Salih Begê Hênî: Profîla Rewşenbîrekî

Dîtina rewşenbîrekî xweşmîsal, ne rihet e. Li nav ‘alema Îslamê rewşenbîrên gihayî, pir tune ne. Salih Begê Hênî, ji wan hindik rewşenbîrên gîhayî ye û rewşenbîrekî ji her aliyê ve kamil e. Ciwanên ji xwe re li rewşenbîrekî misluman digerin, ji bo wî dikarin bêjin: “kesê ez li digerim ew e.” Her term û îbare, li gorî kultura ku aydiyê wê ye me’neyan hildigre. Li Tirkiyeyê îbara “rewşenbîr” weka li ğerbê ji bo ehlê xwedî...