Çend Gul Ji Gulzara Jiyan Û Helwestên Melayê Gewre

Article

 

Mela Mihemmedê Koyê ku di nav gel de wek Melayê Gewre/ Mezin hatiye nasîn; kurê Hacî Mela 'Ebdullayê Celalîzade ye û di sala 1876ê miladî de li bajarê Koyê girêdayî Hewlêrê ji dayik bûye. Ew keseke zana, şa'ir, mufessîr, muslîh, rexnegir, xwudan hizr û rewşenbîrîyeka fireh bû ye. Loma di nav mela û 'alimên Başûr de cihê wî pir giring buye. Ji lew helwest û nêrînên wî ta niha jî tên 'ecibandin û tên şirovekirin. Melayê Gewre ji ber ku rewşa mîllet a serdema Osmaniyan û piştî Osmaniyan dîtiye û bûye şahidê dema ku Îngilîz Başûra Kurdistanê dixe bin destê xwe weke muslîheke civakî xwestiye xelkê hişyar bike. Di heman demê de Melayê Gewre di bin tesîra helbestên Hacî Qadirê Koyî de maye û weke melayeke muslîh di xema dîn û jîyana mîlletê de bûye.  Ew ji wezîfa xwe ya warisiya enbîyatiyê hayîdar e û baş zanibûye ku li gor pirsgirêkên serdema nû bersivên nû lazim in. Loma wî cehd kiriye ku bi rexneyên aşîkar û tûj mîllet ji xewa xafiliyê hişyar bike û kesên ku bûne sebebê paşvemayina millet bi millet bide naskirin. Car heye ku nesîhetên wî wek balyoz li serê mirov dikevin û mirov ji xewa xefletê dihejînin da ku mirov hişyar bibe.

Melayê Gewre di serdema Osmanîyan de dibe endamê meşwereta wîlayeta Musil, piştî damezrandina komara 'Iraqê jî dibe endamê encûmena damezrandina welat û weke şexsiyeteke herî navdar  hatiye hesbandin. Piştî sala 1928an êdî dest ji karûbarê siyasî ber dide û bi temamî jiyana xwe bo derisdayin û pirtûk nivîsandinê terxan dike. Wî xencî tefsîreke mezin bi zmanê Kurdî bi navê “Tefsîra Kurdî Li Kelama Xudawendî” tefsîreke muxteser jî nivîsîye. Melayê Gewre xeyr ji tefsîra Kurdî gelek berhemên din jî bi zimanê Kurdî û 'Erebî nivîsiye. Ew tenê ne nivîskar bû her wiha bi berdewamî haya wî ji kovar û pirtûkên havçerxê 'alema Îslamî hebûye. Ew di heman demê de xwînereke jêhatî yê berhemên Mihemed 'Ebdûh û Seyyîd Reşîd Riza bû. Ew jî wek wan ji bo hişyarîya 'Alema Îslamê nexasim bo civaka Kurd pirr xebtîye. Ta niha çend têzên master û doktora li ser fîkr û ramana wî hatine nivîsandin.

Mixabin ew 'alimê mezin û ew muslîhê gewre li 12ê Tişrîna Yekem a sala 1943yê miladî le bajaroka Koyê çû ber dilovanîya Xwuda û her li wir  hat definkirin.

Melayê Gewre Û Mafê Jinan

Yek ji wan mijarên ku li ba Melayê Gewre pirr giring bû ye, mesela nedana heqê jinan bû ye di nav civaka Kurd de mîna heqê xwendin û mîratê. Ew bi cesareteke mezin ji bo cara yekem di sala 1926an de keça xwe Necîbe li mektebê qeyd dike, eviya ji aliyê xelk û hinek melayan ve bûye cihê rexneyeke mezin. Bi vê helwestê gelek kesan jê re digotin ku “Melayê Gewre bûye Îngilîz.” Lê belê wî paşerojeke baş ji bo keç û jinên Kurd dixwest. Wî weke muslîhek ji xwe re dest pê kiriye û xwestîye ku şerî'etê weke xwe pratîk bike. Di helbestekî da wesfê jinan dike û dibêje:

 

Billên be qewmî Kurdan, destî min û damênyan

'Eyb e be heqqî Yezdan, jin hênan û tellaq dan

 

Jin zînetî dunya ye, emanetî Xwuda ye

Hebîbî Mustefaye, qellat[1]  in le bo mêr da

 

Herwiha dewam dike û dibêje:

Jin eger be hurmet bê, bê zîllet û zehmet bê

Be terbîye û rehmet bê, dill guşad û lêw xendan

 

Kurrî debê weku şêr, aqill û dana û dilêr

Be dil xenî, be çaw têr, serdar û merdî meydan

Rexne Bo Paşmayina Gel

Melayê Gewre derheqê paşvemayina gelê xwe de rexne li xelkê dike û wisa dihesbîne ku mîllet hêj heşyar nebûye. Ji ber hendê her bi bindestî maye. Wek nimûne ew jî wek Xanî û Hacî Qadirê Koyî dibêje:

 

Êwe ehqerunnas in, îmro le beynî umem

Qismê bendeyî Turk in, hendê xadîmî 'Ecem

 

Êwe bê qedr û qîmet, bê 'esker û bê 'elem

Bê tac û text û dewllet jêrdestî kullî 'alem

 

Çunke nanxorî xellkî le ser mulk û mallî xot

Xakit hemû me'den e xot feqîr û rût û qût

                                       

Ta key wekû gacutî le bin nîrî zîlletî

Sed heyf û sed mixabin lay xot etoş mîlletî.

Cenabê Melayê Gewre giringî bi hoşmendîya mîllet daye û di hemî gavan de hewl daye ku mîllet hişyar bike. Hewldana wî ya bo  hişyarîyê jî tenê di nav çarçova mizgeftê de nebûye belkî li hemû alîyan millet heşyar kirîye. Bi taybet dema leşkerên biyanî axa Kurdan dixin bin destê xwe, êdî ew bo xwe wek wacib dizane ku dengê xwe ji camîyan derxe, ber bi hişyarîya mîlletê ve biçe. Di vî warî de ew wiha dibêje:

 

Em xak e daykî to ye, kewte destî ecnebî

Ey Kurdî sahêbxîret! To çilon razî debî[2]

 

Bo xwo ti ewa debînî dujmin erzit dekêllî

Paşî çend sallêkî dê hîçit be dest nahêllî[3]

 

Le ser em kurrey erzî êwe erzelun-nas in

Emeş gelê xerîb e, êstaş xotan nanasin[4]

 

Be quwey zorî bazû, Riza Xanî Pehlewî

Danîşt be 'îzzet û cah, le ser textî Xusrewî[5]

 

Mistefa Kemal paşaş, alî Osmanî têk da

Seyid Feyselê Mekkî buwe melîk le Bexda[6]

 

Beçeqaw çaw pê kewit, çon buwe mîrî Efxan

Le tirsî way herray kird Melîk Emanullah Xan

 

Nadir Xanî generall Beçeseqay esîr kird

Tac û textî Efxanî çilon bo xwoy tesxîr kird

 

Êweş eger piyawban çiştê ku le dest dehat

Kesê xîret binwênê Xwuda tofîqî dedat

 

Êwen bê qedr û qîmet bê 'esker û bê 'elem

Bê tac û text û dewlet jêrdestî kullî 'alem

Bêhêvîbûn Ji Îngilîzan

Xelk di hengama dagirkeriya Îngilîzan de  xoşbînin û wisa fêm dikin ku êdî gelê Kurd digehîje mafê xwe. Lê Melayê Gewre di vî warî de bêhêvî ye û di helbestekî de amaje bi wê çendê dide ku eger mîllet bi xwe nexebite û hewl nede; îngilîz û welatên mezinê dagirker nikarin tiştekî bo Kurda bikin. Li gorî Melayê Gewre mirov ewil bi quweta xwe pişt re bi arîkarîya Xwudê bixebite mirov dikare di cîhanê de ‘ezîz û serbest û serdest bibe. Bi vê sedemê Melayê Gewre daxwaz ji mîlletê dike ku destê xwe ji halê derwêşiyê daweşînin, bibin muhafiz û parêzvanê millet û welatê xwe. Çunkî xebat û xîret ji bo millet û welat weke rûh e ji bo bedenê li nêk Melayê Gewre. Lewma ew di vî warî de dibêje:

 

Sûrî mû zerdî çawşîn nekey be umêdî bî

Ewwel be quwetî xwot duwem be 'ewnî Rebbî

 

'Ilm û 'emel xwoyetî cehl û tembelî merg e

Post û zergan firrê den we'dey top û tifeng e

 

Bibne polîs û 'esker bo xizmetî meftenî

Se'yî û xîret bo weten wek rûhe bo bedenî

Dijberîya Têkelkirina Xurafe Û Dîn

Melayê Gewre gelek li pêy wê bûye ku mirov bi îxlas û pakî dînê Îslamê bişopîne. Ew gelek rexneyan li wan kesan dike ku dixwazin teswîra dînî bi efsane û xurafeya bikin. Bi taybet di mesela 'eqîdê de, mijûlkirina millet bi hatina mehdî û deccal xemeke mezin e bo Melayê Gewre. Wî wisa fêm kirîye ku ev mesele tenê ji bo mijûlkirna mîllet e, 'alema Îslamê bi wan hizr û ramanan sekinîye û nikare bi pêş ve biçe. Îcar Melayê Gewre rexne li wan derwêşan digre ku li gund û bajaran digerin û daxwaza arîkaryê dikin. Ew wan kesan dişubhîne bi decalan û wisa dinêre ku ew derwêş li ser dînê Xwudê bi naheqî dixwin û bi şekla rûyê pan û porrê dirêj wêneyeke nexweşik a dînê îslamê nîşanî gel didin.  Li gorî Melayê Gewre millet ne ber zanîna xwe belkî ji ber cehaletê li pêy şopa wan diçe:

'Îsa le asîman, mehdî le naw bîr

Îşman şiloq e, yaran çi tedbîr

           

Ne ew dête xwar, ne em dête der

Decalîş zor in giştî siwar ker[7]

 

Le dê û le şar serbest egerrên

Be nawî dînî baş delewerrên

 

Rîş pan û dirêj mil qewî û şan kom

Dûr bin le dînî wek “haye” û “nahom”

 

Dûyan  dekewin pîrêjin û mindall[8]

Be xar sema be cezbe û be hall

 

Pîrêjine konî qunqalib betal[9]

Dûy decal deçê wek mayinî be fall

Dilsozî Û Xemxorî Ji Bo Mîllet:

Melayê Gewre wek 'alimekî dilsoz di hemî wextan de xem li mîllet xwariye û hewl daye ku ewê bi helbest bînite ziman. Ew wan melayan rexne dike ku pesnê şêxan didin û wisa ji bo xelkî îzah dikin ku roja qiyametê şêx ji bo wan dibe arîkar. Melayê Gewre di wê baweriyê de ye ku ev bawerîya şaş bûye sebeb ku gelê Kurd feqîr, cahil û nexwenda maye û ji ber hindê jî li ba mîlletan Kurd bêqedr û hurmet in. Dîsa Melayê Gewre wê rexneyê jî dike ku Kurd bi hev ra nebaş in û digel hev li hev nakin. Herwiha ew ji aliyê pisîkolojîyê ve jî rexnê Kurdan dike ku Kurd her gav wisa his dike ku lazim e ew jar, gavan, şivan, hemal, sepan, xizmetkar û rihdirêj be. Ew van îhsasan jî wek sebebê paşmayina Kurdan dizane. Li gorî Melayê Gewre derûnê hinek melayan ne paqij e loma ew li gel xiyanet dikin. Lewra heqîqetê beyan nakin û dixwazin tenê pesnê şêxan bidin. Her wekî ku tê zanîn wê çaxê şêx di rola mîr û axayan de bûn. Ji ber ku hinek şêxan li gorî menfî‘eta xwe hereket dikirin û bi navê şêxîtiyê nedihiştin gel hişyar bibe. Ev jî dibû sebeb ku dîn bi awayeke neyînî dihate nîşandan:

Heta demrim le bo Kurdan denallim


'Îlacyan çon bikem hawar be mallim

 

Feqîr û cahil û nexwêndewar in

Lelay new'î beşer bê qedr û xwar in

 

Kesê qedrî lelay xizman nemênê

Lelay bêgane qedrî çî demênê

 

Le gel yek bedrewşit û bed nîhad in

Le boye wa kesad û bêmirad in

 

Le 'îlm û me'rîfet dûr in be kullî

Xeyalî xawe layan fikrî mîllî

 

Hesud in boye bazaryan kesad e

Nezan in boye ta'etyan fesad e

 

Leser 'erdî ewî Kurdî zuban bê

Lelay waye debê suk û nezan bê

 

Debê hemall û gawan û şiwan bê

Debê zebal û kennas   û sepan bê

 

Debê her rîş dirêj û pan û lûl bê

Debê her 'aciz û girij û melûl bê

 

Mela kanîş le heqiyan zor xeyan in

Ewanîş her dellêy gewc û nezan in

 

Le batî basî dîn û ruknî îman

Mela boyan dexwênî methî şêxan[10]

 

Ellê: şêxê heye sahêb keramet

Tikatan bo deka rojî qiyamet

 

Gelê caran deçête fewqî 'erşê

Eger hez ka lelay xwa dadenîşê

 

Xullase çend xurrafatêkî dîke

Mela neqllî deka bew fak û fîke

 

'Ewamî qurr be ser wek wa dezan in

Cenabî şêx be xizmî xwa dezan in

 

(Mela) to basî xwayan bo bifermû

Weha çake le bo wan û le bo t


 



[1] Qelat: Li vir bi mana kelh û burcê ye.

[2] Wate: Ev axa ku dayika te ye niha ketiye destê biyanîyan. Ey Kurdê xudanxîret û cesaret tu çima bi vî halî razî dibî û qebûl dikî?

[3] Wate: Tu niha dibînî ku dujmin axa te dikêle, piştî çend salên dî tiştekî di destê te nahêlê!

[4] Wate: Li ser vê kurreya erdê yanî li rûkê dinyayê niha hûn rezîltirîn mîllet in. Eve jî tiştek gelek xerîb e ku ta niha hûn xwenenas in.

[5] Wate: Bi hêz û quweteke zêde hûn dibînin ku Riza Xanê Pehlewî padişahê Îranê ji ser Textê Xusrewî anî xwarê û bi 'îzzet li dewsê rûnîşt.

[6] Mistefa Kemal Paşa jî alî Osmanî xera kir. Her wiha Seyîd Feyselê Mekkeyê jî bûye Qiral li Bexdayê. Li vir mebesta Melayê Gewre ne pesnê Mistefa Kemal û Feysel e. Ew van kesan wek derbû mesel nîşanî gel dide û dibêje ku; yekî bo menfî‘eta xwe împeretorek têk da û li dewsa padîşahan rûnişt, ê dî jî cehd kir û bû Melîkê Bexdayê. Vêca ey gelê Kurd! Ka we bo menfî‘eta xwe û milletê xwe çi kir an hun dê çi bikin. 

 

[7] Wate: Deccal pirr zêde ne, gişt siwar in li kere.

[8] Wate: Li dû wan dimeşin pîrejin û zarok

[9] Wate: Pîrejinên ku karek ji wan nayê betal û her tirral in

[10] Wate: Mela bo wan methê şêxan dibêjin û her dibêjin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

14

Gotar

Ê Berê Navê Şa'irên Kurd Di Dîwana Rencûrî
Ê Li Pey Seyid Tahîrê Haşimî Û Wek Nimûne Helbesteke Wî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.