RENGÊ AZADÎYA ME

Article

 

Me derd û kul pir kişandin
Me gelek hêstir rijandin
Dilê meyî jar û ğemgîn
Bi huznê hat herişandin

Ka binêrin li rengê me
Li armanc û li dengê me
Berxwedana me di dewran
Şeref da b-şan û şengê me

Dîroka me l-ber çe’vaye
Mêrxasîya me hûnaye
Hunerîyû destana me
Ne hewcê peyv û pesnaye

Em dilnerm û dilovan in
Dildarê doza Rehman in
Jibo feqîr û bindesta
Hêz û çira û bihar in

De’wa me de’wa Xweda ye
Ne ya meqam û seda ye
Xebatên me bê sînor in
Li her derê şax vedaye

Dijminê me kor û gêj in
Zengmêjîyû dilqirêj in
Em ezîz û serbilind in
Bextewar û xwey limêj in

Her kî dixwaze azadî
Serfirazîyû abadî
Bide pey rêya pêxember
Bi Îslamê bighê şadî


Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Ê Berê NÎŞANA ME
Ê Li Pey DEMA NÛR

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.