Papaxana Tacir û Azadî

Di demekê da tacirekî ji ehlê mala xwe re dibêje ezê herim Hindistanê, ka daxwazîyên we ji min çi ne? Her yek ji min re bêjin ji bo vegerê de dîyarîyên hûn dixwazin ez ji we re bînim. Hetanî ji xulamên xwe jî dipirse ka daxwazîyên we çi ne? Papaxanekî wî jî hebûye, dor tê ser papaxanê wî, jê re jî dibêje: -Gelo ka xwestina te jî min çîyê? Papaxanê wî dibêje: -Daxwazîya min ji...