Rovî De’wa Şêrîtîyê Dike

Carek ji caran, rehmet li dê û bavê hazir, guhdar û xwendevanan. Hebû tunebû, ji Xweda pêva mezin tunebûn. Li welatekî, di nav zinar û daristanan de kerîkî heywanan hebûn. Ez bêjim pêncî, hun bêjin sed cûre heywan bi hevdû re dijîn. Ji kîvroşk û kûsî bigre heta kurmikan, ji werdek û qazan bigre heta kêzikan… Û her wiha cûreyên heywanan bi hevdû re dijîn. Me’lûme, ev çîrok e. Dibe qewimî be dibe ne  qewimî...

Çêlîka Devehê

Rojekê heywanên daristanê mêze dikin ku rovî bi lez û bez ji daristanê direve. Rovî didin sekinandin û jê pirs dikin: – Gelo çi bûye? Tu çima direvî? Rovî dibêje: – Şêr ferman li deveyan rakirîye. Ez loma ji daristanê derdikevim. Heywan dibêjin: – Ma çi li te qewimîye? Tu ne deve yî, tu rovî yî. Rovî dibêje: – Ez jî zanim ez rovî me. Lê belê zeman xirabe. Fesadekî bibêje ‘ev ne rovî ye,...