HelbestXewn û Xeyal…
11/12/2021318
Di quntara çiyê de Li ber tirba Xanî raketim Min xewn û xiyal bûne yek Dîrokek zindî Bi ximam li serê çiya xwîya bû Agirî! Nîşana xeşyet û heybetê Kahnîyek sor û sipî Li ber çava pêl veda Geh ji xwînê Geh ji agir herikî Serî berf e Dorhêl deşt û çîmen Warê şivan û gavana Şahidê qe‘hr û ğema Pir borandîye dem û dewran Dikele ji binî ve Hê nehatîye ‘xezebê ...