Mamosta Seyid Tahîrê Haşimî (1914-1991) kurê Seyid Qeydarê kurê Seyid Qadirê Şêx Resulê Dewletawayê kurê Şêx Mistefayê Şêx Resulê Solleyê Qeredax e. Malbata wan ji sadatên Solleyê Berzencî ne. Şêx Resulê Dewletawa, di sala 1832yan de li Sollê Qeredaxa girêdayê Silêmanîye, li Başûrê Kurdistan, ber bi Rojhilata Kurdistanê ve koç dikin. Piştî çend salan li gundê Dewletawayê Rewanser girêdayê Kirmaşan akincî dibin. Piştra vê malbatê wek malbata Şêx Resulê Dewletawa navder dikin. Seyid Tahîr di...