Şêx Se’îd, qiyama xwe ya ‘ewil li hember Rûsan pêk anîbû. Ew bi xwe digel feqîyên xwe yên medresê, bi hev re ketin sînga leşkerê Rûs û warê Îslamê bi destê kafirê Moskof va bernedan. Çi wext Rûsê necîs ket erda muslumana, wê çaxê Şêx, kilîd li deriyê medresê xist û dest avêt mawzerê. Wê zeman bi xêra wan ‘alimên Îslamê ku xelkê herêmê de’wetî cîhada li hember Rûsa dikir, welatê me ji destê Rûsan...