Rovî De’wa Şêrîtîyê Dike

Carek ji caran, rehmet li dê û bavê hazir, guhdar û xwendevanan. Hebû tunebû, ji Xweda pêva mezin tunebûn. Li welatekî, di nav zinar û daristanan de kerîkî heywanan hebûn. Ez bêjim pêncî, hun bêjin sed cûre heywan bi hevdû re dijîn. Ji kîvroşk û kûsî bigre heta kurmikan, ji werdek û qazan bigre heta kêzikan… Û her wiha cûreyên heywanan bi hevdû re dijîn. Me’lûme, ev çîrok e. Dibe qewimî be dibe ne  qewimî...

Çêlîka Devehê

Rojekê heywanên daristanê mêze dikin ku rovî bi lez û bez ji daristanê direve. Rovî didin sekinandin û jê pirs dikin: – Gelo çi bûye? Tu çima direvî? Rovî dibêje: – Şêr ferman li deveyan rakirîye. Ez loma ji daristanê derdikevim. Heywan dibêjin: – Ma çi li te qewimîye? Tu ne deve yî, tu rovî yî. Rovî dibêje: – Ez jî zanim ez rovî me. Lê belê zeman xirabe. Fesadekî bibêje ‘ev ne rovî ye,...

Rovî û Gundî

Rojêkê rovî pir birçî bûye. Li der û dora xwe mêze dike. Lê ji bo xwarinê tiştekî nabîne.Mêze dike ku gundîyekî helaw li kerê bar kirîye û diçe bajêr. Gundî dixwaze ku helawa xwe bifroşe û hewceyên malbata xwe bikire. Rovî dibêje: -Ez vê helawê ji xwedîyê wî bixwazim ewê qebûl neke. Guneh ji min çû. Ezê hîleyekê lê bikim. Radibe û li ser rê wekî mirîyan xwe dirêj dike. Gundî çav li rovî dixe...

Rovî û Kekê Wî Qelender Axa

Gelê xwandekarên hêja! Çi hebû çi tunebû, ji Xweda pêvetir kes tinebû. Û di nav daristanekî da, çend hayvanan bihevra jîyana xwe didomandin. Van heyvanan yek jî hirç bû, yek gur bû, yek keftar bû, yek rovî bû û yek ji kivroşik bû. Lê teva li rovî neheqî dikirin û pê henekê xwe dikirin, qender kîvroşik jî li rovî ta’detî dikir. Rovî jî daîm ji wan ra waha digot: -Ezê rojekî bangî kekê xwe yê...