Şîretên Birûmet: Exlaq-1

Herdem başiyê bikin. Ji xirabî û neqenciyê xwe biparêzin. Dilê xwe hînî muraqebê bikin, gelek tefekkur bikin û bi ‘ibret li hemî tiştan binerin. Exlaq qaba dîn e, Qapağa ser beroşê ye. Exlaqê xweş nîşanê mislumantiyê ye. Bera exlaqê we nerm be. Bi exlaqê nerm bi însanan re muamele bikin. Lewra exlaqê xweş dişibihe wê tava li cemedê dixe. Tav çawa cemedê dihelîne, exlaqê xweş jî herwiha gunehan dimehîne. Exlaqê neqenc xizanî ye. Bêyomîtî ye....