, dibin postê şêr de dike rih bide. Hevalên wî tehma lê dixin ji bo ku rabe, belê ji cîyê xwe naleqe. Dema tev bi hevdû re wî ji ‘erdê radikin, postê şêr di destê wan de dimîne û çeqel dertê rastê. Ev menzere kivroşkê ditirsîne. Lê kîso li wan bang dike:

- Wey çeqelê tirsonek, dême tu bi me dileyîzî. Rakinê hevalno, em wî bavêjin ber hirçan. 

Hevalên hev, bi hevdû re radikin çeqel û wî davêjin ber hirçan û ji xwe re di pacê de li fîlmê temaşe dikin.

Aqûbeta çeqelê tirsonek bi vî awayî çêbû. Dema serokê wan Şêro ji mêvandarîyê tê, jê re behsa mesela çeqel dikin. Bi hevdû re heta derengê şevê dikenin. 

Belê guhdarên hêja, çîroka me çû dîyaran rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran. 

Me ji çîrokê fêm kir ku divê meriv li gora qalibê xwe hereket bike. Şêr şêr e, çeqel jî çeqel e. Bi lixwekirina postê şêr meriv nabe şêr. 

Di debarê nivîskar de

Têhev

14

Gotar

Ê Berê ÇEMÊ CAMÊR
Ê Li Pey TOXIMÊ BIN AXÊ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.