‘Eqîbeta Dewlemendê Nankor

Gelî xorta! Pêy‘xemberê me car caran bi wesîla serpêhatîyên qewmên berya xwe nesîhet li es‘habê xwe kiriye. Ev çîrokên han bi wesîla rîwayetên ji ‘hedîsên wî gihane me.  Ev çîroka han jî di bin sîya wan ‘hedîsan de hatîye nivîsandin. Me hêvî ew e ku hunê jê fêdedar bin.  Li gorî beyana ‘hedîsa dibên li ser rûkê zemîn însanek rengbelekê deqdeqok hebû. Xusûsîyeta wî ya herî balkêş feqîrî û hêsîrîya wî bû. Tu kesî paxa xwe pê...