Di Meteorolojîya Me De Rojek Muhîm: ‘Eynter

Article

 

Di dîroka her qewmekî de rojên mûhîm hene. Di ya gelê Kurd de jî boy her demsalê rojên bi nîşan û yên girîng hene. Bes bi sedem çand û dîrokek Kurda ya nivisandî ya resmî tuneye, hinek ji van rojan ya wunda bûne yan hatine jibîrkirin. Yên mane jî gel, neslan bi neslan bi peyva gihandine hevdû. Yek ji van rojên girîng jî di demsala çille de ‘Eynter e.

Bav û bapîrên me derbo mesela ‘Eynter wuha ji me re digotin: “Di dîrokên borî de mirovekî bi navê ‘Eynter hebû. Rojekê Eynter û hinek hevalê xwe di nîvê demsala Çille (Zivistanê) de derdikevin seferê. Piştî karê xwe diqedînin, boy vegerin welatê xwe, amadekarîya xwe dikin. Di hengama vegerê de dibe pûk û bande û ji bil ‘Eynter kesên di karwanê de hemî diqefilin, hew ‘Eynter bi tenê difilite. ‘Eynter jibo wek hevalê xwe neqefile, radibe deva xwe serjê dike, hundirê wê diqelêşe û dikeve hundirê zikê devê. Bes ji tirsan, xew nakeve çavê wî. Heta sibehê hişyar dimîne, bi şevê dinêre ku heft caran dibe ewr û heft caran dibe sayî.

Serê sibehê ‘Eynter radibe bi halekî xirab xwe dighîne mala xwe. Du jinê wî hebûn, ya biçûk xwe belîbanî dike diçe pêşya wî û dibêje: “Ev çend rojin ji derdê te xew neketiye çavê min, bêguman min gelek miraqa te dikir. Mala xwedê ava be, ev car jî tu bi silametî vegerîya malê.”

‘Eynter mirovekî zana bû, dek û dolabê jina jê kifş bû, dibêje jina xwe: “Hurme! Madem tu dibêjî ji derdê te xew neket çavê min, ez heta sibê li hêvîya te hişyar mame, de ka bêje îşev çend cara dinya bû ewr û çend cara bû sayî?” Jina wî ya biçûk reqemek texmînî dibêje. Çimkî çawa tarî ketibû erdê, serê xwe avêtibû xew û razabû. ‘Eynter dibêje nexêr! Nexêr! Tiştê tu dibêjî ne rast e.

‘Eynter ev car berê xwe dide jina xwe ya mezin. Jina wî ya mezin dotmama wî bû. Dibêje wê: “Dotmam! De ka tu bêjî îşev çend cara bû ewr û çend cara bû sayî?” Dotmama wî dibêje:

“Ez nizanim, lewra min serê xwe ji êvar de avête xew û ez razam. Madem jina te ya biçûk dibêje xew neketiye çavê min, bera ew bêje!”  Bes ‘Eynter pir israr dike. Paşê dotmama wî dibêje:

“Pismam! Bi rastî şevek sar û serma û pûk û bande bû. Ji kerba pismamê xwe ez ranezam. Îşev heta sibehê heft cara dinya bû ewr û heft cara jî bû sayî.”

Heta wê rojê ‘Eynter jina xwe ya biçûk di ser ya mazin re digirt. Êdî ‘Eynter fêm kir ku jina wî ya mezin dilêşê wî ye. Piştî vê serpêhatîyê, ‘Eynter qedr û qîmeta jina xwe ya mezin bêtir digre. Di vî warî de gotinek ku ji tarîxê re bibe mal dibêje:

“Ji şûran, şûrê Şam; ji jinan, jina dotmam”

Ev serpêhatî di nava Kurdan de rastîyeke jiyanê ye, jibo dema çille  (demsala zivistanê) tê gotin. Hersal dema zivistanê bi nêvî dibe, miheqeq di roja ‘Eynter de dibe şillî, sar, serma û seqema zivistinê pirtir xuya dibe. Bi sedem pûk û bandê meriv nikare serê xwe ji malê derxîne.  Lê mixabin nesl û nifşên Kurdan yên nû van derbo meselên xwe yên balkêş ku bi tecruba bi dest xistine, hîn nabin û nizanin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Ê Berê Bİ 5 KESA RE HEVALTÎYÊ NEKE
Ê Li Pey BİRÎNA BÊDERMAN FİLÎSTÎN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.