Xewn û Xeyal…

Di quntara çiyê de Li ber tirba Xanî raketim Min xewn û xiyal bûne yek Dîrokek zindî Bi ximam li serê çiya xwîya bû   Agirî! Nîşana xeşyet û heybetê Kahnîyek sor û sipî Li ber çava pêl veda Geh ji xwînê Geh ji agir herikî   Serî berf e Dorhêl deşt û çîmen Warê şivan û gavana Şahidê qe‘hr û ğema Pir borandîye dem û dewran Dikele ji binî ve Hê nehatîye ‘xezebê  ...