FETHA AMED

Article

Bi navê Xweda...

Di rêza xweyî ewil de, navlêkirina Diyarbekir û dewletên ku hikim li der û dora herêmê kiribûn bi kurtasî me qala wan kiribû. Di vê nivîsa xwe ya nû de jî ez dixwazim behsa dîroka Dîyarbekir bidomînim. Ji bo dîrok xweş bê fehmkirin ezê ji dewra Romaya Mezin ve dest bi dîrokê bikim.

Piştî mîladî di sala 395an de împeratorê Romayê I.Teodasyus mir. Piştî mirina wî, Împeratorîya Romaya Mezin li her du kurê wî tê parvekirin. Qismê rojava, ji kurê wî yê biçûk Honorius re dimîne. Qismê rojhilat jî, ji kurê wî yê mezin Arkadîos re dimîne. Navê cihê ku di destê Arkadîos de dimîne bi navê Bîzans tê guherandin. Wê çaxê Dîyarbekira ku navê wê Amîd bû bi Bîzansê ve girêdayî bû.

Lê belê Amîd di erdnîgarîyeke stratejîk de bû. Ji ber vî awayî desthilatdar û dewletên herêmê pir dixwestin Amîd bi dest bixin. Bi vî awayî herêma ku bajarê Amîd lê avabû, qada herbê bû. Ji ber vê yekê, li herêmê car bi car hakimîyeta Sasanî car bi car jî hakimîyeta Bîzansê çêdibû. Kîjan cara herb derketana welat û herêm di bin lingê artêşan de wêran dibû. Wextê herb diqedîya û herêm dest diguherand jî, pir caran dihat talankirin. Ev dewran bi vî şeklî berdewam kir heta sala 639an.

Ew çax îdareya Amîd di destê Bîzansê de bû. Meryem ed-Darîye jî melîkeya Amîd bû. Kurdê ku di herêmê de dijîn maf û heqê wan di îdara Amîd de tunebû. Ji ber ku pir caran herb çêdibû gel dibin lingê artêşê Sasanî û Bîzans dieciqîn. 

Pelê rojimêra mîladî dihat 638an Xelîfe Hz. Omer ji walîyê Suriyê Ebu Ubeyde b. Cerrah re mektûbekê dişîne û jê dixwaze ku herêma el-Cezîre fetih bike. El-Cezîre heremekî mezin e, di hundirê vê herêmê de Amîd, Herran, Mêrdîn, Tikrît, Menbîç, Raqqa, Mûsul û her wiha gelek bajarên din jî hene. 

Piştî mektûba Xelîfe, Sala 639an de artêşên Îslamê di herêma el-Cezîreyê de roj bi roj pêş ve diçin û gelek bajaran bi dest dixin. Di eynê salê de, di bin qumandarîya Îyaz bîn Xanem de nêzîkî 8000 leşker dighîjin derdora Amîdê jî. Îyaz eshabîyekî Pêxember bû, di herba Bedrê, Uhudê û Xendeqê de li kêleka Resulullah bi muşrikan re herb kiribû. Îyaz nedixwast herbeke mezin çêbibe û xwîn birije, ji ber wî hawî mektûbekî dişîne ji Melîkeyê re, da ku bajar teslîm bike. Lê Melîke, Amîd teslîm nake û rêya herbê dide pêş. Piştî cewaba melîkeyê, Îyaz fam dike ku bê herb bajar bi dest nakeve. Îyaz hinek eskerên xwe li dora Amîd dihêle û hinekan jî li herêmê belav dike. Hakem bîn Hîşam jî bi hinek leşkeran re dişîne ser Meyafarqînê û wê derê bi dest dixe. Gund û bajarên nêzîk yek bi yek dikevin destê Misilmanan. Di hingama muhasereyê de Xalid bîn Welîd jî tewlî artêşê xwe ji herêma Şamê tê alîkariya Îyaz. Lê belê sûrê dora bajêr gelek tebût bûn, heta herbeke mezin çênebûna pêkan tunebû kî Amîd bi dest ketana. 

Eskerê Bîzansê bi xêra sûrên dora bajêr xwe ji artêşên Îslamê diparastin. Lê belê muhasere dirêj dibû ku ji ber vê yekê artêşa Îslamê jî bê hêvî dibû. Îyaz bi çar alî dora Amîdê dabû girtin. Îyaz bîn Xenem bi xwe û hinek leşkerên xwe Deriyê Mêrdîn, Seîd bîn Zeyd û leşkerên xwe Deriyê Ruhayê, Muaz bîn Cebel bi leşkerên xwe Deriyê Çiyê û Xalid bîn Welîd jî tevlî leşkerên xwe Deriyê Nû girtibûn.

Xerîteya herêma El-Cezîre 

Bela ku sur asê bûn, car bi car dihatin teftîşkirin, da ku cihê sûrên nesaxlem bên tespîtkirin, yan jî rêyekî bibînin ku karibin têkevin hundirê sûran. Xalid bîn Welîd jî car bi car sûran teftîş dikir. Xalid di dawîya kişfê de rêyekî avê ya veşartî tespît dike. Di quluka ku av ji hundirê sûran jê tê, Xalid b. Welîd û nêzîkî sed heb leşkerê xwe bi dizî derbasî hundir dibin. Wexta ku derbasî hundir dibin şer derdikeve û 27 sehabî şehîd dikevin, di nav vanan de yek jê jî kurê Xalid bîn Welîd, Suleyman e. Di vê artêşê de tê texmînkirin ku wekî din jî leşkerê Misilman şehîd ketine. Lê belê ê ku hatine tespîtkirin û eshabî ne jimara wan 27 in. Navê wan jî evin; Suleyman b. Xalid b. Welîd, Ridwan, Mesûd, Beşîr, Hamza, Amr, Şu'be, Sâbît, Zeyd, Zeyd, Xalid, Xalid, Nu'mân, Muhammed, Muhammed, Abdullah, Abdullah, Abdullah, Hesen, Hesen, Ka'b-î Zîşan, Fudayl, Mâlik, Fahr, Ebu'l-Hamd, Ebu Nasr û Muğîre. Lê belê Xalid û hevalên xwe muwefaq dibin û deriyê sûran ji artêşa Îslamê re vedikin. 

Piştî ku derî vebû, berxwedana leşkerên Bîzansê şikiya û teslîm bûn. Kurd jî ji bin zilma Bîzansê û Sasanîyan azad bûn. Wextê ku Misilman di deriyê sûrê dikevin hundir, pelê dîrokê 27ê Gulanê a sala 639an mîladî nîşan dida.

Piştî fethê Îyaz , Hz. Sa’sa wek walîyê Amîdê tayîn dike. Bi vî awayî Sa'sa dibe waliyê ewil ê Amîdê. Bi rastî ew di heman demê de eshabiyê Pêxember jî bû. Bi rehm û kerema wî xelkê herêmê cure cure tên cem wî û dibin Misilman.

Ez dixwazim nivîsa xwe bi şi'ra nivîskarê hêja mamoste Fexreddîn Şemrexî bi dawî bikim.

Heşt hezar neferî bûn 

Hezarek sehabî bûn 

Bi eşqa Pêxemberî bûn 

Xwe berdan dora Amed  

 

Leşkerên wek teyrê baz 

Ji çola erda Hîcaz  

Bi qumandarîya Îyaz  

Hatibûn fetha Amed 

 

Îyaz Muaz û Seîd 

Xalîdê kurê Welîd 

Sebir kirin wan egîd 

Ber sûr û deriyên Amed

 

Bîbliyografya 

Şevket Beysanoğlu, Anıtları ve Kitabeleriyle Diyarbakır Tarihi C.1. Diyarbakır Belediyesi Yayınları, Ankara 1987

Abdurrahman Acar, ‘Diyarbakır'ın İslamla/Sahabeyle Tanışması’, Nebiler, Azizler ve Krallar Kenti Diyarbakır, (s.61-70), Diyarbakır Valiliği Yayınları, 2013

Zeynel Abidin Çiçek, Diyarbakır'ın Fethi, Tarihi ve Kültürü, Söz Yayınları, Diyarbakır 2007

Cuma Karan, Diyar-ı Bekr ve Müslümanlarca Fethi, Ensar Yayınları, İstanbul 2014

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Ê Berê DÎYARBEKIR 1
Ê Li Pey Dİ SEDSALA 18’AN DE SENCAXA DIYARBEKIR: AMED

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.