Gurê Manco

Li welatekî daristaneke mezin hebû. Di vê daristanê de bi hezaran heywan di nav nebat û darên reng û reng de bi kêf û xweşî jiyana xwe dewam dikirin. Rojekê bi navê Gurê Manco heywanekî derket holê û li ser daristanê wek xezebê barîya. Gurê Manco bi kêfa xwe derdiket seydê û dilê wî çi heywanî bixwaze wê heywanê seyd dikir û dixwar. Tirs û xofekî mezin xistibû nava heywanan. Êdî kes nikarîbû bi tena...