ZIVISTAN Û JIYANA HERÊMÊ

Article

 

              Zivistanên paşerojê ji zivistanê nuha pir xedar û dirêjtir bûn. Berf û qeşaya wê wextê zêdetir bû. Rê û dirbê gundê çîyayan bi mehan girtî diman, çûyîn û hatin tine bûn. Televîzyon, telefon tine bûn. Gundî di zivistanê dirêj de ji ber ku nikaribûn derkevin derveyê gund wextê xwe bi hev re derbas dikirin.

              Ka û kadîn li gor jimara heywanan dihat hesapkirin. Zexîre û fêkî li gor jimara însanê malbatê diket bixêrîyê. Gundî cardin ji zivistana reş û dirêj re hazir bûn. Piştî berfa sipî, bereketa ‘erda reş hunand û dest pê dikir, gundî jî biroj dest bi kişandina piştîyê çilo û rîsîyê giya dikirin. Pîrekên malê jî dest bi helandina berfê li ser kuçikan[1] dikirin da ku ji bo heywanên xwe avê temîn bikin.  Kal û pîrên malê jî xwe ji çîrokên civata êvarê re amade dikirin. Civat û caxî, civîn û peyvîn li malê xanedan, pêşîvan û zana, mela û rusipîyên gund li hev dikemilîn.

              Li ber agirê bixêrîyê, kal û pîrên bi rûmet dest bi çîrokên Mîrze Mihemed, Heyderê Kerrar, Usif û Yaqup, Eyubê kûrmaxwarî, Sîahmet û Xecîce, Mem û Zîn, Zembîlfiroş dikirin. Mezin û biçûk, tevlî hev bi şewq û eşqekî mezin li wan çîrokên ku ders û te’lîma heyatê tê de hene gûhdarî dikirin. Şev pêşde diçûn û çîrokên bi rûmet bidawî nedibûn û perçê mayî, diman şeveke din. Zarok bi meraqa dewama wan çîrokan roja xwe derbas dikirin û şeva hatî li ber agirê bixêrîyê cîhê xwe digirtin. Bê çewa Yaqup wê bigihîje Yusufê xwe, Heyderê Kerrar wê çi wext derê keleh/qel’eya Heyberê ji destê xwe deyne, wê kîngê kûrm dev ji canê Eyup berdin, wê Bekoyê fesad bihêle ku Mem bighîje Zîna xwe. Wê heft birayê Xecîce, xwe bighînin Sîahmet…

              Li ber ronayîya çira û lembayê, bi tevî ronayîya agirê bixêrîyê civata xweş û geş berdewam dikir. Bûka malê bi kemnika serê xwe, rûyê xwe jî nixûmandibû[2] û ji bû nanê binê terafê, qelîya goşt bi tevî navik û hevîrê ku kiribû, dianî li ber xesîya xwe datanî. Bîhna wî nanî ku di bin terafê de dipijîya li pozê haziran dixist. Bîhna wî ew qas xweş bû, wê tehm û keda wî çewabe. Xezîna di bin sotik û terafê de ber bipije, çîrokvan piştî dawîya çîroka xwe wê xelatê xwe bi nanê binî û nanê hundurqelî bistîne. Belê çavê teva kesê hazir li destê xanima malê ye. Piştî xwarina nanê binî yê bi qelî, şîranî lazim  e. Evcar çavê herkesî li destê bûka malê ye. Wê kengê bastêq û guz, meşlur û kesme bên ber wan…

              Roj û şevên zivistanê gundê me yên berê wûha derbas dibûn. Televîzyon û telefon, înternet û medya civakî, ew çax mêjî û ‘eqlê însanê me hê êsîr negirtibun. Hizûr û xweşî, te’m û lezzet di heyatê de hebû. Îroj, berf û seqem, zivistan û havîn, roj û şev, bicûk û mezin, kal û pîr, li gor xwe bi ber nexweşîna bê derman a me’newî  yên zeman ketine. Bav û kur, dê û qîz, bûk û zava her yek ji van li goşekî oda xwe rudinên û serê wan ji telefona wan dernakeve. Kes bi kesî ra xeber nade. Naxwazin ku ti kes bi misafirtî werin mala wan. Dunyaya wan bûye telefona wan. Mêjîyê wan bi telefonê re cemîdîye, bav nizane ku law heye, qîz nizane ku dê heye…          



[1] Sê alî bi keviran girtî alîkî wî vekirî, cîhê agir kirinê. Meznantîyan wan li gorî dîzik û sîtilê ser agir tên ‘eyar kirin.

[2] Girtin, veşartın.

Di debarê nivîskar de

Têhev

24

Gotar

Ê Berê HEVDÎTINA BI XÊRÎYE AKÇÎL RE 2
Ê Li Pey ZIMAN Û RENG JI AYETÊ XWEDA NE

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.