Gelo Qiyameta Gelîyê Zîlan Çima Qewimî

            Berî ku em derbasî dîtin û gotinên şahidan bibin, bi kurtasî lazim e ku em, sebeb û musebbîbê qetlî’amê hîn bikin, bê ew qiyamet ji bo çi bi serê gelyê Zîlan da hat. Me qetli’amên Gelîyê Zîlan ji bo çi wek “Qiyamet”  bi nav kir. Belê, di dehşeta roja qiyametê de dê weledê xwe davêje. Di wehşeta gelî de jî dayîkan weledên xwe avêtin. Ewê ku avêtin çem, di avê de xeniqî, ewê ku...