DÎYARBEKIR 1

Article

 

Xweda Te'ala di sureyê Hucurat ayeta 13’an de wiha dibêje: “Gelî mirovan! Me bêguman we ji mêrekî û ji jinekê afirandîye û me we kiriye qewm û qebîle da ku hûn maf û hiqûqê hev nas bikin.” Tê zanîn ku qewm, qebîle, êl, ‘eşîr û welat tev ayetên Xweda ne. Meriv welatê xwe nas bike û hez jê bike di heqîqetê de hezkirina ayetên Xweda ye.

Me got welat. Hûn dizanin ku naskirina welat meseleke pir muhîm e. Ji me re lazim e em welatê xwe nas bikin û ji zarokên xwe re jî bidin naskirin. Dema ku em vê naskirinê bi cîh neyênin ewê dîrok û çanda me hunda bibe. Yan jî ew ê li gor zimanên dagirker, emperyalîst û sosyalîstan wê bê avakirin.

Lazim e ku însanê Xwedênas li welatê xwe û miletê xwe xwedî derkevin ku gelê me, nekevin bin tesîra bawerîyên xirab û li pey doza emperyalîstan neçin. Bi rastî di vê nivîsa xwe de em dixwazin behsa welatê xweşik û şêrîn, hin jêr dibêjin Dîyarbakir hin jêr dibêjin Amed û hin jî jêr dibêjin Dîyarbekir bikin. Lê ji ber ku dîrok kûr û dirêj e di vê rêza ewil de em ê behsa navê welatê xwe bikin. Ka navê wê ji ku derê hatiye û bi çi hawa hatiye guherîn.

Herêma Dîyarbekir ji çaxên berê de heta niha di erdnîgarîyekî pir stratejîk de ye. Çewa ku anha di nav bajarên dora xwe de bajarekî ber bi çav e, di zemanê berê de jî Dîyarbekir di Mezopotamyayê de korfeza Basra û Behra Sipî bi hev girêdida. Ji ber ku Sûrên wê jî tebût û mustahkem bûn hukumdar û dewletên dora wê dixwestin hakimîyeta wê bi destê xwe xin.

Ji 3000 sal berîya tarîxa mîlâdî heta niha Dîyarbekir cîhê jîyangehê ye. Ji nav bereketa Dicle û Firatê derdikeve pêşberê me. Ji ber ku bajar li ser zinarekî mezin ava bûye û sûrên dora wê yên nezîkî pênc kîlometre ne heybetekî mezin didê.

Nêzîkî 1300 sal berîya tarîxa mîlâdî ji dewra Asurîyan şûrekî hatiye dîtin, di qebza wî şûrî de nivîsa “Amîdî” hatîye dîtin. Navê Amîd jî, tê texmînkirin ku ji ew çax de hatiye bikaranîn heta dewrekî nêzîk de. Bi rastî di kitêbên Suryanîyan de jî navê Amîd derbas dibe. Ji ber vî hawî li cem tarîxvanan, di behsa navê ‘Amîd’ de hemramanî heye.

Welatê Dîyarbekir tê zanîn ku zêdeyî 5000 hezar sal xwedîtîya tarîxê kirîye, ji çaxa ava bûye heta niha dergûşîya gelek dewlet û medenîyetan kiriye. Dewletên ku li Dîyarbekir hukim kirine ev in: Hurîyan û Mîtanîyan berîya mîladî 3000-1260, Asurîyan û Urartuyan berîya mîladî 1260-653, Îskîtîyan berîya mîladî 653-625, Medan berîya mîladî 625-550, Persîyan berîya mîladî 550-331, Makedonîyan berîya mîladî 331-323, Selokîdyan berîya mîladî 323-140, Partan berîya mîladî 140-85,  Dewra Tîgran a Mezin berîya mîladî 85-69, Romîyan berîya mîladî 69-piştî mîladî 53, Partan û Romîyan 53-226, Sasanîyan, Romîyan û Bîzansîyan 226-639, Dewra Çar Xelîfeyan 639-661, Emewîyan 661-750, ‘Ebbasîyan 750-869, Şeyxîyan 869-899, ‘Ebbasîyan 899-930, Hemdanîyan 930-978, Buveyhîyan 978-984, Merwanîyan 984-1085, Selçuqîyên Mezin 1085-1093, Selçuqiyên Surî 1093-1097, Înalîyan 1097-1142, Nîsanîyan 1142-1183, Artuqîyên Hesenkeyf 1183-1232, Eyyubîyan 1232-1240, Selçuqîyên Anedolî 1240-1302, Artuqîyên Mêrdîn 1302-1394, Tîmurîyan 1394-1401, Akkoyunîyan 1401-1507, Îdara Şah Îsmaîl 1507-1515 û Osmanîyan 1515-1923.

Yakut el Hamevî di kitêba xwe ya “Mu’cemul Buldan” de wiha dibêje; “Dîyarbekir herêmeke mezin e di hundirê vê herêmê de Hisni Keyfa, Amîd û Meyyafarqîn heye. Navê Dîyarbekir jî, ji Bekîr bîn Vaîl tê. Silala Bekîr bîn Vaîl jî ev e, Bekîr bîn Vaîl bîn Kasît bîn Hînb bîn Efsa bîn Du’ma bîn Cedîle bîn Esed bîn Rebîa bîn Nezar bîn Ma’d bîn Adnan.” Ji vê gotinê tê fêmkirin ku Dîyarbekir ew çax ne navê bajarekî bû, bi rastî navê herêmeke mezin bû. Nave bajarê ku di resmîyetê de anha bi şeklê ‘Dîyarbakir’ derbas dibe ew çax ‘Amîd’ bû.

Piştî fetha herêma Cezîre û Mezopotamyayê, xelkê herêmê tev dibin Musilman . Ji bo ku xelkê herêmê Îslamê xweş nas bikin, di dewra xilafeta Hz. Osman de hinek qebîlê ‘Ereb û Musilman têne herêma Cezîre û Mezopotamyayê. Hinek ji wan qebîlan ev in: Qebîla Mudar, Qebîla Bekir û Qebîla Rebîa. Cîhê ku ev qebîle lê bi cîh bûne, bi navê wan navdar bûne. Bi şeklê ku; Dîyarî Mudar, Dîyarî Bekir û Dîyarî Rebîa. Di sala 1259’an de hukumdarê Moxol cîhê van her sê qebîlayan tevlî hev dike û navê herêmê tevî dike ‘Dîyarbekir’ û bi bingeha Musulê ve girêdide. Di zemanê Osmanîyan de bingeha herêma Dîyarbekir ji Musulê derbasî Amîd yan jî Kara Amîd dibe. Di kitêbên ku behsa zemanê Osmanîyan dike de navê bajar carna Amîd carna jî Kara Amîd derbas dibe. Piştî ku dewlata Osmanîyan ji holê radibe û dewlate Tirkîye ava dibe di 10’ê Kanuna sala 1937’an de bi qerara hijmara 7789’an navê bajarê Amîd û herêma dora wê ku jê re tê gotin ‘Dîyarbekir’ tê guhertin bi navê ‘Dîyarbakir’. Bi vî şeklî navê bajêr tê guhertin.

Lê belê naveke din jî di nav miletê me de navdar bûye ev jî navê ‘Amed’ e. Bi rastî di vî navî de tu xeletî tûne ye. Çimkî her milet navê welatê xwe bi şeklê ku dixwaze kare biguherîne. Lê feqet di lêkolîna me de ev nav nehatîye dîtin. Evîya jî dide zanîn ku ji navê ‘Amed' re dîrok tune ye. Li gor texmîna me ev nav ne zêdeyî çil salî ye tê îstimalkirin.

Belê gelek seyyah di seyhetnamên xwe de behsa Dîyarbekir kirine, em dixwazin behsa vana jî bikin. Nasirî Hüsrev di sefernameya xwe de wiha dibêje: “Ez li çar terefê dinyayê geriyam, li memleketê ‘Ereb, ‘Ecem, Hînd û Tirkan gerîyam, min gelek bajar û kelhan dîtin, lê belê min li tu cîhî weke kelha Amîd ne dîtîye û ne jî bihîstîye.” Paul Lucas jî di sala 1701’ê de Dîyarbekirê zîyaret dike û wiha dibêje: “Di nav bajarên ku di bin hakimyeta Tirkan de, heta niha ê min dîtîye bajarê mezintirîn, bi nîzam û bi tertîb bajarê Dîyarbekir e.”

Welat xweş e, dîrok xweş e, lêkolîn xweş e de ka hûn jî temaşe bikin. Bimînin di xêr û xweşîyê de.

Bîblîyografya

·        Şevket Beysanoğlu, Anıtları ve Kitabeleriyle Diyarbakır Tarihi C.1. Diyarbakır belediyesi yayınları, Ankara 1987

·        İbrahim Yılmazçelik, XIX. yüzyılın ilk yarısında diyarbakır,  Türk Tarih Kurumu Yayınları, Ankara 1995

·        M.Şefik Korkusuz, Seyahatnamelerde Diyarbakır, Kent yayınları, İstanbul 2003

·        1. Uluslararası Oğuzlardan Osmanlıya Diyarbakır Sempozyumu, (s.825-836), Diyarbakır Valiliği Yayınları, Diyarbakır 2004

·        Zeynel Abidin Çiçek, Diyarbakır’ın Fethi, Tarihi ve Kültürü, Diyarbakır söz yay. Diyarbakır 2007

·        Yılmaz Kurt, “Diyarbakır Sancağı Yer Adları”, Osmanlıdan Cumhuriyete Diyarbakır 2, (s.405-418), Diyarbakır Valiliği Türk Kültürünü Araştırma Enstitüsü yay. Ankara 2008

·        Vedat Güldoğan, Diyarbakır tarihi, Kripto Yayınları, Ankara 2011

 

Medenî Dîrekçî

28.12.2020

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey FETHA AMED

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.