Ji Qur’ana Mecîd Çend Pend û Şîret…

– Gelî wanê ku îman anîne! Dema hûn ji bo wextekî navdayî deyn didin hev, hûn wî binvîsin. Bila ji nav we katibek dadperwer wî binvîse. Û bila tu niviskarek xwe nede paş û bi çi hawayê ku Ellah Te’ala ew daye hînkirinê (bila wisa) zû binvîse. Bila deyndar jî deynê xwe bide nivîsandin. Û bila (deyndar) ji Rebbê xwe bi tirse û bila ji deynê xwe tu tiştekî kêm nehêle. Eger deyndar yan nezan...