Fatîh ŞêxdodîDehşika Poz Bilind
28/03/2022377
Carek ji caran rehmet û selametî liser hazir û guhdaran. Di zemanê berê de, li gundekî çewlîgeke (çiftlik) mezin hebû. Navê xwedyê Çewlîgê Hemê Silo bû. Ji pez bigre heta dewaran; ji tûtikan bigre heta şamî, qaz û werdekan; ji ker û hespan bigre heta kûçik, pisîk û kivroşkan… Bi dehan cûreyên heywanan li çewlîga Hemê Silo dijîn. Ger em li van cûreyên heywanan û meznahîya cewlîgê binhêrin, di nava xwe de wek dinyakî...