Ey Xayînên Serserî

Ey Xayinên serserî Bêdîn û bêbawerî Dîsa we xwe firot kê Kê hûn ji xwe re kirî   Xayinên dîn û millet Hûn bûne êş û ‘illet We wêran kir memleket Bi şiddet û agirî   Ji xizmeta kafiran Têr nabin hûn wek keran Bi emrê wan wek guran Êrîş dikin her derî   Geh karkerên Rûsan e Geh sehên Avrupan e Îro yên Emrîqan e Jê re dikin leşkerî   Dijminên warê xwe ne...