Yekemîn Miderrisê Îslamê: Mus’ab bîn Umeyr-1

  “Gelek kesên ku bawermend  hene ku ew li ser wê soz ku dane Xweda mane û ji soza xwe re sadiq mane. Hinek ji wan sozê ku dane anîne cih û şehid bûne, hinek li benda aqûbeta bi xêr in. Ewana bi tî şeklekî sozê xwe negohartine.”(Ahzap 23) Musab ji beni Abdûddar û kurê Ûmeyr’ê kurê Hişam e û navê dayika wî Hanas’a qîza Malik e. Musab di tarixa miladî sala 585an da li...