Minbera Selaheddîn

Berî niha nêzî 800 salan li bajarê Bexdayê xeratekî hebûye, mînbereke pir xweşik ji darên gûzê çêdike, gelekî jî dineqişîne. Nav û dengê wê mînberê gelekî belav dibe. Ji pirî ciyên derûdorê însan tên dîtina wê minberê. Gelekî jî dixwazin bistînin, lê belê vî xeratî dibêje: -Min vêya ji bona Mizgefta Qudsê çêkirîye, ez wê nafiroşim tu kesan. Jê re dibêjin heyran Quds di bin destên fillahan da ye, ka wê çawa mînberê bibî wê...

Di Bin Siya Qudsê De Kurdên Filistîn

Çavkaniyên dîrokî diyar dikin ku beşek ji Kurdan ji destpêka serdema Eyyûbiyan ve li Filistînê bicîh bûne. Bi hezaran mucahid û mîrên Kurdan, bi pirranî ji bajarên Herêma Kurdistanê xwe li banga heq, banga cîhadê ya Selaheddîn girtin ku ji bo azadkirina Fîlîstîn û Axa Pîroz destpê kir. Siyaseta Selaheddîn, li ser esasê bicihkirina leşkerên Kurdan li bajarên Fîlîstînê û dayîna parçeyên erdên Filistînê ji wan re bû. Bi derbasbûna roj û meh û salan...