Berdestê nimêja ‘îşayê bû. Qur‘ana xwe danîbû ser re‘hleyê bi dengek bilind û xweş sûretek ji sûretê Kelamê Qedîm dixwend. Dengê wî wilo xweş bû te digo hêja ye ku milayaketê asîmana ji bo guhdarîya vî dengê xweş û vî Kelamê Qedim dakevin ser rûkê erdê. Rabû li dora xwe mêze kir. Di hundurê malê de xalî û xalîçe raxistîbûn. Wêneyek li ser dîwar di kêleka demjimêrê de dibeşirî. Ev wêne wêneya xortanîya wî bi...