Guft û Goyek Digel Melayê Cezerî  

Geli xwendevanên delal û bi rûmet! Em bo vê jimara Kovara Kelhaamed ketin nav pelên dîrokê û çûn dîwana Melayê Cezerî. Her wekî ku hûn jî dizanin Mela, di Edebîyata Kurdîya kilasîk de gencîneyeke ‘ilm û ‘irfanî ye. Serkanîya tesewifê, termên ‘irfanî, behra mecazî û  xweşbêjî digel hêceteke cezbewarî ji dîwana Mela diherikin nav dilê mirov û dil diherişînîn. Carna wehdetul-wucûd, carna felsefa Îşraqîyan, carna dengê Şêxê Sen’an, carna remz û îşaretên muxtelîfê tesewufî, carna...

Di Pey Keramet û Zîyaretekê de Fêhmkirina Şêx Ehmedê Xanî -1

Nêzîkî deh sal berê bû… Mala me li navçeya Serêkanîya Ruhayê bû. Havîn bû, dinya gelekî germ bû. Bavê min Seyda Mela ‘Eliyê Êzdarî ji me re go: “Hûn hene gelo, em herine Doğubeyazîtê (Bazîdê), serdana Şêx Ehmedê Xanî bikin?” Min, navê Şêx Ehmedê Xanî ji zû de bihîstibû. Piştî xilaskirina Qur’anê, bavê min ‘Eqîda Îmanê bi min dabû xwendin. Dûvre di havînên salên 90an de ez diçûm medresê, min li wir Nûbihar jî xwendibû....

Nêrîna Bal Nûbiharê ve Bi Awakî Giştî

Yek ji telîfatê Şêx Ehmedê Xanî yê. Ferhengek bi ‘Erebî û Kurdî ye. ‘Îbaretê ji 216 beyta ye. Navê wê Nûbihar e, yanî bihara ewil weya Nobar e, yanî dexla (mehsula) ewil. Tê de xîlaf heye. Şêxê Xanî wê li ser weznên ‘erûzê nezm kirîye. Weznên wê gihîştine 13 heba. Ji wan wezna çar heb jê ji behra recez in, sisê jî hezec in, dido jî behra remel in, ji mudaru’ û besît û serî’...

Şêx ‘Elîyê Herîrî-2

MEXLESÊN WÎ: Weke ku em dizanin di edebiyata kurdî ya klasîk de her helbestvanekî mexlesek an jî gelek mexles di berhemên xwe de bi kar anîne. Mînak çawa ku Melayê Cizîrî mexlesên “Melayî” û “Nîşanî” bi kar anîne, Feqiyê Teyran jî “Feqî”, “Miksî” û “Mîm” û “Hê” wek mexles bi kar anîne. Her wiha Şêx Eliyê Herîrî jî di helbestên xwe yên niha di destê me de, sê mexles bi kar anîne. Di her helbestek...

Têt-Şêx ‘Eliyê Herîrî

Dilê mehzûn kefaret bêt ke êm şeb taze mihman têt Be mizgînî beşaret bit ke mîhman canê canan têt   Ke mîhman canê canan e le ser çavê me mihman e Be mala cumleê xan e ke şahê cumleê xan têt   Were ey şahidê şêrîn ji ‘eşqa te dil êxsîr in Be can menzilgehê mîr in telebkarî ke sultan têt   Telebkar in dil araîm medîm yar in bû yî şaîm Le bejna ‘er’er...

Stêrkên Asîmanê Botan-Mela Ehmedê Êrsî

Salên paş herba cihanê ya ewil: çawa tê zanîn di van salan de li her derê welêt tirs, xela, feqîrî û perîşanî bandora xwe bi giranî danîbû li ser vî gelê belengaz. Li alîyekê xela û xizanî, li alîyekê bê tifaqî û dijberîya axa û eşîrên herêmê, li alîyê din jî zilm û zordarîya dewletên nijadperest; bi taybet li erdnîgarîya kurdistanê, bêhn û nefes li gelê herêmê çikandibû. Dewletên nijadperest ên li ser xirbê imparatorîya...

Îd e  Îro bê Qerar im…

‘Îd e îro bê qerarim ez ji feqda dêmdurê Bê ‘hebîb im bê ‘hebîb im bê ‘hebîb im bê ‘hebîb Herkesek ba yarê xwe meşyan se‘hergahan li rê Pur kebîb im pur kebîb im pur kebîb im pur kebîb   ‘İd e kêf û şahî ye nêv xas û ‘amê ğulğul e Yek yekan ‘aşiq li ser sorgul mîsalê bulbul e Nîne der qelbê me bestek çun ku  mecrû‘h dilkul e Bê tebîb im bê...