Ji Qur’ana Mecîd Çend Pend û Şîret

(YA QEWMÊ MİN-3 Dema ku qasidên me hatin nik Lût,  ji bo wan dilê wî qirqilî, dilteng bû û got: Ev (roj) rojeke dijwar e. Qewmê wî (ji bo ku bi mêvanên wî re fi’la xerab bikin) bi bez bi bal wî ve hatin. Jixwe wan berê jî fi’lên xerabê wihareng dikirin. Lut got: Ya qewmê min. Aha ev qîzên minin. Bo (zewaca) we ew paqijtir in. Ji dijberîya Ellah Te‘ala bitirsin û min li...

Ji Qur’ana Mecîd Çend Pend û Şîret

(GELİ BAWERMENDAN 5) Gelî bawermnedan! Wan tiştên ku dema ji we re bên beyankirin wê we mehzûn bikin (ji pêğemberê xwe) nepirsin. Eger hûn di hengama nuzûla Qur’anê de bipirsin dê (ew tişt) ji we re bên beyankirin. Xwedê Te‘ala (di vî warî de barê we sivik kir,  mesûliyeta wan tişta ji ser we rakir, li we borî û) we ‘efû kir. (İdî hûn jî barê xwe giran nekin û dev ji pirskirina wan tiştan...

Ehlê Xîret, Bigre Şîret

Gelî ehlê bi ğîretê, wun guh bidin vê şîretê Însan bi qedr û-b aqile, weka durra nav kakile Li ba Xweda qedrê însan nayê gotin b-dev û ziman Bi şeref û pir hêja ye, lew eşrefê mexlûqa ye   Lê ger Xweda bike jibîr, şîretê Wî neyne dibîr Dûr dibe j-qedr û şerefê, perîşane l- çar terefê Poşîmane xax û sosret, hizûr jê re dibe hesret Davêjin der kul û keder, dihilmijin kerb û keser...

Nesîhetên Bedî’uzzeman Mela Se’îdê Kurdî

Seydayê Bedî’uzzeman çend nesîhet ji Kurdan re bi şeklê meqalê û bi zimanê Kurmancî di wî zemanî de nivîsandiye. Vê meqala wî, wî zemanî di Kurt Te’awun ve Teraqqkî Xezetesî, hejmar: 1, sehife: 7, 22 Teşrînê sanî 1324/5 Aralık 1908 de bi navê “Bedî’uzzeman Se’îdê Kurdînîn Nesaîhî” bi herfên ‘Erebî hatîye weşandin. Me jî ev nesîhet, ji bo ku bê fêmê çend cî xaric, wekî dinê orjînaltiya zimanê wî muhafeze kir, hinik kelîmeyan di nav...

Şîretên Birûmet: Exlaq-1

Herdem başiyê bikin. Ji xirabî û neqenciyê xwe biparêzin. Dilê xwe hînî muraqebê bikin, gelek tefekkur bikin û bi ‘ibret li hemî tiştan binerin. Exlaq qaba dîn e, Qapağa ser beroşê ye. Exlaqê xweş nîşanê mislumantiyê ye. Bera exlaqê we nerm be. Bi exlaqê nerm bi însanan re muamele bikin. Lewra exlaqê xweş dişibihe wê tava li cemedê dixe. Tav çawa cemedê dihelîne, exlaqê xweş jî herwiha gunehan dimehîne. Exlaqê neqenc xizanî ye. Bêyomîtî ye....

Ji Qur’ana Mecîd Çend Pend û Şîret…

– Gelî wanê ku îman anîne! Dema hûn ji bo wextekî navdayî deyn didin hev, hûn wî binvîsin. Bila ji nav we katibek dadperwer wî binvîse. Û bila tu niviskarek xwe nede paş û bi çi hawayê ku Ellah Te’ala ew daye hînkirinê (bila wisa) zû binvîse. Bila deyndar jî deynê xwe bide nivîsandin. Û bila (deyndar) ji Rebbê xwe bi tirse û bila ji deynê xwe tu tiştekî kêm nehêle. Eger deyndar yan nezan...

Xwedîyê Baxan

Ellah Rebbê me ye, her hebû û wê her hebe. Carek ji caran, demek ji deman. Du cîran, zilamê malan, weke şêran, serê sibehan, diketine rêyan. Heya digihêne bağ û rezan. Dixebitîn, dibetilîn… Carna birçîbûn, tîbûn, êş û birîn… Carna jî xweşî, dilşadî, kêf û şahî… Bi vî awayî wext derbas dibû, roj dihilat, dîsa ava dibû, dewran dizîvirî, demsal diqûlibî û helbet ‘umir jî diborî. Rojek ji rojan, nexweş ket yek ji wan. Hal...

Hin Şîretên Qur’anî

  Herdû Destê Ebû Leheb ‘hişk bibin. Çawa ku ‘hişk bûn jî. Mal û keda wî feyde neda wî.   Wê zatê (Ebû) Leheb bikeve agirekî pêtîhilda. Jina wî ya ‘hemalê piştîyê sitirî û êzinga jî. Ewa kû timî werîsekî ji lîfê pelê xurma di sitûwê wê de ye.(Sûreya Tebbet) Di heqê sebebê nuzûla vî sûretê de İmamê Buxarî û hin  ‘alimên din, ji Îbnî ‘Ebbas wiha rîwayet kirine: İbnî ‘Ebbas (r.a) dibêje: Rojekî Resûlê...

Ji Îmam Hesen El-Benna Çend Pend û Şîret

Şert û merc çi dibin ew zane dema we azana şerif bihîst ji bo edakırına nimêjê rabin Qurana Kerîm pir bixwînin, bi tefekkur li ser hur bibin an bi kûrlêkolîn li ser bi xebitin an jî guhdarîya wê bikin. Wexeteke xwe ya kêm jî di karê pûç de badilhewa neborînin. Zimanê xwe (ê zikmakî) baş bikarbînin û ji bo başbikaranîna ziman cehd û ‘xeyret bikin. Lewra ev (başbikaranîna ziman) nîşana muslumantîyê ye. Zimanê ‘Erebî fêr...