Li Ser Qetlîama Sûsa û Straneke ku li Ser Hatiye Hûnandin…

Gelî xwendevanên delal! Eger Rebbê me Ellah Te‘ala destûr bide em dixwazin di vê jimara kovara xwe de xwe berdin deşta Farqînê, biçin gundê Sûsa û sitraneke ku li ser qetlî’ama Camîya Gundê Sûsa hatiye hûnandin teqdîmî we bikin. Her wekî ku hûn jî dizanın Farqîn ango Meya Farqîn di tarîxa Îslamê de wek merkeza Kurdên Merwanî tê zanîn. Di vê merkezê de dewleta Merwanîyanîyan teqrîben sed sal hukum kiriye. Di hengama hukumranîya Merwanîyan de...